18 Ocak 2025 Cumartesi

rojev û xweserîya genetîkî

Heger ne Xwedê bûya,
pardon anku bibore…
heger ne Amerîka bûya, Mesûd Barzanî û Mazlûm Evdî li kêleka hev rûnediniştin.
Loma jî…
bi min, ji dêvla hûn dibêjin, “Bijî yekîtîya kurdan!” bibêjin, “Xweda kêmanîya Amerîkayê nede!”
Îja heyran…
Kes ji kesî ne kurdtir e anku her kes dikare ji xwe re bibêje ez kurd im, lê kî dikare li gorî pîvan û hesasîyetên kurdbûnê tev bigere, ew girîng e,
ji ber vê yekê jî…
erê, kes ji kesî ne kurdtir e, lê hin kurd ji hin kurdan saxlemtir, duristir, bivîzyontir û çêtir in.

No. 24
Fîlmekî Norveçê ye. Qala serdema nazîyê dike.
Balkêş e.
Heger we bi xwe re dît û zeman û derfet hebe, lê temaşe bikin.
Di sahneyekê de dîyalogekê bala min kişand. 
Xortekî norveçî ji bo neteweya xwe ji bin zilm û zordestîya nazîyan rizgar bike, dibe endamê rêxistinekê.
Amûra banknotan hewce ye. Ji bo bi rê û rêbazên îllegal destek û piştgirîyê bidin rêxistinê, ev xort li ser navê rêxistinê derdikeve hizûra berpirsê giştî yê bankeyekê, ji berpirs ji bo çend rojan amûra banknotan dixwaze. Berpirs him metirsîyan dike, him jî pê bawer nabe. Radibe ser xwe, dibêje:
-Heger alman bibihîzin, ew ê fermana min rakin. Ne tenê ya min, ya hemû berpirs û xebatkaran!.. Mixabin, ez nikarim xwe têxim nav vê rîskê!”
Pê re dimeşe heya ber devê derî û ji asîstana xwe re dibêje, wî bi rê bike. 
Xort ji cîyê xwe naleqe, li xwe difitile, ji berpirs re dibêje:
-Ma qey tu dixwazî nevîyên te bi almanî bipeyivin?”
Bi bihîstina vê gotinê berpirsê bankê fikra xwe diguhere û alîkarîyê dike.
Îja we fêhm kir bê çima ez ew qasî dibêjim, “ziman û ziman”! 
ango ne “serok û slogan!..”

Dibêjin Yilmaz Ozdîlê kemofaşîst nexweş e û dil arîze daye!
Bi îhtimaleke xurt qolincên zayînê anku qolincên serxwebûn û azadîya Kurdistanê tesîreke neyînî li dilê wî kirîye.
De Xweda û Şeytan bi hev re hêl û qawetê bidin rêzdar Ruhsitîn beg!
Axir…
Belkî du sê rojên din ber bi Îzmîrê ve herim. Heger ez çûm, ez ê herim serîyekî bidim kemofaşîstê xwe, devê xwe têxim guhê wî û jê re bibêjim, “Yilo! Te dî helbestvanekî me hebû, digot, ‘Kurdistan bar kir, çû û nema!’ lê wa ye Kurdistan li axa xwe vedigere, lê wa ye Tirkîye bar dike, diçe û namîne!”
Hêvî dikim bi bihîstina vê mizgînîyê re dil ê di qûnê re navêje!

Gotina Dawî
Şerê kurdan û nekurdan e ev şer, lewra tirkbûn zirderewek e.