“Heyran heger ne fen e, ev çi ben e?”
Got,
“Na. Ew benê doxînê ye, ne xem e!”
Evdilayê ku doh bi eşqa Kurdistaneke azad û serbixwe keç û lawên kurdan kişandin çîyê, îro li ser xwîna wan keç û lawan bingeha paradîgmayeke nû diavêje.
Di vê paradîgmaya nû de, Evdila serê govendê dikişîne, lê jixwe kî xal be, Evdila heval e, ji qewla pêşîyan.
Û êdî gîyha jî hew şîn tê li ser gorên pêşîyên me, lewra mirîd diherin diçêrin li wê derê.
Selahattîn Demîrtaşê ku carinan dibû Selo, carinan dibû Selo başqan û carinan jî di xewn û xeyalên xwe de bi ser pişta hespê xwe diket û dibû Silahedînê Eyûbî, li Edîrneya xopan li ber lambeyên gazê romanan dinivîsîne, bi tirkî…
Û heger ev paradîgmaya Evdila bi ser nekeve, îhtimal e Edîrne ji destê Tirkîyeyê derkeve, têkeve destê Yewnanîstanê.
Lê ez bawer nakim sebra Selo li Yewnanîstanê bê. Ditirsim wek rehmetîyê Ahmet Kaya lê bê û debar neke, dil milê wî bisekine, loma jî berî ku Edîrne têkeve destê yewnanan, bi îhtimaleke xurt ew ê ji hefsê firar bike û here xwe biavêje bextê Enqerê.
Sirrîyê ku kes nizane bê bi çi sirrê bi vir û wê de dibeze, derî bi derî, qul bi qul digere ji bo efûyeke giştî.
Erê navekî li van çûyinhatinan anku civîn û hevdîtinan nakin, lê wer xuya ye dilê wan heye rojevê pîne bikin.
Ka aqil!
Ma pîne li tavê anku li royê dikeve?
Na.
Pîne li du tiştan nakeve:
1-Tav/ro
2-Qûna çirîyayî
Îja heyran,
ev ê ku wek garana ker û golik û ciwange û dewar mewaran bi vir de wê de zîz dibin û qûnê li xwe diçirînin, tenê nan diçînin şorbê û hew.
Û kurd jî êdî fentezî bûne jixwe, hew şorbê dixwin bi nêta şîvê.
Axir…
Heger berî mirinekê ev paradîgma nebe pere û neşewite, li Tirkîyeyê pirê tirkan ê navê zarên xwe bikin Evdila, pirê kurdan ê jî navê zarên xwe bikin Dewlet.
Û Dewlet ê jî bibe dewlet ji me re, di berdêla dewleta me de.
Gotina Dawî
Armanc û hedefa vê paradîgmayê ew e, bi stratejîyeke peredîgmayî kurdan kêm, kurdkokenlîyan pir bikin.
Û hûn sax, ji qewla seydayê min Laleş Qaso.