16 Şubat 2025 Pazar

parsekî û xulamtî

Dema em qala wê dîroka kurdan a dûr û kûr dikin, bi nekurdan anku bi dagirkeran pir ecêb mîna çîrçîrok û çîvanokan tê, 
lê wer xuya ye êdî qûn hew di taqê de hiltê û êdî ew bi xwe jî bêyî dilê xwe be jî, hêdî hêdî li xwe mikur tên anku hin rastî xwe li nav çav û mejîyê wan diqewimînin.
Fatîh Altayliyê kokermen ku xwe ji tirkekî tirktir dibîne, di bernameya xwe de li ser mijareke dîrokî bi mêvanê xwe Prof. Dr. Kurşat Demîrcî re rewşa wan dem û zemanan nirxandin. 
-Sumer û Asûr û Hîtît û Babîl kî ne?
-Çi bi wan hat?
-Çawa ji nişka ve ji holê rabûn?
-Şopek an mîratxwirek?
Çendî Fatîh dixwest profesor bi haweyekî wan bîne bi tirkan ve girê bide jî, profesor a dilê wî negot û Fatîh çû li paş kerê sekinî,
lê kerê ker jî ji kesên eslê xwe red dikin, hez nake, ha!..
Profesor bi çend mît û rîtuelan berê wan şaristanîyan da kurdan û got baş xerab şopên wan şaristanîyan hîn jî li ser axa kurdan xuya dibin”
Îja heyran…
dema em dibêjin, bi wan ecêb û çîrçîrokî tê, lê wa ye êdî ew jî hêdî hêdî li xwe mikur tên.
Ew Xwedayê ku hûn bi serê wî sûnd dixwin bi xwe jî ji quzê ca kurdan derketîye û hew!
Ji roja dîrok li xwe mikur hatîye û heya nuha, ji ber wê mîstîzmîya xwe, kurdan serê xwe zêde bi nefsên dinyewî re neêşandîye, her li ser axê, qedrê siruştê girtine û hewl nedane bi zorê kesî bîne ser bawerîya xwe.
Jixwe ji ezîdîtîyê, ji rêya heq û yaresanîyê, ji kakaîtîyê jî dîyar e.
Lê her tim…
cîranên wan hewl dane vê mîstîzmîya wan bi kar bînin û anîne jî…
Alîkarî bi kê re kirine, ew alîkarî wek zirar li wan vegerîyaye, mixabin.
Di dîrokê de gelek mînak û nimûne hene. Alîkarîya medan ji bo persan…
Xizmeta kurdan a di ber îslamê de…
Alîkarîya merwanîyan ji bo selçûkîyan…
Hewce nake ez dû dirêj bikin û binivîsînim. Bi dehan mînak û nimûneyên weha hene.
Wek hûn dizanin, fars di eslê xwe de pers in û tê gotin di dema medan de pers ji peyva parsek çêbûye. 
Pers parsekên medan bûne û bi kurtêlên medan xwe bi jîn û jîyanê ve girê dane. Piştî demekê ku şûna nigê xwe dibînin, serî li ber medan radikin, dibin xwedîyê hemû nirx û gencîneyên medan. 
Bêguman…
çîrokeke din jî heye:  
Piştî Pers jî mîna Med dibe dewlet, di navbera wan de têkilîyên bazirganî û stratejîk jî dest pê dikin. 
Yek ji wan têkilîyan jî:
Keyê medan keça xwe dide lawê keyê persan û piştî demekê xwarzîyê medan derdikeve ser text û dibe keyê persan. Û di dema deshilatîya wî de dewleta Med ji alî dewleta Pers ve hildiweşe.
Wer xuya ye xêr bi her kesî nabe.
Li ser meseleyê,
Bavê Ahmet Turk jî ne parsek bû, lê li ber destê Hisênê Qenco serxulam anku kehya bûye.
Ew jî bi stratejîyeke zîrekane çav berdide keça Hisênê Qenco, wê ji xwe re dixwaze, dizewicin û piştî dizewicin, bi herikîna zemên re li ser mal û milk û textê Hisênê Qenco rûdine. 
Bi kin û kurdîya kurmancî,
kesê ku hînî kultura parsê anku xulamtîyê bûbe, her tim li pey fen û fûtan, li pey kone û zexelîyan e.
Û ku kêsê pê dixe, texsîr nake, nigê yê herî nêzîkî xwe jî dişemitîne, lo ew bav û bira be jî.
Axir…

Gotina Dawî
“Kurmê şîrî heya pîrî” gotîye pêşîyan…