Heger birçîbûna seksê ne bi vê xezebê bûya, ev keç û jinên li ser medyaya sosyal mîna fêkîfiroş û zebzefiroşan qûn û quz û pêsîrên xwe radixin pêş çavên me ango pêşkêşî me dikin, dê çi xwelî li serê xwe bikirana!
Di esasê xwe de,
çendî hin jin xwe aciz bikin jî, civakên paşverû û nezan bi kêrî jinan jî tên, loma jî pirê jinan ji vê sîstema mêrane ku mêr hov û birçî ne, acizîyan nakin;
nakin, lewra…
ew bi xwe jî baş dizanin di civakên pêşketî, medenî û modern de fêkîyên wan ê pere neke.
Axir…
Bijî azadîya paşverû ya postkîrquzîst!
Azadî!
Di vê serdema me ya kes nizane bê kîrê kê di qûna kê de ye, “Bijî Azadî!” slogana herî populer e,
lê belê…
tu kes jî ji azadîyê hez nake,
mixabin;
her kes (çi takekes çi partî çi rêxistin çi sazî) hewl dide te bike mirîdê xwe
û jixwe ew bi xwe jî mirîdê hin kesên din in.
Axir…
Herin ji Azadan bipirsin,
Azadên ku navên wan Azad in jî ew ê ji we re bibêjin, “Mixabin, lê ez ne azad im!”
Îja heyran…
Heger gen genî bin, xwelîserî genetîk e.
Ez bi xwe…
li dijî desthilatîya kurdan im!
Heger sibê, bi saya Xwedayê jêrîn anku Amerîkayê Kurdistan azad û serbixwe bibe, divê amerîkî, cihûyan anku israîlîyan deynin ser textê desthilatîyê,
lewra…
vî zemanî bi zîhnîyeta kurdan dewlet mewlet nayê birêvebirin anku îdarekirin. Hewce ye pêncîsalekî li ber destê cihûyan/israîlîyan hînî sîyaset ê politîka û lobî û dîplomasîyê bibin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
birêvebirina dewletan naşibe quretîyên qesr û qonax û mizgeftan.
Axir…
Gotina Dawî
Kuro lawê Hecî Sînan, emrê te sê tirên keran maye, êdî bes xwe bihetikîne loo!