Got:
-Devliken, ma jinek û mêrek çawa dikarin bibin heval? Dîyalektîka jîyanê qebûl nake. Ilhez rojekê ew arezû yê wan ji rê derxe.
Min got:
-Hin kes li dijî hevaltîya jin û mêr in, lê di esasê xwe de divê meriv sînorê hevaltîyê firehtir bike. Bi min, jinek û mêrek dikarin bibin heval û li ser hemû rengên jîyanê li hev bikin û bidin, bistînin, lê her weha heger bedenên wan jî doza hev kirin û bi ber pêlên şehwet û arezûyê ketin, dikarin bedenên xwe jî li hev par ve bikin.
Got:
-Devliken, tu qala berîberdanîzmê dikî.
Min got:
-Na, jîyan ev bi xwe ye, lê heger meriv xwe nas kiribe. Mixabin, vi zemanî em bi dîn û îdeolojîyan karekterîze dibin û ev yek jî meriv di nav qeyde û qaliban de asê dihêle. Erê, belkî îroj ev nerîn, ev fikir sedema celîkirin anku afarozkirina meriv a ji civakê be, lê jixwe civak bi haweyekî bêehlaq hêdî hêdî radestî vê zîhnîyetê dibe. Lê ez ne bêehlaqîyê, di esasê xwe de ez ehlaqîyê diparêzim, lewra çi tiştê ku civak bi çavê fehş lê binere, meriv wî tiştî bi ehlaqekî têr û bi xwedan vîzyoneke xurt bike, bêehlaqî têk dihere. Her tişt bi ehlaq dest pê dike, bi ehlaq diqede.
Telefona min lê ket, lê telefon ne ji heval an nasekî bû, min dizanî ji fîrmayekê ye…
Û di esasê xwe de pir kêm li wan telefonan dinerim.
Axir…
min pê li “yes”ê kir- ez çi bikim? Ma dewleteke kurdî tune ye ku ez bibêjim min pê li “erê” kir-
Erê, axir…
min telefon vekir û da ber guhê xwe. Telesekreter bû. Min guh dayê:
“Êdî zûhatina piştê ne qeder e, çareya wê heye. Hewce nake hûn xwe û partnera xwe bêhizûr bikin. Ji bo sekseke anku nîyhandineke têr û tije, ji bo performanseke xurt û bitehm, kerem bikin em bibin alîkarî û vê problemê çareser bikin.”
Min telefon girt û xwe bi xwe got:
“Ji ber ku pişta min dereng tê, tevz û kramp dikeve çîpên partnerên min, tu rabûyî ji min re qala zûhatina piştê dikî, toga tog!”
Lê ev tog ne toga ku tirkan ji xwe re kirîye markeya otomobîlê ha, ev tog, toga hur e.
Axir…
Gotina Dawî
Divê ehlaq jî xwe nuh bike.