22 Ocak 2025 Çarşamba

eşqeke nîvcomayî-2

Şev e…
Seet bi ser yazdehan ketîye. Otobusa min a ku ez ê pê herim Îzmîrê seet di yazdeh û çel û pêncan de ye.
Çenteyê min li pişta min, hêdî hêdî ber bi termînalê ve diherim. Navbera mala min û termînalê, bi meşê panzdeh, bîst deqe ye.
Dinya ewr e, lê bêhna baranê tê. Ew sermaya zêde tune ye. 
Piştî panzdeh, bîst deqeyan digihêjim termînalê. Ji ber ku min bilêta xwe ji ser înternetê kirîye, derbasî hundir nabim, li devê derîyê nivîsgehê xwe didim benda otobusê.
Otobus tê li pêşîya nivîsgehê disekine. Hin rêwî jê peya dibin, rêwîyên ku ew ê siwar bên jî çente û walîzên xwe teslîmî muawîn dikin; muawîn jî yek bi yek bi aheng gişan di bagajê de bi cîh dike.
Piştî kêlîyekê rêwî hemû li otobusê siwar tên û otobus bi rê dikeve.
Cîyê min pêşî ye, yekqoltix e. Otobus heya dev tije ye.
Ji ber ku şev dereng e, çawa otobus ji termînalê derdikeve, kaptan lambeyan vedimirîne.
Jixwe zû bi zû di otobusan de xewa min nayê, loma jî heya ji min tê êdî rêyên dûr bi otobusan narim. 
Ji bo sebra xwe bînim romana Fewzî Bîlge ya bi navê “Pace” bi min re ye, lê derfet tune ye bixwînim. Bi telefona xwe dadikevim. Twîtter… facebook… înstagram… dû re dikevim whatsapê. Çidemê peyamek şandîye. Wêneyê xwe û Celadet Elî Bedirxan çêkirîye û ji min re şandîye. 
Wêne gelekî xweş û bedew e. Her du karekter jî hevdu temam dikin. Çidemê li ser wê kaxizê du serdem, du qonaxên zemên gîhandine hev; zeman zimên dihewîne…
Mîrê zimên Celadet bi wê karîzmaya xwe qup û qure ye, Çidemê jî dişibe wan jinên Îngilistanê yên arîstokrat, lê ew jinxasîya esîl a kurdan jî ji sekn û bejn û bala wê difûre.
Seet êdî bi ser nîvê şevê ketîye. Ji hêla şofêr pêleke muzîkê ya nerm hêdî hêdî xwe li guhên min digire. Muslum Gurses sitrana “Afet” dibêje.
Dikevim nav xewn û xeyalan, di nav pêlên fantezîyan de bi vir de û wê de diqulipim. Li ser zemîna zemên ez û otobus bi hev re dikevin qayîşê, ez diwestim lê ew nasekine.
Serê xwe ji ser telefonê radikim, çavên min li pêşîya min li rê ye. Li xetên spî yên otobus di ser re derbas dibe, dinerim. Çav li min sîst dibin û hêdîka serê min ber bi camê ve xwar dibe, serê min di nava paldanka qoltixê û camê de dimîne…
Otobus digihêje Îzmîrê, piştî çend kêlîyan dadigere termînalê û li perona xwe disekine. 
Jixwe çenteyê min bi min re ye. Radibim ser xwe, çenteyê xwe diavêjim nav pişta xwe û ji otobusê peya dibim.
Sara! 
Li dora xwe dinerim, bi durbê Sarayê kesî nabînim. Destê xwe diavêjim bêrîka xwe, hewl didim telefonî Sarayê bikim, lê berî ez telefonî wê bikim, destekî li ser milê xwe hîs dikim, li xwe difitilim. Mêrekî temenê wî 50-55 bi bişirîn li min dinere:
-Devliken!
Şaş û metel li mêrê rûken dinerim, nas nakim, lê bi min xerîb jî nayê:
-Fermo, belê… lê lêê tu kî yî?
-Ne şaş bim te gotibû ez ji surprîzan hez dikim. Ka em herin.
-Lê… bi ku de? Tu qala çi dikî? Çi surprîz?
Mêrê rûken, bi wê rûkenîya xwe dikeve milê min û bêyî ku ez tiştekî bibêjim, em dimeşin.
-Ji nêzîk ve te dişopînim. Sekn û helwest û hesasîyeta te ya li ser zimên, pîroz e. Heger ji desttê min bihata min ê erd û axa Kurdistanê bi avika te av bida.
Gotinên wî bi min ecêb tên, lê bêguman kêfa min ji dilgermî û samîmîyeta wî re tê.
-Mîna te, ez jî derwêşekî kurdî me, lê…
Axaftina xwe naqedîne, disekine û em kêlîyekê bêdeng dimeşin. Piştî meşa deh panzdeh deqeyan em digihêjin ber derîyê xanîyekî. Derîyekî bi textan çêkirî li ber e. Textên derî li ber rizandinê ne. 
Mêrê rûken destê xwe dide pişta derî û hêdîka derî bi paş ve dahf dide. Em derbasî hewşê dibin. 
Ji xanîyên wê taxê tenê ew xanî kevn e. Xanî bi kerpîçên axê lê bûye, derîyê xênî û paceyên xênî bi rengê şîn boyaxkirî ne, lê ser boyaxê zingar girtîye. 
Hewşa xênî heya dev bi gul û kulîlk û çîçekan dagirtîye. Di nav wê şênkayîyê de bîrek jî heye. Li ser kevirê qiraxa bîrê kundek dixwîne. Ji devê derîyê hewşê rêkeke teng û zirav xwe digihîne heya devê derîyê xênî. Rê bi wan kevir û ferşikên reşbelek ên qiraxa çemê Dîcleyê hatîye dewisandin. Em ber bi derî ve dimeşin. Berî ku merê rûken destê xwe bigihîne pişta derî, derî bi xweber vedibe. Em gava xwe diavêjin hundir. Hundirê xênî rût û tazî ye, Tenê li dîwarê miqail tabloyek dardakirî ye, lê mîna mêrê rûken tablo jî bi min xerîb nayê. Ev tablo tabloya ku du roj berê Çidemê ji min re şandibû, bi xwe ye, lê… balkêşîyek heye. Di tabloyê de tenê Çidem heye, lê mîrê zimên Celadet wenda ye.
Şaş û metelmayî dîsa li tabloyê dinerim, dû re li mêrê rûken… coş û kelecana min zêde dibe. 
Bi wê şaşmayînê difitilim ser mêrê rûken:
-Mîrê min, min… min bibexşîne. Çawa min tu nas nekirî. Ka ez bêm destê te.
Mîrê zimên min himbêz dike û her du çavên min radimûse.
-Devliken, di nava qonaxên zemên de wenda me, lê ber bi dengekî ve, ber bi hewarekê ve dibezim. Kî bang min dike? Hewar hewara kê ye? Nizanim.
Ez û mîrê zimên ber bi dîwarê ku tablo lê dardakirî ye ve dimeşin, li binya tabloyê em disekinin, çongên xwe dişikînin û pişta xwe didin dîwêr, rûnin.
-Devliken, ziman dewla bîrê ye. Heger ziman wenda bibe, meriv ê hay ji binê bîrê nebe. Û her tişt anku hemû kod li wir veşartî ne.  Heger em wan kodan li xwe bar nekin, piştî demekê, her yek ji me yê bi derekê ve bipengize. Ka binere, Devliken, heger ne ziman bûya, me yê çawa ev qonaxên zemên bigîhandana hev? Te yê çawa ez bidîtama? Anku ez ê çawa bi te bihisîyama? Ji bîr neke! Ziman dewla bîrê ye, ziman di rêwîtîya zemên de qonaxan digihîne hev. Ziman di ser zemanan re gav dike, hewara min digihîne te û ew ê hewara te jî bigihîne yên piştî te. Ziman zeman e, zeman ziman e, ji bîr neke, berxê min!
Mîrê zimên radibe ser xwe, ber bi derî ve gava xwe diavêje, disekine, li xwe difitile, li min dinere:
-Tu ji rêya dûr hatîye, nuha tu tî yî, qirka te ziwa bûye. Ez ê herim ji bîrê tasek avek ji te re bînim û bêm.
Bi wî rûyê xwe yê nûranî dibişire û ber bi derî ve dimeşe, mîrê min. Di derî re derdikeve, berê xwe dide bîrê. Çawa digihêje ber bîrê, xwe di bîrê werdike.
Piştî kêlîyekê ku mîrê min venagere, ez meraq dikim û radibim ser xwe, ber bi hewşê ve diherim. Derdikevim hewşê, li dora xwe dinerim nanerim, bêhn û pêjna mîrê min tune ye. Diherim li dora bîrê digerim, serê xwe ji bîrê berjêr berdidim, li binê bîrê dinerim, tişt nexuyaye. Şaş û metelmayî li hundirê xênî vedigerim. Di nava metirsîyeke xerîb de li bûyerên qewimî difikirim. Ji nişka ve bala min dikeve tabloya li dîwêr dardakirî. Tabloya ku kêlîyeke berê tenê Çidem tê de bû, nuha mîrê min jî li tengala wê ye û ji awirên wan evîn difûre…
Bi bangkirina muawîn ez bi xwe dihisim. Li dora xwe dinerim, hundirê otobusê vala bûye, otobus li termînalê sekinîye, rêwî peya bûne, tenê ez mame. 
Berî ez rabim ser xwe, serê xwe nêzîkî cama otobusê dikim, li derve dinerim. Sara… Saraya ku ji qereçîyeke îspanyolî qereçîtir li jêr destê xwe ji min re li ba dike. 
Dîtina piştî deh salan û pêlên kelecan û coş û bêrî û arezûyê…
Sara di himbêza min de ye. Her du destên xwe lê dipêçim, wê bi xwe ve didewisînim. Ew jî bi wê germayîyê min himbêz dike, her du destên xwe li nava min digerîne, min bi xwe ve dişidîne. Çenga min di nav porê wê de wenda dibe. Binya çenga min û dora stuyê min dide ber maç û ramûsanan. Pozê xwe dide ser tenê min, hesreta deh salan dikişîne hundirê xwe. Her du pêsîrên wê yên ku ji şidîyayîbûna xwe tişt kêm nekirine, min bi min dihisîne. Destên xwe lê sist dikim û wê ji himbêza xwe piçekî fireh dixim. Tilîyên destên wê di nav kefa destên xwe de diguvêjim û bi hesreta salan çavên me di hev de asê dimînin. Kêlîyekê tenê em li hev dinerin. Dîsa xwe bi min ve dizeliqîne û destên xwe li nava min dipêçe. Her du narkên rûyê wê dixim nav kefa destên xwe û diqurisim ser lêvan. Ku lêvên min digihêjin lêvên wê, bi xweber çav tên girtin. Kêlîyekê bêyî ku em guh bidin derdora xwe em têr lêvên hev maçî dikin.
Çentê xwe diavêjim hêleke milê xwe, wê jî dixim bin milê xwe yê din, destê xwe li dora stuyê wê digerînim, ew jî zend û destê xwe li nava min dipêçe û wek her tim dema dihatim serdana wê, bi heman coş û ahengê em berê xwe didin malê, ber bi malê ve dimeşin.
-Keçê, berî otobus bigihêje termînalê hema bi kêlîyekê, xilmaş bûm û hew min dît xewê zora min birîye, di xew re çûme. Jixwe tu dizanî, bi şev di otobusan de ku tew rêya dûr be, tu serê min jê bikî, nikarim rakevim, perîşan dibim. Axir, dîsa li min wer hat. Heya destê sibehê çav li min qerimîn, çîp û çong li min arîyan, min kir nekir nekarî rakevim. Çawa otobus dadigere nav bajêr ez teslîmî xewê dibim. De îja di wê kêlîya teng de min xewnek dît…ya star! Xewneke pir ecêb û têra xwe balkêş, lê naxwazim di rê de ji te re qal bikim. Kengî em gîhaştin malê, me xwe rehet kir, bi bêhna fireh ez ê bibêjim.
-De baş e. Xewn xewna te ye, tu bi kêfa xwe yî. Û ya din jî, jixwe tu ne normal î, xewnên te yê çawa normal bin!
Sara bi awayekî şeytanî li min dinere, dimizice, dû re xwe bi min ve dişidîne û weynekîyan dike. Ez jî keysê pê tînim û ji qiraxa lêvên wê ramûsanekê didizim. Xweşîya wê dihere.
-Qehpikê! Ma ne te gotibû ez êdî li THYê dixebitim. Ka?
-Ka çi, dîno?
-Tew! Min jî li cem xwe digot ew ê bi teyareyê bê pêşîya min! Piştî ew qas sal bi pêşwazîyeke bêhempa…
-Ez bi xwe teyare me, lawê min, ez bi xwe! Ka bise kengî em gîhaştin malê bê çawa te li ser baskên xwe dikim û difirînim.
Kêm zêde em bîst deqeyan dimeşin. Piştî meşa bîst deqeyan em digihêjin malê. 
Xanîyê Sarayê di nav sînorên sîteyekê de ye. Sîte ji du blokan pêk tê. Xanîyê Sarayê di bloka başûrê sîteyê de, qatê çaran e. Di navbera her du blokan de hawizek heye, ne pir mezin e, lê ne biçûk e jî. Dora hawiz, ji bilî dewsa şenzlongan seranser dar û ber û kulîk û çîçek e.
Em di bin bêhna wê şênkayîyê de derbasî blokê dibin û bi asansorê derdikevin qatê çaran. Sara bêrîkên xwe dipelîne û difitile ser min. Ji mirûzê wê şeytanî û fiqurî difûre.
-Hîîî! Min mifte li hundir ji bîr kirîye.
Çendî dizane ku ez ê jê yeqîn nekim jî, terka van fen û fût û fiqurîyên xwe nake.
-Xem nake. Em ê jî li vir di hev nin!..
-Tolazê doxînsist!
Sara mifteyê ji bêrîka xwe derdixe, pê derî vedike û em derbasî hundir dibin.
Berî ez sola xwe ji pê bikim, çenteyê xwe datînim ber derî alîyê hundir. Hîn min derî negirtîye. Sara li min dizîvire û ji nişka ve êrîşî min dike, lêvên xwe bi lêvên min ve dişidîne û nefesê li min diçikîne. Ji hêlekê ve keysê pê tînim, xwe li wê xweş dikim, ji hêlekê ve jî hewl didim paşpaşkî nigekî xwe bigihînim derî, derî bigirim. Bi awayekî dijwar ez bi nigê xwe derî dahf didim, derî tê girtin. Em hevdu bernadim; him hevdu radimûsin, him jî hêdî hêdî ber bi salonê ve diherin, lê ez xwe nagirim û radihêjim wê, mîna zarokekê wê dixim himbêza xwe û em ber bi odeya raketinê ve diherin…