19 Ocak 2025 Pazar

bavê teyar

Azadî çi ye?
Azadî…
yan tu mirî yî yan tu azad î,
navber kûçikayî ye!..
Û navê kûçikatîyê yê din jî, bêdewletî ye, mixabin!
Balkêş e!
Dema min ev nivîs dinivîsand, ez bi mirina Bavê Teyar xemgîn bûm.
Ev gotin çi qasî li bejna te hat, Bavê Teyar. 
Bêguman…
Azadî, yan tu mirî yî yan tu azad î, navber kûçikayî ye.
Û di rêya azadîyê de te kûçikayî red kir.
Oxira te ya xêrê be, ruhê te her şad be, hunermendo!
Fikir, nerîn, îdeolojî li hêlekê, Bavê Teyar li ser axa kurdan, bi zimanê kurdan, li gorî ruh û hîs û hestên kurdan û bi hesasîyet û mentiqa qerf û mîzaha kurdan hunera xwe radixist pêş çavan.
Di nav bêderfetîyê de xwedîyê hunereke qerase bû, Bavê Teyar.
Û heger wek xelk û alemê em azad û dewleta me serbixwe bûya, Bavê Teyar ê bibûya Bavê Mîzahê.
Bi hunerê civak xurt dibin, pêş dikevin û bi hunermendên qerase jî huner vediguhere çekeke mezin.
Bavê Teyar yek ji wan qeraseyan bû.
Axir…
Kurdhunermendekî qerase ji kîsê kurdan çû!
Ruhê te şad be, Bavê Teyar anku Bavê Mîzahê!

Gotina Dawî
Axa ku bi xwîna hunermendan bê avdan, ew ax ê tu carî beyar nemîne.

Gotina Herî Dawî
Îşev, ken jî digirî!