11 Ocak 2025 Cumartesi

eşqeke nîvcomayî

Seet bi ser nîvê şevê ketîye. Li derve baraneke hûr dibare. Çipikên wê cama paceya paş min dixwirîne. Bi dengê her çipikê re xewa li dora min dihere û tê, vediciniqe.
Li hundir ronayîyeke mirarokî ya loş heye. Belkî jî ew ronayîya mirarokî ya loş xemgînîya wê şevê dinixumîne. 
Kerem Gerdenzerî bi wê sewta xwe ya nerm, henûn û têra xwe romantîk rehên dilê min ên tehenîne, dinermijîne, wan ji ser hev radike; hestên min ên li xwe mane heyirî, aş dike. 
Dubleyeke vîskî li ber min e, hêdî hêdî vedixwim. Ne cixarekêş im, lê di rewşên weha zîz û delodîn de, heger hebe cixareyeke ji cixareyên esîl dê ne xerab be. Huso jî ne li cem min e ku bibêjim ka ji kekê xwe re cixareyekê bipêçe.
Telefona min a li ser sêpayê lê dide, lê ji ber ku di bêdengîyê de ye, dereng pê dihisim. Navek li ser ekranê ye, lê nizanim ji tesîra şevê ye yan di binê tûrikê bîranînan de maye, nayê bîra min, lewra jinên diketin jîyana min, tu carî bi navên xwe yên rastîn nedihatin tomarkirin:
“Dînê! Delo! Bêro! Keybanûyê! Şahbanûyê! Berxê! Berxikê! Keynê! Canê! Cancanokê! Ew! Eşqê! Keskokê!…”
Ku me hevdu zêde aciz û bêhuzûr nekiribe, ew nav di rehbera telefonê de wek xwe dimînin. Ev nav jî wek xwe mabû.
Ez telefonê vedikim û didim ber guhê xwe:
-Alo! Şev xweş!
Û bêdengîyeke kurt… sewta wê ya germ û nerm ku bi meriv mîna baweşînkê tê, ez diherim deh sal berê. Rîtma dilê min diguhere, bileztir lê dide. Kelecan û aramîyeke şêrîn seranserê bedena min dîl digire. Di wê kêlîya kin de ew salûnîva min û wê ya beramberî emrekî, mîna fragmana fîlmekî li ber çavê min diherike.
-Dîno! Çi bû? Te jimara telefona min jê birîye yan ji şok û kelecanê te zimanê xwe xwar?
-Tu! Tu!..
-Erê, ez!
-Çima anuha? Ma tu Xweda yî?
-Çi bû? Çima?
Kenekî qerfok ji nav lêvên wê dipeke, di guhê min de olan dide.
-Ev serê çend rojan e min destên xwe vegirtibûn, li kulmek nefes, li kulmek huzûr digerîyam. Û pêjna te xuya bû… tu tu Xweda yî yan Xwedê tu şandî?
-Qey li min eyan bû, nizanim. Lê ji rewşa te dîyar e tu ne dînê berê yî, hinekan tu baqil kirîyî. Tew min jî xwe qure dikir, min digot kes ê bi qasî min te bênefes nehêle, lê…
Bêdengîyeke kurt min li xwe vedigerîne û wê şoka kêlîyeke berê ez dîl girtibûm, belav dibe.
-Ka dev ji min û rewşa min berde. Tu kengî hatîyî? Çima hayê min jê tune ye?
-Ji zû de ye, lê di erênayê de bûm. Çend caran ez ketim rehberê, min xwest telefonî te bikim, lê nizanim çima her cara ku jimara te li ser ekranê xuya bû, mejîyê min bi min re xeyidî û min ew taqet di xwe de nedît telefonî te bikim.
-Lê dilê te?
-Êdî ferman di destê mejî de ye, mixabin. Zemanê berê fermandar dil bû û mejî jî kûçikekî dera hanê bû. Lê dil êdî teqawît e, Dîno. Ew jî bi me re diweste, dibetile û piştî demekê dihere ji xwe re li quncikekê pal dide.
-Lê wek ku dil derbe li mejî çêkirîye û êdî ew e desthilat û hukimran, hi ii!
-Nizanm.
-Ka bibêjî dînê! Tu li ku yî nuha? Tu çi dikî? Herî dawî ez ne şaş bim tu li Fransayê bûyî. Yan ez şaş im?
-Erê, rast e. Ez li Fransayê bûm, lê min û mêrê xwe dev ji hevdu berda, nuha li Îzmîrê me. Sê meh in li vir im…
-Bi malbatê re yî?
-Na lo! Îja malbat! Piştî vî emrî derdê malbatê tê kişandin! Min li THYyê dest bi kar kirîye, li Foçayê min ji xwe re xanîyek kirê kirîye, bi tena serê xwe dijîm.
-Êê!.. Êdî tu venagerî Fransayê yanî?
-Na. Êdî ez ê li vir bim. Na heger ez ê acizîyan bidim te, ez dikarim vegerim.
Ken, coş, kêf, bêrî, hêvî, xeyal, bêhna şehwet û arezûyê… hemû rengên jînê wê kêlîyê bi ser me de dibarin.
-Sara! Tu poşman î?
-Ji bo çi? Çi poşmanî?
-Bi naskirina min, ketina min a jîyana te… Bivê nevê me demeke ne pir kin bi hev re derbas kir. Û bi qasî kêf û coş û bextewarîyê, piçekî êş û xemgînî jî bû para me. Em hînî hev bûbûn û ji nişka ve ez ji te dûr ketim.
-Tu ji min dûr ketî yan hinekan tu ji min dûr xistî, dîno? Qûna te elimîbû tilîkan, tu rehet nedisekinî!
-Bibore, dînê, bibore. Piştî te, ji bo te jî, ji bo xwe jî pir li ber ketim û êşîyam, lê çi bibêjim, wî zemanî neditebitîm. 
-Ne ku tu neditebitî, te nekarî hukm li kîrê xwe bikira, berxê min. Ji we nivîskar û hunermendan re îlham, tenê sîngên gewr in. Û bi sîngekê jî hûn nayên ser. 
-Axir… tiştê çû, nede dû!
-Dîno, te got poşmanî! Na, ne poşman im. Erê, te ez pir êşandim, lê heger îro bûya, teva ku te nas dikim, dîsa min ê xwe li wê serserîtîya delodîn biqewimanda. Ma jîyan ne ji kulmek bîranîn pêk tê? Û di vî temenê meriv yê ne pir kin ne pir dirêj de, ma çend caran tiştekî werê tê serê meriv? Meriv dikare bi çend kesan re van hîs û hestan bijî? Me têra sê emran bîranîn dan ser hev, sê emir. Îja poşmanî! Tu him êş bûyî him xweş bûyî, lê tu tişt bê bedel nabe. Jixwe jîyan tiştekî weha ye, lo. Divê meriv her hestê tehm bike, çi êş çi xweşî. Min pir dixwest tu bibî mêrê min, lê min baş dizanîbû tu yê nekarî bibî mêrekî baş. Erê, çendî potanselîya mêrekî maqûl ango standart bi te re tune be jî, tu yar û hevalekî hêja û bêhempa yî. Rojek bi te re berberî sed rojan bû. Ew salûnîva me bi hev re derbas kir, bîranînên me di wê salûnîvê de dan ser hev, gelek jin û mêr bi hev re kal û pîr dibin, lê bi qasî wê salûnîva me bîranînan nadin ser hev. Jixwe min bi te dizanîbû û bi te re dest bi vê têkilîyê kir, loma jî heqê min tune ye ne gazinan bikim, ne jî têkevim nav xem û poşmanîyê. Axir… Me bi hev re kêf kir, me bi hev re rojên xweş û geş derbas kirin, bi hev re me li tehma şadîyê nerî, loma jî madem ez bûm şirîka kêf û şadîyê, hewce ye ez bibim şirîka êş û xemgînîyê jî. Ma ne wer? Ya din jî!..
Bi qasî nefesekê bêdengî çêdibe:
-Ya din jî?
-Qedera me sapyoseksuelan ev e, mixabin!
-Dînê!
-Çi?
-Bê nefes im! Tu yê bibêjî qey ezman bi ser min de tê xwarê û di bin de difetisim. Xwezî nuha tu li vir bûyayî û min xwe di himbêza te de bicivanda ser hev û te jî serê min danîya ser sînga xwe, bi pêsîrên xwe ve bidewisanda. Û li ber bêhna wan pêsîran ez di xew re biçûma…
-Tu çi sekinîyî, dîno, hi ii? Ez êdî li vir im. Ka were ez serê te deynim ser sînga xwe û bi henûnîya rojên berê te aş bikim. Piştî deh salan em birînên hev ên hîn û hîn qalik negirtine, bixwirînin, derman bikin.
-Le ku bin qêlik hîn nekewîyabe?
-Ma ne hêja ye em careke din biceribînin? Deh salan ji te dûr revîyam, lê reva min pere nekir. Wek ku pêşîyan gotîye, “Reva pisîkê heya kadînê ye.” Eynî wisa. Ez ji te hêrs bûm û ji bo te ji bîr bikim, çûm bûm jina yekî din, lê tenê bedena min bû ya wî. Neh salan, her cara ku mecbûr mam, çûm ketim himbêza wî… off off! Ew jî cureyeke tecawizê ye, seksa bê dil… mixabin! Xwedê giravî bi wê kiryarê min xwest te ceza bikim, lê di eslê xwe de min xwe ceza kir. Naxwazim vegerim wan rojan. Piştî te tam salekê bi ser hişê xwe ve nehatim, lê… axir, bi qasî te, pêdivîya min jî bi te heye; bi nefesa te, bi henûnîya te, bi sohbeta te û… bi bedena te…
Kêlîyekê îskeîska wê dibihîzim li hêla din. Hêsirên wê yên tije hesret û bêrî ji min nexuyane, lê ji çend niqut hêsirên li ser gepên min li xwe heyirîne, ez rewşa wê texmîn dikim.
Dû re bêvila xwe dikişîne û bi nîvkenekî derewîn atmosfera wê kêlîyê ya dilêş belav dibe.
-Ez bilêta te bibirim? Êdî ez nîvkapitalîstek im û têra xwe qezenc dikim, haa!
-Na dînê, na. Tu mazûvantîya xwe bînî cîh, ez dikarim heqrêya xwe bidim. Haa! Wek rojên berê ez ê şeraba xwe jî têxim binê tûrikê xwe û bi xwe re bînim.
-Tu bi kêfa xwe yî, lê ma te ji bîr kir qey? Ez ji Fransayê hatime û di mahzena min de têra çardeh şevan şerabên Bordoyê hene.
-Naxwe ji îşev pê de her şev li ezmên binere, ku çavên te bi heyva çardeşevî ketin, hêdî hêdî dest bi hazirîya şevê bike, lewra ez ê nêzîkî te bim, wê şevê.
-Woww! Rebê romantîzmê dîsa ji ayetên pîroz peyivî. De ka dev ji henek menekan berde. Bera jî tu yê kengî bêyî?
-Surprîz!
-Kuro, roja tu yê bêyî, belkî ne li malê bim. Belkî min yek bera ser xwe dabe. Hela hela!
Kenekî qehpikane di guhê min de olan dide, lê ew gotinên bêehlaq tevzeke erojen li bedena min bar dike, lîbîdoyên min bi mejîyê min ve radipelikin. Min dîn û har û sersem dike.
-Tişt nabe. Sînorê fantezîyan tune ye ji hedonîstan re.
-Tu çi bêehlaq î!
-Erê, lê bêehlaqîya min ji ehlaqê civaka te pak û paqijtir e.
-Ooo! Xweş bû. Ev aforîzma bi min xerîb nehat. Ne şaş bim di dosyaya te ya aforîzmayan de hebû. Berî tu bişînî çapê te ew dosya ji min re şandibû. Baş tê bîra min, ji hemû aforîzmayan herî pir vê aforîzmayê bala min kişandibû.
-Waa!
-Erê erê. Heya baş tê bîra min, wê şevê heya dereng, li ser terz û şêwaz û bikaranîna te ya zimên jî em têra xwe peyivîbûn. Kûrayîya zimanê te, tevnsazî, hevoksazî û estetîzma hevokan pir bala min kişandibû. Û ez li xwe û tiştekî din mikur bêm!
Keserekê ji kûrayîya kezebê dikişîne, lê napeyive, bi qasî çend sanîyeyan bêdengî çêdibe.
-Wê şevê min ji xwe re got, divê ez vî zimandirêjî bera ser xwe dim!
Hakehaka kenê wê yê qehpikane bi guhê min ve radipelikê.
-Waa!
-Erê weleh, nikarim derewan bikim.
-Dînê, lê îşev tiştekî jî bala min kişand…
-Çi?
-Ji bo fransîyekê kurmancîya te jî ne xerab e, haa! Erê, ev deh sal in tu li Fransayê dijî. Meriv dizane tesîra fransî li şêwaza te bûye, lê têr û xweş û herîkbar e. Weleh tu kurd qîza kurdan î. Tu jineke esîl î. Her bijî!
-Erê, ne xerab e, lê carinan bêhemdê xwe di nav hevokan de peyvek duduyê fransî jî li nav dixim.
Dikene.
-Himm! Super!
-Dîsa çi bû?
-Zimanê kurdî erotîk e, zimanê fransî jî romantîk… De îja her du bi hev re. Offf!
-Kuro dîno, henek li hêlekê, berî ku tu yê bêyî, hayê min jê çêke. Em jin in, berxê min, ne wek we ne. Kuafor muafor, pedîkur medîkur heye û axda…
-Baş e baş e. Lê bi îhtimaleke xurt ez ê hefteya pêşîya me bêm. 
-Ê de baş e. Bi destûra te… sibê kar heye û hewce ye zû şîyar bibim. Şeva te bimîne xweş.
-Dînê!
-Kuro, dereng e. Şev li min çû, ez hew şîyar dibim. Sibê ez ê telefon bikim, em ê bipeyivin. De haydê haydê. Şev xweş.
-Îşev wek nuh ji dawa dêya xwe bikevim!
-Euwww! Min nedizanî te ew qasî bêrîya min kirîye….
Kenekî têrşehwet ji nav lêvên wê dipeke. Hakehaka wê, di wê bêdengîya şevê de olan dide.
-Min dizanîbûya bi vê xezebê te bêrîya min kirîye, pênc sal berê min ê terka wî xwelîserî kiribûya, dîno!
-Zeman Xweda ye, dînê, Xweda! De here ser xweşîyê. Şev xweş.