lewra…
piştî demekê beden ji hevdu têr dibin û mecbûr dimînin berê xwe didin nêçîreke din;
loma jî tenê nefsa xwe neçêrînin, hewl bidin mejî jî biçêrînin,
ku mejî orgazmê mayînde bike!..
Ji bo vê jî…
tenê nexwînin, li fîlman binerin, li ber muzîkên curbicur li xwe guhdarî bikin, rojevê bişopînin, lê nehêlin sîyaset tecawizî hiş û binhiş û karektera we bike
û her weha…
heger derfet hebe, berê xwe bidin nav siruştê, bimeşin.
Nevşîn Mengu
Hin heval li ser rojnamevanîya wê gazinan dikin û xwe aciz dikin.
Ya rast…
min tu carî bi çavê rojnamevanekê li vê jinê nenerî.
Çi cara anku çi wextê min li vê jinê nerî yan jî li vê jinê fikirîm, tenê min ew di nav nivînan de xeyal kir.
Divê meriv destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û bextê xwe navêje, hêla wê ya jinane lîbîdoyên meriv bi dîwaran ve radipelikîne, lê ji ber ku sapyoseksuel im, ditirsim berî orgazm bibim bi kêlîyekê ji himbêza wê derkevim.
Axir…
Heger Xwedê negota tu lawê kê yî û şevekê ew bikira mêvana min, min ê nîyhandineke îlahî lê bikira!
Îja qismet û nisîb…
Carinan ez li ber hin berheman dikevim. Belkî jî bi zimanê xwe yê resen pir hêja ne,
lê belê…
ev sektora werger û wergerîyê, mixabin di destê zimannezanan de ye.
Her kes li gorî kêfa kîrê xwe û kurdîya xaltîka xwe werdigerîne;
îja kurdîya xaltîka kê ji kurdîya xaltîka kê xweştir be!
Ne kes guh dide teknîka wergerê, ne jî kes guh dide mentiq û fikirîna zimanan; etehyato çawa lêhato…
Nizanim kîjan wergêr û kîjan weşanxane bû, baş nayê bîra min, min kitêbek rehmetîyê Tolstoy bi kurdî xwendibû.
Piştî xwendina wê berhema wî ya bi wergera kurdî, rehmetî li ber çavê min bûbû teresekî edebîyatê.
Mixabin, berhemên Bextîyar Elî jî bi wergerê lewitîne.
Heyf!
Axir…
Min dixwest li ser qelema Ferhad Pîrbal çend gotinan bikim, lê wergêr ket pêşîya Ferhad Pîrbal, mixabin.
Lê dîsa jî ez dikarim bibêjim, di tevnsazîyê de serketî ye
û terza wî jî xweş e.
Gotina Dawî
Ji kerema xwe re bihêlin bila xaltîka we ji zarokên xwe re xwarin marinê çêke.