13 Ocak 2025 Pazartesi

helbestên nehelbest (zarokekî depresîf im ez)

zarokekî depresîf im ez
bi awayekî depresîf derketime ji malzaroka dêya xwe
û ku serê min ji quz şemitîye li ser erda sar û tazî bi deqeyan bûye kazekaza min mîna cewrikekî tûle
ji dilqê min ewil girî dû re ken pengizîye
loma jî carinan devliken carinan jî kelogirî me ez
zarokekî depresîf im ez
emrek bi xwas derbas bûye
sol ji nigan pengizîye
lîçik ji poz herikîye
spî ji por rewîyaye
qilêr li xwe heyirîye
zarokekî depresîf im ez
ji rehma xwedê bêpar
mirîdê şeytên im ez
mûdî me
bêhawe me
dibeliqînim nav çavê xwe
zarokekî depresîf im ez
di kelekela germa havînê de
bi marmarokan re dilîzim
di qefalîya zivistanê de dikevim çem
payîz û biharan difîkînim mîna tolazekî sersem
zarokekî depresîf im ez
ne li mozart guhdarî dikim
ne li beethoven guhdarî dikim
ne jî nahletekê tînim li qûna emînê erbanî yê teres
zarokekî depresîf im ez
tu carî min nedaye dû pez
ne jî bûme kerekî nav rez
zikekî têr zikekî birçî
her min gotîye ez û ez
zarokekî depresîf im ez
di nava kefa destê xwe de mêşekê 
gêj dikim dihejînim
li ber guhê xwe digerînim ez
û bi cizbê dikevim li ber senfonîya wê mêşê
mîna derwêşekî balûle û serxweş
zarokekî depresîf im ez
her ku mele azan dide diherim kevirekî diavêjim kûçikê bêkes
da ku hewteheta kûçik bifetisîne deng û awaza wî melê jinhez
û nimêj li bavê min here 
bavê min hêrs bibe here xwe biceribîne li dê û jina xwelîserê teres
zarokekî depresîf im ez
lê tu carî serî danînim li ber kesî
ez