-Kuro law, ma bi Xwedê êdî em hew diwêrin bibêjin “Heger ne fen e, ev çi ben e?” Lê êdî ciwamêran eşkere fenê jî û benê wê jî dixin qula çavên me!
-Xalo, ji bo Xwedê ka piçekî zelal bike lo! Weleh tew ev teorîyên te yên ji şîfreyên Da Vîncî dijwartir, mala meriv xera dike heya meriv ji hev derdixe. Ezxulam, ez dibêjim, “dem, pêvajo, surec” tu radibî ji min re qala fen û ben û nizanim çi dikî!
-Ê hey kurê kerê, ma tu di guhê gê de dijî, hi ii! Ma ne pêvajoya benê doxînê dest pê kir…
-Çi çi çiii?
-Çi û quzilqurt û mirina bin zikê te! Kuro li ser doxînê li hev kirine, li ser doxînê. Serokê sererd û binerd ji Hakan Fîdan re gotîye, “Jinekê ji min re bixwazin, lê bila neketibe menopozê. Qelenê wê bidin, zêrên wê çêkin, min bizewicînin. Dû re xanîyekî duqat ji min re bigirin, lê kirîya wî xanîyî li ser we. Û bila ew xanî nêzîkî xanîyê kirîbê min Bahçelî be. Her weha ji SSKyê jî meaşek.”
-Êê?
-Ê ê! Li hev kirine û ji Hakan Fîdan re gotîye, “Bi soz, heger hûn van daxwazên min bînin cîh, ez ê we ji vê pirika PKKê xelas bikim û wan bişînim hêla Îranê, wan bikim belaya serê Îranê.”
-Bawer nakim xalê Cemîl û xalê Mûrad qebûl bikin. Ew ê xwe bi erdê bidin weleh.
-Na na. Ew ê ji wan re jî çareyekê bibînin. Bi operasyoneke cerahî rûyên wan biguherin û ji her yekî re li ser navê wan A-101 marketekê tapo bikin û mesele safî dibe. Jixwe li hidûdê Tirkîye û Îranê hînî tucaret û bazirganîyê jî bûne. Bi telaqên bêfitû, ku bikin karê xwe, di nav pênc salan de marketên wan ê qayîşê bi Mîgros û Carreforên Sabancî û Koçan re bikişînin.
-Xwedê ji te razî! Ma te kir çi! Çawa çêbû! Tew ev teorîyên te yên komployî ji teorîyên Ednanê Farqînî ecêbtir in. Te ji ben û doxînê dest pê kir, tu çûyî te di çareserkirina pirsgirêka kurd û tirkan re derxist û problema bi salan bi benê doxînê safî kir.
-De here ji xalojna xwe re bibêje bê hukmê doxînê çawa ye, bila ji te re bibêje, bêhişo! Bi Reb, ku rep bibe, tu hêz û qawet nikare xwe li ber bigire û çav êdî tiştekî nabîne, mejî bloke dibe!..