10 Ocak 2025 Cuma

çare ji vê zîhnîyetê re tune ye


Çi xweş gotîye, Alfred Adler:
“Meraqa li ser kubir û hewê, yek ji nîşaneyên/semptomên herî berbiçav ya kompleksa xwebiçûkdîtî ye.”
De îja were xwelîya vê civakê li serê xwe bike bê ev civak, biçûk mezin, xwende nexwende, zana nezan çawa heya qirikê ketîne nav vê xwelîserîyê.
Alfred Adler, pisporê kûrama psîkolojî ya takekesîyê ye û di pisporîya wî de du têgehên girîng hene: 
1-Hîsa xwebiçûkdîtî
2-Hîsa xwemezindîtî
Alfred Adler serê xwe bi xwezayî û kûrayîya însên re êşandîye û bi çavê sosyal-psîkolojîk nêzîkî vê meseleyê bûye bê tesîreke çawa li karektera însên dike. 
Piştî van lêkolîn û lêpirsînên xwe, bi xwe daye qebûlkirin anku serwext bûye ku rabûn û rûniştina meriv, tevger û hereketên meriv, nerîn û dîtina meriv bi pêwendî û danûstendina derdora meriv a civakî/sosyal re dikemile û bi vî awayî karakterek rûdine.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ciwamêr dixwaze ji me re bibêje, binhişîya xwe kedî anku tedawî bikin ku nehêle hûn bi kubir û hewa û fors û prestîjê serxweş bikevin.
Bêguman…
Girêdayî vê meseleyê, kêm zêde rewşa me kurdan jî weha travmatîk e, mixabin.
Piştî civaka me bi awayekî fehş û nezan polîtîze bû, ev kompleks û travma li ser derûnî û karektera me jî birîneke mayînde hişt ku îro ro em nizanin em dijîn an em nîvkuştî ne.
Zîhnîyeta apoyî, bi salan zarokên kurdan bi armanca rizgarkirina Kurdistanê ber bi çîyê ve kişandin. 
Dû re…
li çîyê, bi teorîyên xav û bi sloganên pûç û xapînok mejîyê wan zarokan şuştin û ew zarok ji bo armancên xwe yên qirêj kirin şervanên mirîdane. 
Piştî demekê…
ew zarok bûn şervanên mekanîk û ji armancên neteweyî dûr, tenê ji bo armancên megalomanan xizmet kirin.
Kuştin! Hatin kuştin!..
Anku…
ji sîstemên qirêj re artêşeke robotîk çêbû. Û anuha jî ew robot tenê bi xwezayî û xwebûna xwe re şer dikin.
Bêguman…
ji bo pîrozwerîya vê zîhnîyetê, li nav bajêr jî ev zîhnîyet serdest bû û ji bo danasîn û reklama wan şervanên mirîdane ên robotîk, her weha çalakvanên mirîdane ên robotîk jî hewce bûn. 
Loma jî…
ji bo dilê wan çalakvanan xweş bibe, wan bi xwe ve girê bidin û ew çalakvan erk û wezîfeya xwe bi cîh bînin, pêdivî bi maqyajeke prestîjî hebû û texsîr nekirin/nakin, çi madî çi manewî…
Axir, li nav bajêr, bi saya wê sîyaseta beloq, bi binhişîya însên lîstin; dilbijandineke sûnî/çêkirî/sexte bi wan xweş û şêrîn kirin û ew jî bi ber bayê kubir, hewa, fors û prestîjê ve ketin.
Lê hay ji xwe hebin!
Ew kompleksên we yên nekedîbûyî serê we ji gewdeyê we hilneqetîne!

Gotina Dawî
Baldar bin û bi kêlîyên sexte nexapin. Hema ku nigê we bişemite, ne bawerîya we, ne pêxemberê we, ne Xwedayê we, tu kes ê nikaribî we xelas bike!
Îja heyran,
ev nexweşî nexweşîyeke çawa ye û bê ka tedawîya wê jî heye tune ye, bi rastî jî nizanim.
Meriv here li derîyê hemû psîkîyatr û derûnînas û civaknasên herî qerase bixe jî, bawer nakim çare yan jî tedawîyekê ji vê nexweşîyê re bibînin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Xwedê jî têkeve nav vê zîhnîyetê, di nava du sê mehan de ew ê bi xwe jî êdî bi nigê wan lê bixe!..