4 Ocak 2025 Cumartesi

şanogeha îmralîyê

Nav= Heger Ev Ne Fen e Ev Çi Ben e
Cîh= Şanogeha Îmralîyê
Şanonivîs= Mît
Mijar= Xurtbûna Ruhû Eşmeyê
Derhêner= Sirri Sureyya Onder
Lîstikvan= Apo, Altan Tan
Muzîk= Ozan Arîf

Perde ji her du alîyan ve vedibe. Li paş maseyê li ser kursîyeke textikî Apo rûniştîye. Li ser maseyê, li ber Apo perçeyek cebeş, ecûrek, du qitî, sê xîyar û tasek av heye. Altan Tan xuya dibe û ber bi Apo ve dimeşe. Tê li ber maseyê şipîya disekine. Di destê wî de kîsikekî naylon heye. Di binê kîsik de kulmek ax. Altan Tan bi ken wî kîsikî datîne ber Apo.

Apo
-Ev çi ye, Altan?

Altan Tan
-Ji Amarayê min ji te re kulmek axa pîroz anî, qudretlî serok.

Apo
-Tu ciwamêr î. Spasîya te dikim, Alto. Ka kursîyê bikişîne bin qûna xwe, rûne dîlimek cebeş, xîyarekî an ecûrekî bixwe, dû re em ê li ser rojevê bipeyivin.

Altan Tan
-Na ezxulam. Berî ez werim cem cenabê te, ez û hevalên di heyetê de me nan çand şorbê û me zik li xwe kir kelek. Spasîya cenabê qudretlî serok dikim. Bijî.

(Apo radihêje xîyarekî û diepişîne devê xwe, qertekê lê dixe û dibe xirmexirma wî, dixwe)

Altan Tan
-We li ser çi li hev kirîye? Dewlet çi dibêje?

Apo
-PKK yê çekên xwe teslîm bike. Efûyeke giştî yê çêbibe. Astengîyên li pêşîya zimanê kurdî yê rabin. Hêdî hêdî ber bi xweserîyê ve gav ê bên avêtin û hin tiştên din jî… 

Altan Tan
-Naxwe tu yê jî bê berdan anku azad bibî, ne wer qudretlî serokê min?

(Apo hêrs û aciz dibe)

Apo
-Te çi ji min e? Hi ii! Serê xwe bi kitekit û detayên te eleqeder nake re neêşîne. Ew ne problem e. Ez qudretlî me. Hundir an derve, ji min re her der qada berxwedanê ye.

Altan Tan
-Protokol an peymaneke nivîskî? 

Apo
-Hewce nake. Wek min got, serê xwe bi kitekit û detayan re neêşîne. Ez qudretlî me. Berê min xwe wek pêxemberekî didît, lê êdî min qonaxa pêxemberîyê derbas kir, nîvxweda me ez. Wek min berê jî dubare û nizanim çendbare kir, ez qudretlî me.

Altan Tan
-Birêz û qudretlî serokê min, tu çêtir dizanî, lê bawerî bi dewleta tirko nayê. Xwedan fen û fût e. Wek min got dîsa cenabê te dizane, lê protokolek an peymaneke nivîskî hebe, pir baş e. Ma ne gotineke me ya pêşîyan ya pir xweş heye…

Apo
-Çi ye?

Altan Tan
-Bira bira ye, bazar xuya ye.

(Apo hêrs dibe. Destê xwe bi hêl li maseyê dixe. Ew cebeş, qitî, xîyar û ecûrê ser maseyê dipengizin, li erdê belawela dibin. Apo çeng dibe ser xwe. Bi rabûna Apo ya ser nigan re Altan Tan diqutife, ew jî wek refleks ji nişka ve çeng dibe ser xwe)

Apo
-Kêfa min ji pêşîyên we yên paşverû û feodal re jî nayê, kêfa min ji wan gotinên wan ên beradayî re jî nayê. Ez qudretlî me û peyv li ser peyva min nayê kirin. Qedexe ye û hew! Here fermana min bigihîne Hevalê Cûma, bila çek mekên xwe teslîmî dewletê bikin û ew jî tava gerîlayan derbasî hêla Îranê bibin. Li wê derê dewleta Îranê yê têra kantonekê erd bide wan. Û heya ez nebêjim jî, bila ji kartol martolan û pîvaz mîvazan pê ve tiştekî din neçînin. Bi taybetî jî bila ji xeşxeşê dûr bisekinin. Û hevalên legal ên nav bajêr jî bila bi çalakîyên xwe, ji nû ve esas û temelê biratîya gelan deynin.

(Apo bêyî xatir ji Altan Tan bixwaze, li xwe dizîvire, ser dikê terk dike. Altan Tan destê xwe yê rastê diavêje paş stuyê xwe, kejika stuyê xwe dixwirîne û perde ji her du alîyan ve bi çepikên mêvanan re hêdî hêdî tê girtin)

Gotina Dawî
Axir…
Gelî belengazan,
bi kin û kurdîya kurmancî,
Apo xwestîye bi sibûta Altan Tan ji mirîdên xwe re bibêje, “Ez dewlet bi xwe me. Ez xwedan qudret im û qudreto me. Li min nefikirin, min çi ji we re got, wê bikin û hew!”
De îja ka aqil!