13 Ocak 2025 Pazartesi

sînemê sînemê stara rebê alemê

Mehmet Metîner hişyarîyê dide dewletê, dibêje, “Hay jê hebin, neteweperestên kurd pêl bi pêl pir dibin, wek hêzekê xurt dibin.”
Bêguman…
ji neteweperestîya kurd, qesta Mehmet Metîner ne kurdên xwedan vîzyon, xwende, jîr, kurdîperest û serxwebûnperest in. 
Ji neteweperestîya kurd, qesta Mehmet Metîner çi ye? 
Divê em çi jê fêhm bikin?
Fermo, ez ji we re ta bi derzîyê ve kim!..
-Kurdên ku bi îdeolojîya apoyî sersem û bêhiş ketine.
-Kurdên ku mîna robot û zombîyan tenê bi komûtan tevdigerin/hereket dikin.
-Kurdên ku bi sloganên pûç û beradayî û bi zîhnîyeteke tirkîyane û bi tirkî êrîşî hikûmetê -ne dewletê- û derdora xwe dikin.
-Kurdên ku ji xwe/xwebûna xwe dûr ketine û nizanin ew ê xwe bi çi, xwe bi kê bigirin.
-Kurdên ku azadîya Apo di ser azadîya neteweya xwe re digirin.
Ji ber ku Mehmet Metîner vê zîhnîyetê baş nas dike, loma jî dixwaze ji dewletê re bibêje bi haweyekî wan bêhişan qanih bike û têxe bin kontrola xwe.

Sapyoseksuelîzm!
Li ser medyaya sosyal min “Bijî sapyoseksuelîzîm!” nivîsand û par ve kir, lê çend ciwamêrên bêkêr, tiral û xwelîser ku bi xwe re nabînin herin li derîyê xaltîka Googlê bixin, bipirsin bê ka wate û mahneya wê çi ye, ji min pirsîn:
-Me “Bijî serok Apo” bihîst.
-Me “Bijî biratîya gelan” bihîst.
-Me “Bijî partîya karkerên Kurdistanê” bihîst.
-Me “Bijî sosyalîzm û komunîzm” bihîst.
-Me “Jin jîyan azadî” bihîst.
-Me “Bijî LGBT+” bihîst.
Lê…
Îja sapyoseksuelîzm çi ye?
Ê ez rabim ji van dewaran re bi ziman û wêje û lîteratureke zanistî bibêjim, “Yanî nîyhandina entelektuelî” ye, vê carê jî ew ê rabin destê xwe li pêxîla min bixin, bibêjin, “îja entelektuel” çi ye?
Loma jî ez ê bi ziman û şêwaz û lîteratura dewarkî ji wan dewaran re bibêjim ku li ber kevin anku fêhm bikin.
Axir…
Sapyoseksuelîzm!
Yanî, nîyhandina xwende û zanayan! 
Li ser meseleyê: 
Heger hesp here ser mihînê, sapyoseksulîzm e, lê heger ker here ser mihînê, ne sapyoseksuelîzm e, ew dibe hovoseksuelîzm; ne homo haa!
Hov-oseksuelîzm.
Bi gotineke din…
Dema hesp here ser mihînê, berê hur û esîl ji wan dikeve, lê dema ker here ser mihînê, qantir ji wan dikeve;
loma jî…
hûn bi ya min dikin, keran bera ser xwe nedin yan na hûn ê jî bibin nîvker!
Bi kin û kurdîya kurmancî, 
sapyoseksuelîzm ji me re dibêje, ker û dewar û hovan bera ser xwe nedin ku piştî demekê hûn jî xwe wek wan ker û dewar û hovan hîs nekin.

Pepe Jose Mujîca…
-Di navbera salên 2010 û 2015an de li Uruguayê serekkomarî kir.
-Qesra fermî ya ji bo serekkomarên berê vala kir, mala xwe ji xwe re kir ofîs û danûstendinên xwe, ewraq û îmzekirina ewraqan li malê kir.
-Xwestin tirimbêla wî bi milyonek dolar bikirin, neda. Got, “Ez pê kûçikê xwe dibim tedawîkirinê.”
-Gerîlayekî kevn ê marksîst bû.
-Li gorî felsefeya wî ya jîyanê: Divê meriv ji qismetê xwe zêdetir nexwe/nejî. Û ev, azadî bi xwe ye.
Û got:
-Êdî ez hatime dawîya temenê xwe, qismetê min li vê dinyayê xelas.
Û tedawî red kir.
De îja…
Li her çar perçeyên Kurdistanê, ew ên xwe serek, serok û rêberên milet dibînin, gelo dema li Pepe Jose Mujîka dinerin anku di heqê wî de nûçe yan jî agahîyekê dixwînin, hîç li ber xwe dikevin? Pozê wan dişewite?
Ne bawer im, 
lewra…
ew hîsên merivanî/humanîstî û neteweperwerî yên bi Mujîka re hene, bi wan re tune ne, mixabin.
Konfor û şatafat û luksê ew ji bext û ûjdên dûr xistine.

Gotina Dawî
Mejîyê xwe format bikin!