Zanînîngeh çîyê ilm û îrfanê, cîyê felsefe û zanînê bûn.
Li wir, tenê mejî, dil, hest, hîs, xeyal, nerîn, hêla afirînerî kedî anku terbîye dibûn.
Û jixwe…
Dema bi wê vîzyonê tu ji derîyê wê zanîngehê derdiketî, peydakirina karekî anku qezenckirina pereyan nedibû pirsgirêk.
Nuha…
Zanîngeh ji xwebûna xwe dûr ketine. Ji bilî çend îstîsnayan, pirê kesan tenê ji bo qezenckirina pereyan zanîngehan dixwînin êdî, mixabin.
Ya din jî…
Ji her tiştî re, ji her beş û qada jîyanê re zanîngehek ava kirine;
tirşikolojî, mastolojî, quzilqurtolojî, masturbasyonolojî…
Heyf, lê xema kê ye!
Jixwe sîstem girseyeke weha dixwaze; mirîd, gêj û ehmeq.
Axir…
Rojekê hevalekê ji min re peyamek şand. Vê hevalê li ser medyaya sosyal ez dişopandim, lê rûbirû me hevdu nas nedikir.
Peyam weha bû:
-Te bi kurdî dinivîsand, loma jî bala min kişand, lewra kurdîya min qels bû, min got bi xêra te û yên wek te ez ê kurdîya xwe xurt bikim.
Lê…
Rexneyên te yên li ser hevalan pir hişk û tûj bûn. Xwe bi xwe min ji xwe re got, “Ev ciwamêr teqez barzanîperest e.” Çend roj derbas bûn nebûn, ne bi wê hişkî û tûjîyê be jî min dît te zîhnîyeta başûrîyan jî bi tundî rexne kirîye. Şaş mam! Tu ne apoyî bûyî, ne jî barzanîyî.
Dû re…
Piştî çend rojên din te li ser nezanî û bêvîzyonîya neteweperestan jî xwe aciz kiribû û ew rexne kiribûn. Min nekarî bigota tu sîxwir anku ajan î jî, lewra ji bilî kurdî te bi tu zimanî jî nedinivîsand. Ez li te mame heyirî. Nema dizanim ez ê bi çi çavî li te binerim. Ev tu ji min re nabêjî, tu çi yî, tu kî yî? Tu li ser çi îdeolojî û dînî yî?
Di bin simbêlan de kenîyam, lê bêguman wê ez nedidîtim. Tenê min ev peyam nivîsand û jê re şand:
-Mejîyê min heye û ez difikirim!..
Dû re…
Bêguman me rûbirû jî hevdu nas kir û …
Axir!
Gotina Dawî
Nebin mirîdê tu kesî, tenê bibin mirîdê mejîyê xwe, lê heger hîn bi nav mejîyê we de nemîstibin!..