22 Şubat 2025 Cumartesi

çend hevokên ji hevdu xeyidî

Ehlaq, tenê ne doxîn e, lê bi doxînê çarçoveya ehlaq teng dikin.
Ehlaq, erk û wezîfeyên te yên însanî, civakî, siruştî bi tevayî ye
anku ehlaq, duristbûn e, xweşbînî ye, heqperestî ye.
Û ji bo ehlaqekî xweş, karektereke têr, sekn û helwest û prensîbên xurt divê.
De were ji bêehlaqan re qala ehlaq bike!

Divê meriv bêrîyê kedî bike, lewra bi kedîkirina bêrîyê re, meriv ê bikare dil jî têxe bin kontrola mejî.
Û heger dil têkeve bin kontrola mejî, êdî mentiq dibe Xweda û ew te bi rê ve dibe.
Mentiq meriv li erdê nahêle,
tu carî…
Û karê bi bêmentiqî çêdibe, hetiketî ye!

Kurmancî qadeke bêxwedî ye, her kes hespê xwe lê dibezîne,
mixabin.
Her kî fêrî çend peyv û hevokên kurdî dibe, êdî dest bi quretîyên rewşenbîrî û entelektuelî dike.
Nezanîna kurdan a kurdî, dihêle pirê kesên bêvîzyon li ser serê kurdan bibin nivîskar û helbestvan.
Di eslê xwe de heger kurd jî wek her miletê serdest hakimê zimanê xwe bûna, gelek kesên ku îroj helbest û çîrok û romanan dinivîsînin, li bazaran firotina zebze û fêkîyan jî bi destê wan nediket,
lewra ji bo li bazarê meriv zebze û fêkîyan bifiroşe jî qirikeke kurmancî hewce ye.
Axir…

Gotina Dawî
Serxwebûn û azadîya Kurdistanê, ew ê bibe sedema bindestîya hin kurdan;
lewra tenê kurdî yê serdest be!