23 Ocak 2025 Perşembe

her çûyîn destpêka çîrokeke nû ye

Min got:
-Ez ê bibim çavên te,
ji bo tu xwe û jîyanê nas bikî, tu pêşîya xwe bibînî, tu xweştir li jîyanê binerî û perspektîfa xwe xurt bikî, nehilkumî li astengan…
Got:
-Na!
Min got:
-Ez ê bibim guhên te,
ji bo tu bi ahenga dengan bihîsî û zimanê te li xwe neheyire, bi awayekî bixwebawer bibeze…
Got:
-Na!
Min got:
-Ez ê bibim mejîyê te,
ji bo tu xwe û derdora xwe bi awayekî berfireh tehlîl bikî, analîz bikî û bi nefsên bêhempa orgazm bibî…
Got:
-Na!
Min got:
-Ez ê bibim hestên te,
ji bo tu ji bedena xwe hez bikî û bi çavên hunerî jîyana xwe bixemilînî…
Got:
-Na!
Min got:
-Ez ê bibim mentiqa te,
ji bo tu çê û xerab ji hevdu nas bikî û tu hîç neşemitî…
Got:
-Na!
Min got:
-Ez ê bibim dengê te ji bo tu azadîyê biqîrî…
Got:
-Na!
Min got:
-Ka ji min re bibêjî, tu çi dixwazî?
Got:
-Bibe mêrê min!
Min got:
-Ya rehet ev e, lê ez dikarim bibim her tiştê te, tenê nikarim bibim mêrê te.
De îja,
vî zemanî jî, emrê mêrekî ji sê tirên keran kêmtir e.
Û ez rabûm ser xwe, min çenteyê xwe avêt nav pişta xwe, sola xwe xist pê û derketim derve. Ji otobusa min re hîn du seet heye…
-Bi ku de?
-Ez ê derkevim parsê!
-Parsa çi?
-Ez ê derkevim parsa jinekê ku ew jin birçîya jînê ye…
Û xwe bi xwe min got:
-Her çûyinek, destpêka çîrokeke nû ye…