31 Ocak 2025 Cuma

çîr û çîrok

Got:
-Xalo qutîya te ya tûtinê heye?
Xalo got:
-Erê, heye.
Xalo destê xwe avêt bêrîka xwe, qutîya xwe derxist.
Got:
-De ku qutî hebe, tûtin jî heye. Pelên te jî hene?
Xalo qutîya xwe vekir, got:
-Erê, ew jî heye.
Got:
-De ka ji xwarzîyê xwe re cixareyekê bipêçe.
Xalo pelek ji nav pelên xwe derxist, nav pelê xwe tûtin xistê, pêça û keremî wî kir.
Got:
-Ku tûtin û pel hebe, qey ilhez nuha agir jî heye…
Xalo destê xwe avêt bêrîka xwe, heste ji bêrîka xwe derxist, pê cixareya wî vêxist û dîsa xist bêrîka xwe.
Xwarzê jî hilmek du hilm ji cixareya xwe kişand nekişand, got:
-Ca min dibêje cixare ne baş e.
Xalo hêrs bû, got:
-Lo lawo, tûtin ji min, pel ji min, agir ji min… kê nîyhaye ca te!
Îja heyran…
mesele me û apocîyan jî ev e.
Îstixbarat ji Amerîkayê, çek û seleh ji Amerîkayê, pere/aborî ji Amerîkayê, dron ji Fransayê, lobî û dîplomasî ji Israîl û başûrê Kurdistanê… apocî yê xwe li erdê xin, bibêjin, “Bijî serok Apo!”
Û Apo jî ji dewleta tirk re dibêje, “Hay ji xwe hebe, baqil be û li kurdan miqate be yan na bi destek û piştgirîya Amerîka û Ewrûpayê Kurdistan ê ava bibe û avabûna Kurdistanê jî têkçûyîna te ye!..”
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!

Gotina Dawî
Kurdistan ê ava bibe, lê ne bi hiş û vîzyona kurdan…

30 Ocak 2025 Perşembe

felsefeya xapandinê

“Heger ne fen e, ev çi ben e!”
Di esasê xwe de fen jî kifş e, ben jî, lê em hewce nabînin herin xwe biavêjin bextê mejî, loma jî xwexapandin dibe qedera me.
Di bin navê pêvajo mêvajoyan de, armanca wan tenê dîzaynkirina kurdan e;
anku “çê û xerab”an ji hevdu vediqetînin.
Û xerabên wan çêyên me, xerabên me jî çêyên wan in.
Di sîyaseta kurdan a legal de, şerê çê û xeraban e û çêyên dewletê bi fen û fûtan bi dora çêyên me dikevin, lê di esasê xwe de her du alî jî têk diçin;
çêyên dewletê ji bo konforeke xapînok ji kesayet û ruhê xwe yê kurdî dûr dikevin, çêyên me jî bi sloganên xapînok dibin qurbanîyên fantezîyên xwefiroşan.
Îja…
divê çêyên me hay ji xwe û çêyên dewletê ango nêtxeraban hebin, 
lew li pêş perdeyê konfor û karîyer û fors û şatafateke serxweşane heye, lê li paş perdeyê fen û fût, dek û dolab pir in.
Hew we dît nigê we şemitîye û hevalê nigê şemitî jî tune ye.
Baqil û baldar bin!
Axir…
ez dizanim, ya min jî şîreta kîrê ker e û dîsa hûn ê nexwazin ji wê serxweşîyê derkevin.
Ê wê çaxê…
ez jî ji dîwêr re dibêjim, lê bûk jî ne bûkên berê ne ku guh bidin dîwêr.
Û jixwe…
dîwar jî êdî hew ji zimanê xwedîyê xwe fêhm dike!..
Tew ziman! 
Ax ziman!
Di devê kulîyan de bûye gepeke nan.
Axir…

Gotina Dawî
Li Tirkîyeyê, şer ne şerê kurd û tirkan e, di esasê xwe de ev şer şerê kurd û nekurdan e, lew tirk tune ye.

29 Ocak 2025 Çarşamba

pêvajoya qeyûman

Li Îmralîyê demsala tiviran anku turpan dest pê kir, lê ji bilî tiviran/turpan, ji bo qudretlî serok, gardîyanan du sê mişar pîvazên şîn jî çandin;
bêguman li ber çîkofteyê pîvazên şîn pir xweş e.
De îja tew bi ser de araq, stran û dansoz jî…
Hahew! Hahew!
Nêzîkî kêfa kêfliserkêfê ye, bi telaqên jinberdanê.
Li Îmralîyê demsala tivir/turpan, li Enqereyê jî pêvajoya qeyûman.
Sînorê qeyûman her ku dihere firehtir dibe. 
Ya rast…
Bi min, di navbera şaredarên DEMî û qeyûman de tu cudayî tune ye; 
ha hûn ê bibêjin, “ziman” lê bawer bikin êdî ew jî tune ye.
Loma jî…
Kê kirîye kê, ne xema min e, ne jî li ser bala min e.
Axir…
Heya serî tedawî nebe, qûn ê terka tilîkan neke, lê em çi dikin?
Em ji qûnê dest pê dikin.

Gotina Dawî
Û serî jî protez e!..




felsefe

Civatên şevên zîz xweş in. Civat zîz û civatger zîztir. 
Û serî li meriv zîz dibe…
Li ser axa Kurdistanê di civatan de mijara herî girîng sîyaset e. Û her kurd kêm zêde sîyasetzan e.
Îşev bi du sîyasetzanan re, ji felsefeya Hegel dûr em li ser ehlaqê civakê peyivîn.
Lê mixabin em di felsefeya Apo de fetisîn!..



27 Ocak 2025 Pazartesi

tara bêjingê


“Meet Joe Black”
Fîlmekî fantestîk e. 
Di esasê xwe de ez ji sînemaya Holywoodê hez nakim, lê hin îstistna hene, ew îstisna dihêle meriv carinan ji tobeya xwe vegere. “Meet Joe Black” jî yek ji wan îstisnayan e.
Mirin dikeve bedena xortekî çeng û ew xort dide pey mêrekî jînnas û jêhatî. 
Dû re…
Hestên însanî nas dike û ew jî êdî dikeve pey tehm û nefsê.
Ya herî girîng û balkêş, dema dil dikeve keça nêçîrê xwe û pevşabûn û nîyhandinê tehm dike.
De îja bifikirin bê nîyhandin hest û tehmeke çi qasî pîroz e!
Mirin ango Joe Black li hemberî nîyhandinê serî ditewîne, gêj û sersem dibe; bi hest û tehma nîyhandinê bi cizbê dikeve.
Loma…
qedrê xwe jî, qedrê nîyhandinê jî bizanin û vê hesta pîroz bi her kesî re ango bi her kesê re par ve nekin.
Wekî din…
di fîlm de replîkeke din jî pir bala min dikişîne û xweşîya min dihere.
Di dawîya çîrokê de, êdî dema mirin nêzîk dibe, Bîll ji Joe Black re dibêje, “Gelo divê ez bitirsim?”
Joe Black li Bîll dinere, dibişere û dibêje, “Ne kes û tu Bîll!”
Axir…
Silav ji kesên ku li ber mirinê serî natewînin!

Îmana min ji sloganên apocîyan dihere!
Ilhez jî…
“Kurdistan bûka cîhanêî ye” û “Qelenê welêt ne erzan e”
Du sloganên yek ji yekê beradayîtir.
Çima bûk, heyran?
Çima qelen, heyran?
We nîyha xêr û bereketa Kurdistanê, ne bes, îja hûn dixwazin xelk û alem jî tininê!
Na heyran, na!..
Kurdistan ne bûk mûk e; Kurdistan zirkîrek e û her kî xwe bike bênamûs û pûşt, ew kîr ê di qûna wan re here!
Û êdî…
Xwîna kurdan jî bes ji bo fantezîyên xwe bi kar bînin.
Îja qelenê welêt ne erzan e.
Ji hêlekê ve hûn ê li dijî zewac û qelenê jinan derkevin, ji hêlekê ve jî hûn ê herin Kurdistanê bi qelen bixwazin/bifiroşin!
Jan bi serê we û metaforên we keve!
Qelenê welêt ne erzan e, lê qelenê jinan erzan be jî dibe, ne werê?
Merheba iskenderûn, ji qewla Remê Oto.

Gotina Dawî
Serî li kurdan bûye tara bêjingê.

24 Ocak 2025 Cuma

xeyal xîyar û rewşenbîr

Vî zemanî…
Rewşenbîr, divê wêrek, hişk, sert û zimantûj û zimançepel bin. 
Divê pişta xwe nedin textan û quretîyan nekin, tim berê wan li textan bin û bi şipîyakî bibeliqînin!
Dudulî navê ji rewşenbîran re, divê ripîrast û eşkere bin, dunig lê nexin.
Weha bi nermî kes nakute qûna rewşenbîran û jixwe kes hesabê nermikan jî nake.
Rewşenbîr, divê ji bavê xwe bêminet bin û hesabê kurtêl û hestî û konforê nekin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
rewşenbîr, divê ne kîrquzdê bin!
Îja li vê herêmê, 
mixabin…
Rewşenbîr li bin sîya textan pal didin û tenê dibezin kelmêşan.

Heyeta Îmralîyê wek her car dîsa siwar hat û peya çû!
milîtan milîtan milîtan, 
milîtan milîtan milîtan, 
simbêl qeytan dayik bi qurban, 
simbêl qeytan dayik bi qurban, 
milîtano!
Heyet dibêje, “Sayin û birêz û bi ser de jî mirêz Ocalan li ser dem û pêvajoyê dixebite, hîn negîhaye encamekê; lê çawa bigihêje encamekê, em ê we haydar û agahdar bikin.”
Rehma Xwedê li Heydar Dumen be!
Wî jî li gorî dewr û dewranê pêvajo xweş diajot û difîkand.
Axir…
Feylesofê sererd û binerd bi ilm û îrfaneke kûr û dûr û nedîtî daketîye binê meseleyê û dikole û hey dikole,
lê ji Xwedê pê ve kes nizane bê çi yê ji binê wê meseleyê derkeve.
Gaza siruştî!
Petrol metrol!
Komir!
Yan jî du sê kîlo binerdik!
Lê îhtimal heye xîyarek jî derkeve û jixwe xîyar jî dine xeyalan!
De îja tenê xeyalên me hene û xeyal jî qûnek bibin, em ê pê bigirin.
Dilgirtina xeyalan!..
Masturbasyona xeyalan!..
Orgazma xeyalan!..
Azadîya xeyalan!..
milîtan milîtan milîtan, 
milîtan milîtan milîtan, 
simbêl qeytan dayik bi qurban, 
simbêl qeytan dayik bi qurban, 
milîtano!
“Ez ez im ev berzik e” digot, Evdirhîmê apê me Hecî Emînê mala Wezo 
ku Evdirhîm tayek mû di nav şorbê de zevt kiribû…
Îja heyran,
Ev çûyin û hatina heyeta Îmralîyê jî, bi min wek meseleya Evdirhîm a mûyê nav şorbê hat.
Ez ez im serokê sererd û binerd mirîye û ev heyet jî li ser hêvî û daxwaza dewletê belasebeb çiv û lotikan dide xwe!
Îja dek û dolab, fen û fûtên tirko pir in. Dikarin ji nebûnê hebûnê biafirînin.
Ma ji nekurdan tirk çênekirin?
Sibê dikarin herin bi qirika wî reben û belengazê Meheme Ocalan bigirin, wî bibin bi operasyoneke cerahî ya estetîkî bikin serokê sererd û binerd û pêvajoyê pê bişon!
Erê bi Xwedê!
Axir…

Gotina Dawî
Min got,
xeyal pirê caran dibe xîyar û di qûna meriv re dihere!

23 Ocak 2025 Perşembe

her çûyîn destpêka çîrokeke nû ye

Min got:
-Ez ê bibim çavên te,
ji bo tu xwe û jîyanê nas bikî, tu pêşîya xwe bibînî, tu xweştir li jîyanê binerî û perspektîfa xwe xurt bikî, nehilkumî li astengan…
Got:
-Na!
Min got:
-Ez ê bibim guhên te,
ji bo tu bi ahenga dengan bihîsî û zimanê te li xwe neheyire, bi awayekî bixwebawer bibeze…
Got:
-Na!
Min got:
-Ez ê bibim mejîyê te,
ji bo tu xwe û derdora xwe bi awayekî berfireh tehlîl bikî, analîz bikî û bi nefsên bêhempa orgazm bibî…
Got:
-Na!
Min got:
-Ez ê bibim hestên te,
ji bo tu ji bedena xwe hez bikî û bi çavên hunerî jîyana xwe bixemilînî…
Got:
-Na!
Min got:
-Ez ê bibim mentiqa te,
ji bo tu çê û xerab ji hevdu nas bikî û tu hîç neşemitî…
Got:
-Na!
Min got:
-Ez ê bibim dengê te ji bo tu azadîyê biqîrî…
Got:
-Na!
Min got:
-Ka ji min re bibêjî, tu çi dixwazî?
Got:
-Bibe mêrê min!
Min got:
-Ya rehet ev e, lê ez dikarim bibim her tiştê te, tenê nikarim bibim mêrê te.
De îja,
vî zemanî jî, emrê mêrekî ji sê tirên keran kêmtir e.
Û ez rabûm ser xwe, min çenteyê xwe avêt nav pişta xwe, sola xwe xist pê û derketim derve. Ji otobusa min re hîn du seet heye…
-Bi ku de?
-Ez ê derkevim parsê!
-Parsa çi?
-Ez ê derkevim parsa jinekê ku ew jin birçîya jînê ye…
Û xwe bi xwe min got:
-Her çûyinek, destpêka çîrokeke nû ye…

22 Ocak 2025 Çarşamba

eşqeke nîvcomayî-2

Şev e…
Seet bi ser yazdehan ketîye. Otobusa min a ku ez ê pê herim Îzmîrê seet di yazdeh û çel û pêncan de ye.
Çenteyê min li pişta min, hêdî hêdî ber bi termînalê ve diherim. Navbera mala min û termînalê, bi meşê panzdeh, bîst deqe ye.
Dinya ewr e, lê bêhna baranê tê. Ew sermaya zêde tune ye. 
Piştî panzdeh, bîst deqeyan digihêjim termînalê. Ji ber ku min bilêta xwe ji ser înternetê kirîye, derbasî hundir nabim, li devê derîyê nivîsgehê xwe didim benda otobusê.
Otobus tê li pêşîya nivîsgehê disekine. Hin rêwî jê peya dibin, rêwîyên ku ew ê siwar bên jî çente û walîzên xwe teslîmî muawîn dikin; muawîn jî yek bi yek bi aheng gişan di bagajê de bi cîh dike.
Piştî kêlîyekê rêwî hemû li otobusê siwar tên û otobus bi rê dikeve.
Cîyê min pêşî ye, yekqoltix e. Otobus heya dev tije ye.
Ji ber ku şev dereng e, çawa otobus ji termînalê derdikeve, kaptan lambeyan vedimirîne.
Jixwe zû bi zû di otobusan de xewa min nayê, loma jî heya ji min tê êdî rêyên dûr bi otobusan narim. 
Ji bo sebra xwe bînim romana Fewzî Bîlge ya bi navê “Pace” bi min re ye, lê derfet tune ye bixwînim. Bi telefona xwe dadikevim. Twîtter… facebook… înstagram… dû re dikevim whatsapê. Çidemê peyamek şandîye. Wêneyê xwe û Celadet Elî Bedirxan çêkirîye û ji min re şandîye. 
Wêne gelekî xweş û bedew e. Her du karekter jî hevdu temam dikin. Çidemê li ser wê kaxizê du serdem, du qonaxên zemên gîhandine hev; zeman zimên dihewîne…
Mîrê zimên Celadet bi wê karîzmaya xwe qup û qure ye, Çidemê jî dişibe wan jinên Îngilistanê yên arîstokrat, lê ew jinxasîya esîl a kurdan jî ji sekn û bejn û bala wê difûre.
Seet êdî bi ser nîvê şevê ketîye. Ji hêla şofêr pêleke muzîkê ya nerm hêdî hêdî xwe li guhên min digire. Muslum Gurses sitrana “Afet” dibêje.
Dikevim nav xewn û xeyalan, di nav pêlên fantezîyan de bi vir de û wê de diqulipim. Li ser zemîna zemên ez û otobus bi hev re dikevin qayîşê, ez diwestim lê ew nasekine.
Serê xwe ji ser telefonê radikim, çavên min li pêşîya min li rê ye. Li xetên spî yên otobus di ser re derbas dibe, dinerim. Çav li min sîst dibin û hêdîka serê min ber bi camê ve xwar dibe, serê min di nava paldanka qoltixê û camê de dimîne…
Otobus digihêje Îzmîrê, piştî çend kêlîyan dadigere termînalê û li perona xwe disekine. 
Jixwe çenteyê min bi min re ye. Radibim ser xwe, çenteyê xwe diavêjim nav pişta xwe û ji otobusê peya dibim.
Sara! 
Li dora xwe dinerim, bi durbê Sarayê kesî nabînim. Destê xwe diavêjim bêrîka xwe, hewl didim telefonî Sarayê bikim, lê berî ez telefonî wê bikim, destekî li ser milê xwe hîs dikim, li xwe difitilim. Mêrekî temenê wî 50-55 bi bişirîn li min dinere:
-Devliken!
Şaş û metel li mêrê rûken dinerim, nas nakim, lê bi min xerîb jî nayê:
-Fermo, belê… lê lêê tu kî yî?
-Ne şaş bim te gotibû ez ji surprîzan hez dikim. Ka em herin.
-Lê… bi ku de? Tu qala çi dikî? Çi surprîz?
Mêrê rûken, bi wê rûkenîya xwe dikeve milê min û bêyî ku ez tiştekî bibêjim, em dimeşin.
-Ji nêzîk ve te dişopînim. Sekn û helwest û hesasîyeta te ya li ser zimên, pîroz e. Heger ji desttê min bihata min ê erd û axa Kurdistanê bi avika te av bida.
Gotinên wî bi min ecêb tên, lê bêguman kêfa min ji dilgermî û samîmîyeta wî re tê.
-Mîna te, ez jî derwêşekî kurdî me, lê…
Axaftina xwe naqedîne, disekine û em kêlîyekê bêdeng dimeşin. Piştî meşa deh panzdeh deqeyan em digihêjin ber derîyê xanîyekî. Derîyekî bi textan çêkirî li ber e. Textên derî li ber rizandinê ne. 
Mêrê rûken destê xwe dide pişta derî û hêdîka derî bi paş ve dahf dide. Em derbasî hewşê dibin. 
Ji xanîyên wê taxê tenê ew xanî kevn e. Xanî bi kerpîçên axê lê bûye, derîyê xênî û paceyên xênî bi rengê şîn boyaxkirî ne, lê ser boyaxê zingar girtîye. 
Hewşa xênî heya dev bi gul û kulîlk û çîçekan dagirtîye. Di nav wê şênkayîyê de bîrek jî heye. Li ser kevirê qiraxa bîrê kundek dixwîne. Ji devê derîyê hewşê rêkeke teng û zirav xwe digihîne heya devê derîyê xênî. Rê bi wan kevir û ferşikên reşbelek ên qiraxa çemê Dîcleyê hatîye dewisandin. Em ber bi derî ve dimeşin. Berî ku merê rûken destê xwe bigihîne pişta derî, derî bi xweber vedibe. Em gava xwe diavêjin hundir. Hundirê xênî rût û tazî ye, Tenê li dîwarê miqail tabloyek dardakirî ye, lê mîna mêrê rûken tablo jî bi min xerîb nayê. Ev tablo tabloya ku du roj berê Çidemê ji min re şandibû, bi xwe ye, lê… balkêşîyek heye. Di tabloyê de tenê Çidem heye, lê mîrê zimên Celadet wenda ye.
Şaş û metelmayî dîsa li tabloyê dinerim, dû re li mêrê rûken… coş û kelecana min zêde dibe. 
Bi wê şaşmayînê difitilim ser mêrê rûken:
-Mîrê min, min… min bibexşîne. Çawa min tu nas nekirî. Ka ez bêm destê te.
Mîrê zimên min himbêz dike û her du çavên min radimûse.
-Devliken, di nava qonaxên zemên de wenda me, lê ber bi dengekî ve, ber bi hewarekê ve dibezim. Kî bang min dike? Hewar hewara kê ye? Nizanim.
Ez û mîrê zimên ber bi dîwarê ku tablo lê dardakirî ye ve dimeşin, li binya tabloyê em disekinin, çongên xwe dişikînin û pişta xwe didin dîwêr, rûnin.
-Devliken, ziman dewla bîrê ye. Heger ziman wenda bibe, meriv ê hay ji binê bîrê nebe. Û her tişt anku hemû kod li wir veşartî ne.  Heger em wan kodan li xwe bar nekin, piştî demekê, her yek ji me yê bi derekê ve bipengize. Ka binere, Devliken, heger ne ziman bûya, me yê çawa ev qonaxên zemên bigîhandana hev? Te yê çawa ez bidîtama? Anku ez ê çawa bi te bihisîyama? Ji bîr neke! Ziman dewla bîrê ye, ziman di rêwîtîya zemên de qonaxan digihîne hev. Ziman di ser zemanan re gav dike, hewara min digihîne te û ew ê hewara te jî bigihîne yên piştî te. Ziman zeman e, zeman ziman e, ji bîr neke, berxê min!
Mîrê zimên radibe ser xwe, ber bi derî ve gava xwe diavêje, disekine, li xwe difitile, li min dinere:
-Tu ji rêya dûr hatîye, nuha tu tî yî, qirka te ziwa bûye. Ez ê herim ji bîrê tasek avek ji te re bînim û bêm.
Bi wî rûyê xwe yê nûranî dibişire û ber bi derî ve dimeşe, mîrê min. Di derî re derdikeve, berê xwe dide bîrê. Çawa digihêje ber bîrê, xwe di bîrê werdike.
Piştî kêlîyekê ku mîrê min venagere, ez meraq dikim û radibim ser xwe, ber bi hewşê ve diherim. Derdikevim hewşê, li dora xwe dinerim nanerim, bêhn û pêjna mîrê min tune ye. Diherim li dora bîrê digerim, serê xwe ji bîrê berjêr berdidim, li binê bîrê dinerim, tişt nexuyaye. Şaş û metelmayî li hundirê xênî vedigerim. Di nava metirsîyeke xerîb de li bûyerên qewimî difikirim. Ji nişka ve bala min dikeve tabloya li dîwêr dardakirî. Tabloya ku kêlîyeke berê tenê Çidem tê de bû, nuha mîrê min jî li tengala wê ye û ji awirên wan evîn difûre…
Bi bangkirina muawîn ez bi xwe dihisim. Li dora xwe dinerim, hundirê otobusê vala bûye, otobus li termînalê sekinîye, rêwî peya bûne, tenê ez mame. 
Berî ez rabim ser xwe, serê xwe nêzîkî cama otobusê dikim, li derve dinerim. Sara… Saraya ku ji qereçîyeke îspanyolî qereçîtir li jêr destê xwe ji min re li ba dike. 
Dîtina piştî deh salan û pêlên kelecan û coş û bêrî û arezûyê…
Sara di himbêza min de ye. Her du destên xwe lê dipêçim, wê bi xwe ve didewisînim. Ew jî bi wê germayîyê min himbêz dike, her du destên xwe li nava min digerîne, min bi xwe ve dişidîne. Çenga min di nav porê wê de wenda dibe. Binya çenga min û dora stuyê min dide ber maç û ramûsanan. Pozê xwe dide ser tenê min, hesreta deh salan dikişîne hundirê xwe. Her du pêsîrên wê yên ku ji şidîyayîbûna xwe tişt kêm nekirine, min bi min dihisîne. Destên xwe lê sist dikim û wê ji himbêza xwe piçekî fireh dixim. Tilîyên destên wê di nav kefa destên xwe de diguvêjim û bi hesreta salan çavên me di hev de asê dimînin. Kêlîyekê tenê em li hev dinerin. Dîsa xwe bi min ve dizeliqîne û destên xwe li nava min dipêçe. Her du narkên rûyê wê dixim nav kefa destên xwe û diqurisim ser lêvan. Ku lêvên min digihêjin lêvên wê, bi xweber çav tên girtin. Kêlîyekê bêyî ku em guh bidin derdora xwe em têr lêvên hev maçî dikin.
Çentê xwe diavêjim hêleke milê xwe, wê jî dixim bin milê xwe yê din, destê xwe li dora stuyê wê digerînim, ew jî zend û destê xwe li nava min dipêçe û wek her tim dema dihatim serdana wê, bi heman coş û ahengê em berê xwe didin malê, ber bi malê ve dimeşin.
-Keçê, berî otobus bigihêje termînalê hema bi kêlîyekê, xilmaş bûm û hew min dît xewê zora min birîye, di xew re çûme. Jixwe tu dizanî, bi şev di otobusan de ku tew rêya dûr be, tu serê min jê bikî, nikarim rakevim, perîşan dibim. Axir, dîsa li min wer hat. Heya destê sibehê çav li min qerimîn, çîp û çong li min arîyan, min kir nekir nekarî rakevim. Çawa otobus dadigere nav bajêr ez teslîmî xewê dibim. De îja di wê kêlîya teng de min xewnek dît…ya star! Xewneke pir ecêb û têra xwe balkêş, lê naxwazim di rê de ji te re qal bikim. Kengî em gîhaştin malê, me xwe rehet kir, bi bêhna fireh ez ê bibêjim.
-De baş e. Xewn xewna te ye, tu bi kêfa xwe yî. Û ya din jî, jixwe tu ne normal î, xewnên te yê çawa normal bin!
Sara bi awayekî şeytanî li min dinere, dimizice, dû re xwe bi min ve dişidîne û weynekîyan dike. Ez jî keysê pê tînim û ji qiraxa lêvên wê ramûsanekê didizim. Xweşîya wê dihere.
-Qehpikê! Ma ne te gotibû ez êdî li THYê dixebitim. Ka?
-Ka çi, dîno?
-Tew! Min jî li cem xwe digot ew ê bi teyareyê bê pêşîya min! Piştî ew qas sal bi pêşwazîyeke bêhempa…
-Ez bi xwe teyare me, lawê min, ez bi xwe! Ka bise kengî em gîhaştin malê bê çawa te li ser baskên xwe dikim û difirînim.
Kêm zêde em bîst deqeyan dimeşin. Piştî meşa bîst deqeyan em digihêjin malê. 
Xanîyê Sarayê di nav sînorên sîteyekê de ye. Sîte ji du blokan pêk tê. Xanîyê Sarayê di bloka başûrê sîteyê de, qatê çaran e. Di navbera her du blokan de hawizek heye, ne pir mezin e, lê ne biçûk e jî. Dora hawiz, ji bilî dewsa şenzlongan seranser dar û ber û kulîk û çîçek e.
Em di bin bêhna wê şênkayîyê de derbasî blokê dibin û bi asansorê derdikevin qatê çaran. Sara bêrîkên xwe dipelîne û difitile ser min. Ji mirûzê wê şeytanî û fiqurî difûre.
-Hîîî! Min mifte li hundir ji bîr kirîye.
Çendî dizane ku ez ê jê yeqîn nekim jî, terka van fen û fût û fiqurîyên xwe nake.
-Xem nake. Em ê jî li vir di hev nin!..
-Tolazê doxînsist!
Sara mifteyê ji bêrîka xwe derdixe, pê derî vedike û em derbasî hundir dibin.
Berî ez sola xwe ji pê bikim, çenteyê xwe datînim ber derî alîyê hundir. Hîn min derî negirtîye. Sara li min dizîvire û ji nişka ve êrîşî min dike, lêvên xwe bi lêvên min ve dişidîne û nefesê li min diçikîne. Ji hêlekê ve keysê pê tînim, xwe li wê xweş dikim, ji hêlekê ve jî hewl didim paşpaşkî nigekî xwe bigihînim derî, derî bigirim. Bi awayekî dijwar ez bi nigê xwe derî dahf didim, derî tê girtin. Em hevdu bernadim; him hevdu radimûsin, him jî hêdî hêdî ber bi salonê ve diherin, lê ez xwe nagirim û radihêjim wê, mîna zarokekê wê dixim himbêza xwe û em ber bi odeya raketinê ve diherin…

21 Ocak 2025 Salı

teqtîk e heval teqtîk

Mazlûm Evdî di hevpeyvîna xwe ya bi rojnamevana ereb re weha dibêje:
“Yan dewleta tirk ê bi Ocalan re rûne, bi wî re li hev bike yan jî ew ê poşman bibe.”
Ka îja teqtîk û stratejî ye yan şêx her şêx e, mirîd jî mirîdtîya xwe bi cîh tînin, bi rastî jî meriv gêjomêjo dibe.
Axir…
Jixwe kurdên bakur bi salan ji gotin û kirinên Ocalan yên beradayî re got, “Heval, teqtîk e, teqtîk” lê talîya talî teqtîka wî ew bir xist himbêza dewleta tirk û nuha jî ji wê himbêzê teqtîkan dide kurdan ku kurd bi ruhekî tirkîyeyî di nav zîhnîyet û sîstema tirk de bimehin, bibin hîç û pîç.
Nizanim hinguv bi kîrê vî Ocalanî ve ye, ew ê rabin rûnin kîrê wî bi me şêrîn bikin, ku kîr jî pê ve mabe!..

Gotina Dawî
Rojhilata nêzîk û navîn dergûş e û yê radikeve, hew şîyar dibe.

20 Ocak 2025 Pazartesi

çîroka azadîya qantiran

Îşev, bi xwe re nabînim tiştekî binivîsînim; ma jixwe tu ji kê re dinivîsînî?
Şîreta kîrê ker e ya min jî…
Ker jî êdî dema çav li min dikeve, kîrê xwe ji min re rep dike!
Ez ê kîrê ker ji xwe re bikim qelem û pê binivîsînim, li ser qantirên bavker.
Bavê meriv ker be, zehmet e; yan tu dahşik î yan tu qantir î.
Û şerê me bi bavkeran re ye.
De were ji qantiran re çîroka azadîyê bibêje!
Bav ker, dê mihîn…
Lê têra xwe serhişk û gumre ne ha!
Tew!
Yanî min got îşev ez bi xwe re nabînim tiştekî binivîsînim, lê pêşîyan belasebeb negotîye, “Kurmê şîrî heya pîrî.”
Îja ya min jî ew e.
Qûna ku elimîbe tilîkan, xwedîyê wê qûnê yan homo ye yan bîseksuel e.
Lê Xwedê heye, heya roja îro doxîna min li hevcinsên min venebûye, hetero lawê heteroyan im û hûn min di beroşa quzan de bikelînîn, têr nabim.
Axir…
Tir li ku das li ku!
Xuya ye tesîra bêxwedîya şerabê ye, mijar li bin guhên hev ketin û hew dizanim ez ê çawa ji nav derkevim.
Doh, her kê li ser koça dawî ya Bavê Teyar bi tirkî sersaxî da, ez di kovika qûna wî nim!

Gotina Dawî
Kurmê darê ji darê ye, lê wext were eynî ez ê di wan kurman nim!

19 Ocak 2025 Pazar

bavê teyar

Azadî çi ye?
Azadî…
yan tu mirî yî yan tu azad î,
navber kûçikayî ye!..
Û navê kûçikatîyê yê din jî, bêdewletî ye, mixabin!
Balkêş e!
Dema min ev nivîs dinivîsand, ez bi mirina Bavê Teyar xemgîn bûm.
Ev gotin çi qasî li bejna te hat, Bavê Teyar. 
Bêguman…
Azadî, yan tu mirî yî yan tu azad î, navber kûçikayî ye.
Û di rêya azadîyê de te kûçikayî red kir.
Oxira te ya xêrê be, ruhê te her şad be, hunermendo!
Fikir, nerîn, îdeolojî li hêlekê, Bavê Teyar li ser axa kurdan, bi zimanê kurdan, li gorî ruh û hîs û hestên kurdan û bi hesasîyet û mentiqa qerf û mîzaha kurdan hunera xwe radixist pêş çavan.
Di nav bêderfetîyê de xwedîyê hunereke qerase bû, Bavê Teyar.
Û heger wek xelk û alemê em azad û dewleta me serbixwe bûya, Bavê Teyar ê bibûya Bavê Mîzahê.
Bi hunerê civak xurt dibin, pêş dikevin û bi hunermendên qerase jî huner vediguhere çekeke mezin.
Bavê Teyar yek ji wan qeraseyan bû.
Axir…
Kurdhunermendekî qerase ji kîsê kurdan çû!
Ruhê te şad be, Bavê Teyar anku Bavê Mîzahê!

Gotina Dawî
Axa ku bi xwîna hunermendan bê avdan, ew ax ê tu carî beyar nemîne.

Gotina Herî Dawî
Îşev, ken jî digirî!

18 Ocak 2025 Cumartesi

rojev û xweserîya genetîkî

Heger ne Xwedê bûya,
pardon anku bibore…
heger ne Amerîka bûya, Mesûd Barzanî û Mazlûm Evdî li kêleka hev rûnediniştin.
Loma jî…
bi min, ji dêvla hûn dibêjin, “Bijî yekîtîya kurdan!” bibêjin, “Xweda kêmanîya Amerîkayê nede!”
Îja heyran…
Kes ji kesî ne kurdtir e anku her kes dikare ji xwe re bibêje ez kurd im, lê kî dikare li gorî pîvan û hesasîyetên kurdbûnê tev bigere, ew girîng e,
ji ber vê yekê jî…
erê, kes ji kesî ne kurdtir e, lê hin kurd ji hin kurdan saxlemtir, duristir, bivîzyontir û çêtir in.

No. 24
Fîlmekî Norveçê ye. Qala serdema nazîyê dike.
Balkêş e.
Heger we bi xwe re dît û zeman û derfet hebe, lê temaşe bikin.
Di sahneyekê de dîyalogekê bala min kişand. 
Xortekî norveçî ji bo neteweya xwe ji bin zilm û zordestîya nazîyan rizgar bike, dibe endamê rêxistinekê.
Amûra banknotan hewce ye. Ji bo bi rê û rêbazên îllegal destek û piştgirîyê bidin rêxistinê, ev xort li ser navê rêxistinê derdikeve hizûra berpirsê giştî yê bankeyekê, ji berpirs ji bo çend rojan amûra banknotan dixwaze. Berpirs him metirsîyan dike, him jî pê bawer nabe. Radibe ser xwe, dibêje:
-Heger alman bibihîzin, ew ê fermana min rakin. Ne tenê ya min, ya hemû berpirs û xebatkaran!.. Mixabin, ez nikarim xwe têxim nav vê rîskê!”
Pê re dimeşe heya ber devê derî û ji asîstana xwe re dibêje, wî bi rê bike. 
Xort ji cîyê xwe naleqe, li xwe difitile, ji berpirs re dibêje:
-Ma qey tu dixwazî nevîyên te bi almanî bipeyivin?”
Bi bihîstina vê gotinê berpirsê bankê fikra xwe diguhere û alîkarîyê dike.
Îja we fêhm kir bê çima ez ew qasî dibêjim, “ziman û ziman”! 
ango ne “serok û slogan!..”

Dibêjin Yilmaz Ozdîlê kemofaşîst nexweş e û dil arîze daye!
Bi îhtimaleke xurt qolincên zayînê anku qolincên serxwebûn û azadîya Kurdistanê tesîreke neyînî li dilê wî kirîye.
De Xweda û Şeytan bi hev re hêl û qawetê bidin rêzdar Ruhsitîn beg!
Axir…
Belkî du sê rojên din ber bi Îzmîrê ve herim. Heger ez çûm, ez ê herim serîyekî bidim kemofaşîstê xwe, devê xwe têxim guhê wî û jê re bibêjim, “Yilo! Te dî helbestvanekî me hebû, digot, ‘Kurdistan bar kir, çû û nema!’ lê wa ye Kurdistan li axa xwe vedigere, lê wa ye Tirkîye bar dike, diçe û namîne!”
Hêvî dikim bi bihîstina vê mizgînîyê re dil ê di qûnê re navêje!

Gotina Dawî
Şerê kurdan û nekurdan e ev şer, lewra tirkbûn zirderewek e.


17 Ocak 2025 Cuma

ziman li bazarê nayê firotin

Vîzyona xwe biguherin, xurt bikin, 
lewra…
piştî demekê beden ji hevdu têr dibin û mecbûr dimînin berê xwe didin nêçîreke din;
loma jî tenê nefsa xwe neçêrînin, hewl bidin mejî jî biçêrînin,
ku mejî orgazmê mayînde bike!..
Ji bo vê jî…
tenê nexwînin, li fîlman binerin, li ber muzîkên curbicur li xwe guhdarî bikin, rojevê bişopînin, lê nehêlin sîyaset tecawizî hiş û binhiş û karektera we bike
û her weha…
heger derfet hebe, berê xwe bidin nav siruştê, bimeşin.

Nevşîn Mengu
Hin heval li ser rojnamevanîya wê gazinan dikin û xwe aciz dikin.
Ya rast…
min tu carî bi çavê rojnamevanekê li vê jinê nenerî.
Çi cara anku çi wextê min li vê jinê nerî yan jî li vê jinê fikirîm, tenê min ew di nav nivînan de xeyal kir.
Divê meriv destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û bextê xwe navêje, hêla wê ya jinane lîbîdoyên meriv bi dîwaran ve radipelikîne, lê ji ber ku sapyoseksuel im, ditirsim berî orgazm bibim bi kêlîyekê ji himbêza wê derkevim.
Axir…
Heger Xwedê negota tu lawê kê yî û şevekê ew bikira mêvana min, min ê nîyhandineke îlahî lê bikira!
Îja qismet û nisîb…

Carinan ez li ber hin berheman dikevim. Belkî jî bi zimanê xwe yê resen pir hêja ne,
lê belê…
ev sektora werger û wergerîyê, mixabin di destê zimannezanan de ye.
Her kes li gorî kêfa kîrê xwe û kurdîya xaltîka xwe werdigerîne; 
îja kurdîya xaltîka kê ji kurdîya xaltîka kê xweştir be!
Ne kes guh dide teknîka wergerê, ne jî kes guh dide mentiq û fikirîna zimanan; etehyato çawa lêhato…
Nizanim kîjan wergêr û kîjan weşanxane bû, baş nayê bîra min, min kitêbek rehmetîyê Tolstoy bi kurdî xwendibû.
Piştî xwendina wê berhema wî ya bi wergera kurdî, rehmetî li ber çavê min bûbû teresekî edebîyatê.
Mixabin, berhemên Bextîyar Elî jî bi wergerê lewitîne.
Heyf!
Axir…
Min dixwest li ser qelema Ferhad Pîrbal çend gotinan bikim, lê wergêr ket pêşîya Ferhad Pîrbal, mixabin.
Lê dîsa jî ez dikarim bibêjim, di tevnsazîyê de serketî ye 
û terza wî jî xweş e. 

Gotina Dawî
Ji kerema xwe re bihêlin bila xaltîka we ji zarokên xwe re xwarin marinê çêke.



16 Ocak 2025 Perşembe

enerjîya belasebeb

Li Tirkîyeyê çi tirkên qaşo çepgir/lîberal/demokrat çi jî kurdên kurdkokenlî, hemû dixwazin li ser esasê demokrasîyeke derewîn û xapînok kurdan li ber dilê tirkan şêrîn bikin ku bi wê potansîyela kurdan tirk û Tirkîye bihêztir, xurttir û dewlementir bibe.
Apocî bi xwe jî pir dixwestin/dixwazin vê xeyala we pêk bînin, lê em ê nehêlin hûn bigihêjin miradê xwe, 
lewra ev zîhnîyeta teres, hov, dirinde û durû çi qasî zû bibe hîç û pîç, ew qasî baş e.

Heger gotin/daxwaz û rêbaz/pratîk li hev rûnenin, seqetîyek mezin çêdibe,
loma jî…
di şerê PKKê de, mixabin nakokî û paradokseke bi vî rengî heye.
Xayîntî, nekurdbûn, berjewendîperestî li hêlekê…
Heyran, 
em bibêjin û qebûl bikin ku konsey anku lijneya rêvebir a serokatîyê û hin xwelîserên oportunîst ne tê de, pirê şervanan serxwevûnxwaz in, azadîxwaz in, kurdperwer in û kurdistanîperwer in 
û her weha ev jî kifş û eşkere ye, ji ber ku esker in anku binemir in û fermandarên wan berê wan bide ku nikarin li dijî wê fermanê derkevin, ji mecûrî diherin wê fermanê tînin cîh. 
We got erê? 
Heya vir me fêhm kir, 
lê divê hûn ji xwe bipirsin şerê hûn dikin tenê di xizmeta dewleta dagirkeran de ye. 
Ma qey hûn nabînin bi wê stratejîyê tenê hûn ji xwe re xera dikin?
Jixwe kaos û tevlihevî jî bi kêrî rejîm û sîstemên weha dîktatorîyal tên. 
Ew bi xwe jî dizanin heq çi ye û heger bên ser rêya heq, heqê wan ê nemîne li ser vê erdnîgarîyê, 
loma jî her dixwazin şerek hebe û ew şer jî di bin kontrola wan de be.
Erê şervanino, 
hûn şer dikin û hûn dixwazin pişta dewletê deynin erdê, lê mezinên we (baronên oportunîst ên aparat) tu carî wek hûn şer bi dewletê re dikin, nakin û dê nekin jî. 
Bi qasî destûrdayina dewletê destûrê didin we hûn şer bikin. 
Bala xwe baş bidinê, ku ji dewletê re hizûr û aramî pêwîst be, PKK jî xwe sist dike, ku ji dewletê re kaos û şer pêwîst be, bi haweyekî dewlet mahne/bahaneyekê derdixe û PKKê dikişîne nav şer û şer dest pê dike.
Aqilê xwe li bêjinga mentiqê bixin û ji taşaronan re nebin pîyon û maşe.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
bi vê stratejîyê, serxwebûn û rizgarîya Kurdistanê tenê xeyaleke utopîk e.

Gotina Dawî
Êdî hingî hûn ji kîsê ca xwe diherin, di binê kîs de tişt nema!..


15 Ocak 2025 Çarşamba

xal û xwarzê

-Xalo, rojev tara bêjingê ye û hey tê werdidin. Ka îja bê kî yê bi ser keve, kî yê di bin de bimîne, ne xuya ye.
-Weleh xwarzîyê min ê hêja, bi şev di nav nivînan de tu bi ser kevî jî xweş e û tu di bin de bimînî jî xweş e. Di nav nivînan de têkçûyin an şikestin tune ye, tu her li fêdê yî û şirîkê kêf û zewqê yî; lê li vê herêma ku kes nizane bê destê kê di bêrîka kê de ye, heger tu bi ser kevî jî, tu di bin de bimînî jî, her kîrek di qûna te de ye.
-Çi peyvên te ne xweş in, yaw! Hema ji eyba dinyayê qe nebe bibêje heşayî te, Xwedî ji te razî!

14 Ocak 2025 Salı

hema wilo milo

Baş li dora xwe nerî, destê xwe avêt bêrîka çakêtê xwe ya hundir, ji bêrîka xwe berçavka camreş a tavê derxist, ew li ser bêvila xwe edilan û xwe li kerrî danî û hêdî hêdî mîna kwîrekî bera/eseh berê xwe da rawestgehê.
Ez jî li pey wî me…
Bi zorê, bi alîkarîya ciwamêrekî xwe bi kêleka derîyê otobusê girt û derbasî hundirê wê bû.
Otobus heya dev, serî di ber serî de tije bû.
Xortek ji ber wî rabû, cîyê xwe da wî. Çû li şûna wî xortî rûnişt, serê xwe spart cama otobusê û otobus bi rê ket.
Min dizanî di bin wê cama reş de li dîmenên xweşahenga Stenbolê dinere û di bin simbêlan de bi ehmeqîya rêwîyan dikene.
Hêdîka min serê xwe ber bi wî ve xwar kir, devê xwe xist guhê wî û bi dengekî nizm ku ez û ew ji qûna hev fêhm bikin, min got:
-Ez di wê qûna te ya xwar nim ku tu kwîr î!
Wek şeytan pê bikene. Ji cîyê xwe pengiz bû û xwe li nav wê qelebalixîya rêwîyan qewimand. Gîhaşt ber derîyê otobusê yê dawîn ê fitilî hêla şofêr, bi dengekî bilind bang kir:
-Qaptan qaptan! Ez li otobusa şaş siwar hatime. Li cîyekî musaîd bisekinîne, ez ê peya bibim.
Îja heyran…
Di sîyaset û meseleyên kurdan de jî eynî wilo ye.
Hinek xwe li kwîrî, hinek jî xwe li ehmeqî datînin û her du alî jî bi qûna hev dizanin.
Êê?
Ê êê!
Kêrtêl û hestî ji her du alîyan re pir e!..

Gotina Dawî
Kurdên ku kurdî ji xwe re nekirbe qible, ne ji tifaqa wan bawer bikin, ne yekîtîya wan bawer bikin, ne jî ji kurdistanîbûna wan.

Gotina Herî Dawî
Hewce ye yekî wek min fiqur jî mîna meseleya yê kwîr her tim ji van teres û xwelîseran re bibêje, “Ez di we nim!”

13 Ocak 2025 Pazartesi

helbestên nehelbest (zarokekî depresîf im ez)

zarokekî depresîf im ez
bi awayekî depresîf derketime ji malzaroka dêya xwe
û ku serê min ji quz şemitîye li ser erda sar û tazî bi deqeyan bûye kazekaza min mîna cewrikekî tûle
ji dilqê min ewil girî dû re ken pengizîye
loma jî carinan devliken carinan jî kelogirî me ez
zarokekî depresîf im ez
emrek bi xwas derbas bûye
sol ji nigan pengizîye
lîçik ji poz herikîye
spî ji por rewîyaye
qilêr li xwe heyirîye
zarokekî depresîf im ez
ji rehma xwedê bêpar
mirîdê şeytên im ez
mûdî me
bêhawe me
dibeliqînim nav çavê xwe
zarokekî depresîf im ez
di kelekela germa havînê de
bi marmarokan re dilîzim
di qefalîya zivistanê de dikevim çem
payîz û biharan difîkînim mîna tolazekî sersem
zarokekî depresîf im ez
ne li mozart guhdarî dikim
ne li beethoven guhdarî dikim
ne jî nahletekê tînim li qûna emînê erbanî yê teres
zarokekî depresîf im ez
tu carî min nedaye dû pez
ne jî bûme kerekî nav rez
zikekî têr zikekî birçî
her min gotîye ez û ez
zarokekî depresîf im ez
di nava kefa destê xwe de mêşekê 
gêj dikim dihejînim
li ber guhê xwe digerînim ez
û bi cizbê dikevim li ber senfonîya wê mêşê
mîna derwêşekî balûle û serxweş
zarokekî depresîf im ez
her ku mele azan dide diherim kevirekî diavêjim kûçikê bêkes
da ku hewteheta kûçik bifetisîne deng û awaza wî melê jinhez
û nimêj li bavê min here 
bavê min hêrs bibe here xwe biceribîne li dê û jina xwelîserê teres
zarokekî depresîf im ez
lê tu carî serî danînim li ber kesî
ez




sînemê sînemê stara rebê alemê

Mehmet Metîner hişyarîyê dide dewletê, dibêje, “Hay jê hebin, neteweperestên kurd pêl bi pêl pir dibin, wek hêzekê xurt dibin.”
Bêguman…
ji neteweperestîya kurd, qesta Mehmet Metîner ne kurdên xwedan vîzyon, xwende, jîr, kurdîperest û serxwebûnperest in. 
Ji neteweperestîya kurd, qesta Mehmet Metîner çi ye? 
Divê em çi jê fêhm bikin?
Fermo, ez ji we re ta bi derzîyê ve kim!..
-Kurdên ku bi îdeolojîya apoyî sersem û bêhiş ketine.
-Kurdên ku mîna robot û zombîyan tenê bi komûtan tevdigerin/hereket dikin.
-Kurdên ku bi sloganên pûç û beradayî û bi zîhnîyeteke tirkîyane û bi tirkî êrîşî hikûmetê -ne dewletê- û derdora xwe dikin.
-Kurdên ku ji xwe/xwebûna xwe dûr ketine û nizanin ew ê xwe bi çi, xwe bi kê bigirin.
-Kurdên ku azadîya Apo di ser azadîya neteweya xwe re digirin.
Ji ber ku Mehmet Metîner vê zîhnîyetê baş nas dike, loma jî dixwaze ji dewletê re bibêje bi haweyekî wan bêhişan qanih bike û têxe bin kontrola xwe.

Sapyoseksuelîzm!
Li ser medyaya sosyal min “Bijî sapyoseksuelîzîm!” nivîsand û par ve kir, lê çend ciwamêrên bêkêr, tiral û xwelîser ku bi xwe re nabînin herin li derîyê xaltîka Googlê bixin, bipirsin bê ka wate û mahneya wê çi ye, ji min pirsîn:
-Me “Bijî serok Apo” bihîst.
-Me “Bijî biratîya gelan” bihîst.
-Me “Bijî partîya karkerên Kurdistanê” bihîst.
-Me “Bijî sosyalîzm û komunîzm” bihîst.
-Me “Jin jîyan azadî” bihîst.
-Me “Bijî LGBT+” bihîst.
Lê…
Îja sapyoseksuelîzm çi ye?
Ê ez rabim ji van dewaran re bi ziman û wêje û lîteratureke zanistî bibêjim, “Yanî nîyhandina entelektuelî” ye, vê carê jî ew ê rabin destê xwe li pêxîla min bixin, bibêjin, “îja entelektuel” çi ye?
Loma jî ez ê bi ziman û şêwaz û lîteratura dewarkî ji wan dewaran re bibêjim ku li ber kevin anku fêhm bikin.
Axir…
Sapyoseksuelîzm!
Yanî, nîyhandina xwende û zanayan! 
Li ser meseleyê: 
Heger hesp here ser mihînê, sapyoseksulîzm e, lê heger ker here ser mihînê, ne sapyoseksuelîzm e, ew dibe hovoseksuelîzm; ne homo haa!
Hov-oseksuelîzm.
Bi gotineke din…
Dema hesp here ser mihînê, berê hur û esîl ji wan dikeve, lê dema ker here ser mihînê, qantir ji wan dikeve;
loma jî…
hûn bi ya min dikin, keran bera ser xwe nedin yan na hûn ê jî bibin nîvker!
Bi kin û kurdîya kurmancî, 
sapyoseksuelîzm ji me re dibêje, ker û dewar û hovan bera ser xwe nedin ku piştî demekê hûn jî xwe wek wan ker û dewar û hovan hîs nekin.

Pepe Jose Mujîca…
-Di navbera salên 2010 û 2015an de li Uruguayê serekkomarî kir.
-Qesra fermî ya ji bo serekkomarên berê vala kir, mala xwe ji xwe re kir ofîs û danûstendinên xwe, ewraq û îmzekirina ewraqan li malê kir.
-Xwestin tirimbêla wî bi milyonek dolar bikirin, neda. Got, “Ez pê kûçikê xwe dibim tedawîkirinê.”
-Gerîlayekî kevn ê marksîst bû.
-Li gorî felsefeya wî ya jîyanê: Divê meriv ji qismetê xwe zêdetir nexwe/nejî. Û ev, azadî bi xwe ye.
Û got:
-Êdî ez hatime dawîya temenê xwe, qismetê min li vê dinyayê xelas.
Û tedawî red kir.
De îja…
Li her çar perçeyên Kurdistanê, ew ên xwe serek, serok û rêberên milet dibînin, gelo dema li Pepe Jose Mujîka dinerin anku di heqê wî de nûçe yan jî agahîyekê dixwînin, hîç li ber xwe dikevin? Pozê wan dişewite?
Ne bawer im, 
lewra…
ew hîsên merivanî/humanîstî û neteweperwerî yên bi Mujîka re hene, bi wan re tune ne, mixabin.
Konfor û şatafat û luksê ew ji bext û ûjdên dûr xistine.

Gotina Dawî
Mejîyê xwe format bikin!

11 Ocak 2025 Cumartesi

eşqeke nîvcomayî

Seet bi ser nîvê şevê ketîye. Li derve baraneke hûr dibare. Çipikên wê cama paceya paş min dixwirîne. Bi dengê her çipikê re xewa li dora min dihere û tê, vediciniqe.
Li hundir ronayîyeke mirarokî ya loş heye. Belkî jî ew ronayîya mirarokî ya loş xemgînîya wê şevê dinixumîne. 
Kerem Gerdenzerî bi wê sewta xwe ya nerm, henûn û têra xwe romantîk rehên dilê min ên tehenîne, dinermijîne, wan ji ser hev radike; hestên min ên li xwe mane heyirî, aş dike. 
Dubleyeke vîskî li ber min e, hêdî hêdî vedixwim. Ne cixarekêş im, lê di rewşên weha zîz û delodîn de, heger hebe cixareyeke ji cixareyên esîl dê ne xerab be. Huso jî ne li cem min e ku bibêjim ka ji kekê xwe re cixareyekê bipêçe.
Telefona min a li ser sêpayê lê dide, lê ji ber ku di bêdengîyê de ye, dereng pê dihisim. Navek li ser ekranê ye, lê nizanim ji tesîra şevê ye yan di binê tûrikê bîranînan de maye, nayê bîra min, lewra jinên diketin jîyana min, tu carî bi navên xwe yên rastîn nedihatin tomarkirin:
“Dînê! Delo! Bêro! Keybanûyê! Şahbanûyê! Berxê! Berxikê! Keynê! Canê! Cancanokê! Ew! Eşqê! Keskokê!…”
Ku me hevdu zêde aciz û bêhuzûr nekiribe, ew nav di rehbera telefonê de wek xwe dimînin. Ev nav jî wek xwe mabû.
Ez telefonê vedikim û didim ber guhê xwe:
-Alo! Şev xweş!
Û bêdengîyeke kurt… sewta wê ya germ û nerm ku bi meriv mîna baweşînkê tê, ez diherim deh sal berê. Rîtma dilê min diguhere, bileztir lê dide. Kelecan û aramîyeke şêrîn seranserê bedena min dîl digire. Di wê kêlîya kin de ew salûnîva min û wê ya beramberî emrekî, mîna fragmana fîlmekî li ber çavê min diherike.
-Dîno! Çi bû? Te jimara telefona min jê birîye yan ji şok û kelecanê te zimanê xwe xwar?
-Tu! Tu!..
-Erê, ez!
-Çima anuha? Ma tu Xweda yî?
-Çi bû? Çima?
Kenekî qerfok ji nav lêvên wê dipeke, di guhê min de olan dide.
-Ev serê çend rojan e min destên xwe vegirtibûn, li kulmek nefes, li kulmek huzûr digerîyam. Û pêjna te xuya bû… tu tu Xweda yî yan Xwedê tu şandî?
-Qey li min eyan bû, nizanim. Lê ji rewşa te dîyar e tu ne dînê berê yî, hinekan tu baqil kirîyî. Tew min jî xwe qure dikir, min digot kes ê bi qasî min te bênefes nehêle, lê…
Bêdengîyeke kurt min li xwe vedigerîne û wê şoka kêlîyeke berê ez dîl girtibûm, belav dibe.
-Ka dev ji min û rewşa min berde. Tu kengî hatîyî? Çima hayê min jê tune ye?
-Ji zû de ye, lê di erênayê de bûm. Çend caran ez ketim rehberê, min xwest telefonî te bikim, lê nizanim çima her cara ku jimara te li ser ekranê xuya bû, mejîyê min bi min re xeyidî û min ew taqet di xwe de nedît telefonî te bikim.
-Lê dilê te?
-Êdî ferman di destê mejî de ye, mixabin. Zemanê berê fermandar dil bû û mejî jî kûçikekî dera hanê bû. Lê dil êdî teqawît e, Dîno. Ew jî bi me re diweste, dibetile û piştî demekê dihere ji xwe re li quncikekê pal dide.
-Lê wek ku dil derbe li mejî çêkirîye û êdî ew e desthilat û hukimran, hi ii!
-Nizanm.
-Ka bibêjî dînê! Tu li ku yî nuha? Tu çi dikî? Herî dawî ez ne şaş bim tu li Fransayê bûyî. Yan ez şaş im?
-Erê, rast e. Ez li Fransayê bûm, lê min û mêrê xwe dev ji hevdu berda, nuha li Îzmîrê me. Sê meh in li vir im…
-Bi malbatê re yî?
-Na lo! Îja malbat! Piştî vî emrî derdê malbatê tê kişandin! Min li THYyê dest bi kar kirîye, li Foçayê min ji xwe re xanîyek kirê kirîye, bi tena serê xwe dijîm.
-Êê!.. Êdî tu venagerî Fransayê yanî?
-Na. Êdî ez ê li vir bim. Na heger ez ê acizîyan bidim te, ez dikarim vegerim.
Ken, coş, kêf, bêrî, hêvî, xeyal, bêhna şehwet û arezûyê… hemû rengên jînê wê kêlîyê bi ser me de dibarin.
-Sara! Tu poşman î?
-Ji bo çi? Çi poşmanî?
-Bi naskirina min, ketina min a jîyana te… Bivê nevê me demeke ne pir kin bi hev re derbas kir. Û bi qasî kêf û coş û bextewarîyê, piçekî êş û xemgînî jî bû para me. Em hînî hev bûbûn û ji nişka ve ez ji te dûr ketim.
-Tu ji min dûr ketî yan hinekan tu ji min dûr xistî, dîno? Qûna te elimîbû tilîkan, tu rehet nedisekinî!
-Bibore, dînê, bibore. Piştî te, ji bo te jî, ji bo xwe jî pir li ber ketim û êşîyam, lê çi bibêjim, wî zemanî neditebitîm. 
-Ne ku tu neditebitî, te nekarî hukm li kîrê xwe bikira, berxê min. Ji we nivîskar û hunermendan re îlham, tenê sîngên gewr in. Û bi sîngekê jî hûn nayên ser. 
-Axir… tiştê çû, nede dû!
-Dîno, te got poşmanî! Na, ne poşman im. Erê, te ez pir êşandim, lê heger îro bûya, teva ku te nas dikim, dîsa min ê xwe li wê serserîtîya delodîn biqewimanda. Ma jîyan ne ji kulmek bîranîn pêk tê? Û di vî temenê meriv yê ne pir kin ne pir dirêj de, ma çend caran tiştekî werê tê serê meriv? Meriv dikare bi çend kesan re van hîs û hestan bijî? Me têra sê emran bîranîn dan ser hev, sê emir. Îja poşmanî! Tu him êş bûyî him xweş bûyî, lê tu tişt bê bedel nabe. Jixwe jîyan tiştekî weha ye, lo. Divê meriv her hestê tehm bike, çi êş çi xweşî. Min pir dixwest tu bibî mêrê min, lê min baş dizanîbû tu yê nekarî bibî mêrekî baş. Erê, çendî potanselîya mêrekî maqûl ango standart bi te re tune be jî, tu yar û hevalekî hêja û bêhempa yî. Rojek bi te re berberî sed rojan bû. Ew salûnîva me bi hev re derbas kir, bîranînên me di wê salûnîvê de dan ser hev, gelek jin û mêr bi hev re kal û pîr dibin, lê bi qasî wê salûnîva me bîranînan nadin ser hev. Jixwe min bi te dizanîbû û bi te re dest bi vê têkilîyê kir, loma jî heqê min tune ye ne gazinan bikim, ne jî têkevim nav xem û poşmanîyê. Axir… Me bi hev re kêf kir, me bi hev re rojên xweş û geş derbas kirin, bi hev re me li tehma şadîyê nerî, loma jî madem ez bûm şirîka kêf û şadîyê, hewce ye ez bibim şirîka êş û xemgînîyê jî. Ma ne wer? Ya din jî!..
Bi qasî nefesekê bêdengî çêdibe:
-Ya din jî?
-Qedera me sapyoseksuelan ev e, mixabin!
-Dînê!
-Çi?
-Bê nefes im! Tu yê bibêjî qey ezman bi ser min de tê xwarê û di bin de difetisim. Xwezî nuha tu li vir bûyayî û min xwe di himbêza te de bicivanda ser hev û te jî serê min danîya ser sînga xwe, bi pêsîrên xwe ve bidewisanda. Û li ber bêhna wan pêsîran ez di xew re biçûma…
-Tu çi sekinîyî, dîno, hi ii? Ez êdî li vir im. Ka were ez serê te deynim ser sînga xwe û bi henûnîya rojên berê te aş bikim. Piştî deh salan em birînên hev ên hîn û hîn qalik negirtine, bixwirînin, derman bikin.
-Le ku bin qêlik hîn nekewîyabe?
-Ma ne hêja ye em careke din biceribînin? Deh salan ji te dûr revîyam, lê reva min pere nekir. Wek ku pêşîyan gotîye, “Reva pisîkê heya kadînê ye.” Eynî wisa. Ez ji te hêrs bûm û ji bo te ji bîr bikim, çûm bûm jina yekî din, lê tenê bedena min bû ya wî. Neh salan, her cara ku mecbûr mam, çûm ketim himbêza wî… off off! Ew jî cureyeke tecawizê ye, seksa bê dil… mixabin! Xwedê giravî bi wê kiryarê min xwest te ceza bikim, lê di eslê xwe de min xwe ceza kir. Naxwazim vegerim wan rojan. Piştî te tam salekê bi ser hişê xwe ve nehatim, lê… axir, bi qasî te, pêdivîya min jî bi te heye; bi nefesa te, bi henûnîya te, bi sohbeta te û… bi bedena te…
Kêlîyekê îskeîska wê dibihîzim li hêla din. Hêsirên wê yên tije hesret û bêrî ji min nexuyane, lê ji çend niqut hêsirên li ser gepên min li xwe heyirîne, ez rewşa wê texmîn dikim.
Dû re bêvila xwe dikişîne û bi nîvkenekî derewîn atmosfera wê kêlîyê ya dilêş belav dibe.
-Ez bilêta te bibirim? Êdî ez nîvkapitalîstek im û têra xwe qezenc dikim, haa!
-Na dînê, na. Tu mazûvantîya xwe bînî cîh, ez dikarim heqrêya xwe bidim. Haa! Wek rojên berê ez ê şeraba xwe jî têxim binê tûrikê xwe û bi xwe re bînim.
-Tu bi kêfa xwe yî, lê ma te ji bîr kir qey? Ez ji Fransayê hatime û di mahzena min de têra çardeh şevan şerabên Bordoyê hene.
-Naxwe ji îşev pê de her şev li ezmên binere, ku çavên te bi heyva çardeşevî ketin, hêdî hêdî dest bi hazirîya şevê bike, lewra ez ê nêzîkî te bim, wê şevê.
-Woww! Rebê romantîzmê dîsa ji ayetên pîroz peyivî. De ka dev ji henek menekan berde. Bera jî tu yê kengî bêyî?
-Surprîz!
-Kuro, roja tu yê bêyî, belkî ne li malê bim. Belkî min yek bera ser xwe dabe. Hela hela!
Kenekî qehpikane di guhê min de olan dide, lê ew gotinên bêehlaq tevzeke erojen li bedena min bar dike, lîbîdoyên min bi mejîyê min ve radipelikin. Min dîn û har û sersem dike.
-Tişt nabe. Sînorê fantezîyan tune ye ji hedonîstan re.
-Tu çi bêehlaq î!
-Erê, lê bêehlaqîya min ji ehlaqê civaka te pak û paqijtir e.
-Ooo! Xweş bû. Ev aforîzma bi min xerîb nehat. Ne şaş bim di dosyaya te ya aforîzmayan de hebû. Berî tu bişînî çapê te ew dosya ji min re şandibû. Baş tê bîra min, ji hemû aforîzmayan herî pir vê aforîzmayê bala min kişandibû.
-Waa!
-Erê erê. Heya baş tê bîra min, wê şevê heya dereng, li ser terz û şêwaz û bikaranîna te ya zimên jî em têra xwe peyivîbûn. Kûrayîya zimanê te, tevnsazî, hevoksazî û estetîzma hevokan pir bala min kişandibû. Û ez li xwe û tiştekî din mikur bêm!
Keserekê ji kûrayîya kezebê dikişîne, lê napeyive, bi qasî çend sanîyeyan bêdengî çêdibe.
-Wê şevê min ji xwe re got, divê ez vî zimandirêjî bera ser xwe dim!
Hakehaka kenê wê yê qehpikane bi guhê min ve radipelikê.
-Waa!
-Erê weleh, nikarim derewan bikim.
-Dînê, lê îşev tiştekî jî bala min kişand…
-Çi?
-Ji bo fransîyekê kurmancîya te jî ne xerab e, haa! Erê, ev deh sal in tu li Fransayê dijî. Meriv dizane tesîra fransî li şêwaza te bûye, lê têr û xweş û herîkbar e. Weleh tu kurd qîza kurdan î. Tu jineke esîl î. Her bijî!
-Erê, ne xerab e, lê carinan bêhemdê xwe di nav hevokan de peyvek duduyê fransî jî li nav dixim.
Dikene.
-Himm! Super!
-Dîsa çi bû?
-Zimanê kurdî erotîk e, zimanê fransî jî romantîk… De îja her du bi hev re. Offf!
-Kuro dîno, henek li hêlekê, berî ku tu yê bêyî, hayê min jê çêke. Em jin in, berxê min, ne wek we ne. Kuafor muafor, pedîkur medîkur heye û axda…
-Baş e baş e. Lê bi îhtimaleke xurt ez ê hefteya pêşîya me bêm. 
-Ê de baş e. Bi destûra te… sibê kar heye û hewce ye zû şîyar bibim. Şeva te bimîne xweş.
-Dînê!
-Kuro, dereng e. Şev li min çû, ez hew şîyar dibim. Sibê ez ê telefon bikim, em ê bipeyivin. De haydê haydê. Şev xweş.
-Îşev wek nuh ji dawa dêya xwe bikevim!
-Euwww! Min nedizanî te ew qasî bêrîya min kirîye….
Kenekî têrşehwet ji nav lêvên wê dipeke. Hakehaka wê, di wê bêdengîya şevê de olan dide.
-Min dizanîbûya bi vê xezebê te bêrîya min kirîye, pênc sal berê min ê terka wî xwelîserî kiribûya, dîno!
-Zeman Xweda ye, dînê, Xweda! De here ser xweşîyê. Şev xweş.


10 Ocak 2025 Cuma

çare ji vê zîhnîyetê re tune ye


Çi xweş gotîye, Alfred Adler:
“Meraqa li ser kubir û hewê, yek ji nîşaneyên/semptomên herî berbiçav ya kompleksa xwebiçûkdîtî ye.”
De îja were xwelîya vê civakê li serê xwe bike bê ev civak, biçûk mezin, xwende nexwende, zana nezan çawa heya qirikê ketîne nav vê xwelîserîyê.
Alfred Adler, pisporê kûrama psîkolojî ya takekesîyê ye û di pisporîya wî de du têgehên girîng hene: 
1-Hîsa xwebiçûkdîtî
2-Hîsa xwemezindîtî
Alfred Adler serê xwe bi xwezayî û kûrayîya însên re êşandîye û bi çavê sosyal-psîkolojîk nêzîkî vê meseleyê bûye bê tesîreke çawa li karektera însên dike. 
Piştî van lêkolîn û lêpirsînên xwe, bi xwe daye qebûlkirin anku serwext bûye ku rabûn û rûniştina meriv, tevger û hereketên meriv, nerîn û dîtina meriv bi pêwendî û danûstendina derdora meriv a civakî/sosyal re dikemile û bi vî awayî karakterek rûdine.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ciwamêr dixwaze ji me re bibêje, binhişîya xwe kedî anku tedawî bikin ku nehêle hûn bi kubir û hewa û fors û prestîjê serxweş bikevin.
Bêguman…
Girêdayî vê meseleyê, kêm zêde rewşa me kurdan jî weha travmatîk e, mixabin.
Piştî civaka me bi awayekî fehş û nezan polîtîze bû, ev kompleks û travma li ser derûnî û karektera me jî birîneke mayînde hişt ku îro ro em nizanin em dijîn an em nîvkuştî ne.
Zîhnîyeta apoyî, bi salan zarokên kurdan bi armanca rizgarkirina Kurdistanê ber bi çîyê ve kişandin. 
Dû re…
li çîyê, bi teorîyên xav û bi sloganên pûç û xapînok mejîyê wan zarokan şuştin û ew zarok ji bo armancên xwe yên qirêj kirin şervanên mirîdane. 
Piştî demekê…
ew zarok bûn şervanên mekanîk û ji armancên neteweyî dûr, tenê ji bo armancên megalomanan xizmet kirin.
Kuştin! Hatin kuştin!..
Anku…
ji sîstemên qirêj re artêşeke robotîk çêbû. Û anuha jî ew robot tenê bi xwezayî û xwebûna xwe re şer dikin.
Bêguman…
ji bo pîrozwerîya vê zîhnîyetê, li nav bajêr jî ev zîhnîyet serdest bû û ji bo danasîn û reklama wan şervanên mirîdane ên robotîk, her weha çalakvanên mirîdane ên robotîk jî hewce bûn. 
Loma jî…
ji bo dilê wan çalakvanan xweş bibe, wan bi xwe ve girê bidin û ew çalakvan erk û wezîfeya xwe bi cîh bînin, pêdivî bi maqyajeke prestîjî hebû û texsîr nekirin/nakin, çi madî çi manewî…
Axir, li nav bajêr, bi saya wê sîyaseta beloq, bi binhişîya însên lîstin; dilbijandineke sûnî/çêkirî/sexte bi wan xweş û şêrîn kirin û ew jî bi ber bayê kubir, hewa, fors û prestîjê ve ketin.
Lê hay ji xwe hebin!
Ew kompleksên we yên nekedîbûyî serê we ji gewdeyê we hilneqetîne!

Gotina Dawî
Baldar bin û bi kêlîyên sexte nexapin. Hema ku nigê we bişemite, ne bawerîya we, ne pêxemberê we, ne Xwedayê we, tu kes ê nikaribî we xelas bike!
Îja heyran,
ev nexweşî nexweşîyeke çawa ye û bê ka tedawîya wê jî heye tune ye, bi rastî jî nizanim.
Meriv here li derîyê hemû psîkîyatr û derûnînas û civaknasên herî qerase bixe jî, bawer nakim çare yan jî tedawîyekê ji vê nexweşîyê re bibînin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Xwedê jî têkeve nav vê zîhnîyetê, di nava du sê mehan de ew ê bi xwe jî êdî bi nigê wan lê bixe!..

pêvajoya doxînê

-Xalo, ma çi ji vê dem û pêvajoyê dikeve serê te? Gelo dîsa ne fen be?
-Kuro law, ma bi Xwedê êdî em hew diwêrin bibêjin “Heger ne fen e, ev çi ben e?” Lê êdî ciwamêran eşkere fenê jî û benê wê jî dixin qula çavên me!
-Xalo, ji bo Xwedê ka piçekî zelal bike lo! Weleh tew ev teorîyên te yên ji şîfreyên Da Vîncî dijwartir, mala meriv xera dike heya meriv ji hev derdixe. Ezxulam, ez dibêjim, “dem, pêvajo, surec” tu radibî ji min re qala fen û ben û nizanim çi dikî!
-Ê hey kurê kerê, ma tu di guhê gê de dijî, hi ii! Ma ne pêvajoya benê doxînê dest pê kir…
-Çi çi çiii?
-Çi û quzilqurt û mirina bin zikê te! Kuro li ser doxînê li hev kirine, li ser doxînê. Serokê sererd û binerd ji Hakan Fîdan re gotîye, “Jinekê ji min re bixwazin, lê bila neketibe menopozê. Qelenê wê bidin, zêrên wê çêkin, min bizewicînin. Dû re xanîyekî duqat ji min re bigirin, lê kirîya wî xanîyî li ser we. Û bila ew xanî nêzîkî xanîyê kirîbê min Bahçelî be. Her weha ji SSKyê jî meaşek.”
-Êê?
-Ê ê! Li hev kirine û ji Hakan Fîdan re gotîye, “Bi soz, heger hûn van daxwazên min bînin cîh, ez ê we ji vê pirika PKKê xelas bikim û wan bişînim hêla Îranê, wan bikim belaya serê Îranê.”
-Bawer nakim xalê Cemîl û xalê Mûrad qebûl bikin. Ew ê xwe bi erdê bidin weleh.
-Na na. Ew ê ji wan re jî çareyekê bibînin. Bi operasyoneke cerahî rûyên wan biguherin û ji her yekî re li ser navê wan A-101 marketekê tapo bikin û mesele safî dibe. Jixwe li hidûdê Tirkîye û Îranê hînî tucaret û bazirganîyê jî bûne. Bi telaqên bêfitû, ku bikin karê xwe, di nav pênc salan de marketên wan ê qayîşê bi Mîgros û Carreforên Sabancî û Koçan re bikişînin.
-Xwedê ji te razî! Ma te kir çi! Çawa çêbû! Tew ev teorîyên te yên komployî ji teorîyên Ednanê Farqînî ecêbtir in. Te ji ben û doxînê dest pê kir, tu çûyî te di çareserkirina pirsgirêka kurd û tirkan re derxist û problema bi salan bi benê doxînê safî kir.
-De here ji xalojna xwe re bibêje bê hukmê doxînê çawa ye, bila ji te re bibêje, bêhişo! Bi Reb, ku rep bibe, tu hêz û qawet nikare xwe li ber bigire û çav êdî tiştekî nabîne, mejî bloke dibe!..

8 Ocak 2025 Çarşamba

şîreta kîrê ker

Rewşenbîrî, 
erk û wezîfeyeke ehlaqî ye. 
Û tew…
di ser de jî tu nivîskar û rojnamevan bî, hewce ye tu sînga xwe bidî ber top û guleyan, 
ji hemû tundî û alozî û êrîşan re bikî sîper, bikî mertal.
Îja heyran…
Wek her tiştî, li vî welatî rewşenbîrî jî tenê ji quretîyên xav û populîst pêk tê, 
mixabin.
Hoo guhê gê!
Ka di kîjan qulê de li ser çi fantezîyan bi xwe xweş tîne, romannivîsî binavûdeng ê navneteweyî rêzdar Ahmet Altan?
Hoo rewşenbîro!
Ma ne tu bûyî!..
te digot, “Ez bikutim poşmanîyê. Here were deh panzdeh sal emrê min maye yan nemaye ku koç bikim û herim hêla dinê. Ma hêja ye ji bo deh panzdeh salên din jî bijîm, ez rabim xayintîyê bi wan heftêsalên xwe yên têr zanîn, têr ehlaq, têr tecrûbe, têr karekter, têr prensîb bikim?”
Ka dengê te nayê min!..
Hoo rewşenbîro!
Ka tu ji min re nabêjî, te ew zanîn û tecrûbe û ehlaq û karekter û prensîbên xwe bi çi firotin?
Di rewşeke weha kaotîk de ku dewlet ji dewletbûnê ketîye û kes nizane destê kê di bêrîka kê de ye, ka Ahmet Altanê romannivîs ê xwedîyên romanên qerase? 
Qey rewşa nuha ya dewletê ji bo romaneke nuh sûd û îlham e, loo!
Axir…
Yan xwe qure nekin û bêvila xwe nexin nav kar û barên rewşenbîrî yan jî ku we bêvila xwe carekê xistê, heya neşikê, nekişînin. 
Nabe meriv qûna mirîşkê deyne ser hêka betê, nabe!..

Min got…
Ji yên navê xwe yan jî paşnavê xwe kirîye “Xwenas” hîn min yekî xwe naskirîye nedîtîye.
We tim dilê xwe bijandîye tiştekî di we de ne mevcûd anku tune ye, 
lê we tu carî hewl nedaye ku hûn xwe veguherin wî tiştî, 
lewra…
ew qûn li ser we tune ye.
Û ku peyv tê peyvê jî, ne eyb û ne fedî, hûn radibin qerf û henekên xwe bi yên ku hûn dilê xwe dibijînin wan dikin.
Berî her tiştî divê hûn xwe ji vê nakokî û paradoksê rizgar bikin 
yan na…
bi van kompleksan tenê hûn ê ruhê xwe bitengijînin û bi çavê dijminayî li her kesî, her tiştî binerin.
Jîyan ne pir dirêj e, 
loma jî vê jîyana ku li ser perîkên pinpinîkê bar bûye, nehêlin ji nav kefa destên we bifire.
Ji wê pinpinîka temenkin hînî xweşîya jîyanê bibin bê di wî temenê xwe yê kin de bi çi xezebê li dora wan gul û kulîlk û çîçekan difire, zîz dibe, dibeze, dipengize.
Axir…
Ma ez ji kê re dibêjim!
Anuha ew ê dîsa werin van gotinên min bixwînin, dilê xwe bibijînên vîzyon û feraseta van gotinan, 
lê piştî nivîs biqede, ew ê dîsa herin li serê kîrê xwe yan jî li ser pişta quzê xwe binivîsînin,
lewra di kurdîya kurmancîyê de ji vê nakokî û paradoksê re dibêjin,
“Şîreta kîrê ker!”

Gotina Dawî
Heya hûn nebin xwe, hûn ê nebin tu gû jî!..

7 Ocak 2025 Salı

zanîn mejî û mirîd

Berê…
Zanînîngeh çîyê ilm û îrfanê, cîyê felsefe û zanînê bûn. 
Li wir, tenê mejî, dil, hest, hîs, xeyal, nerîn, hêla afirînerî kedî anku terbîye dibûn. 
Û jixwe…
Dema bi wê vîzyonê tu ji derîyê wê zanîngehê derdiketî, peydakirina karekî anku qezenckirina pereyan nedibû pirsgirêk.
Nuha…
Zanîngeh ji xwebûna xwe dûr ketine. Ji bilî çend îstîsnayan, pirê kesan tenê ji bo qezenckirina pereyan zanîngehan dixwînin êdî, mixabin.
Ya din jî…
Ji her tiştî re, ji her beş û qada jîyanê re zanîngehek ava kirine; 
tirşikolojî, mastolojî, quzilqurtolojî, masturbasyonolojî…
Heyf, lê xema kê ye!
Jixwe sîstem girseyeke weha dixwaze; mirîd, gêj û ehmeq.
Axir…

Rojekê hevalekê ji min re peyamek şand. Vê hevalê li ser medyaya sosyal ez dişopandim, lê rûbirû me hevdu nas nedikir.
Peyam weha bû:
-Te bi kurdî dinivîsand, loma jî bala min kişand, lewra kurdîya min qels bû, min got bi xêra te û yên wek te ez ê kurdîya xwe xurt bikim.
Lê…
Rexneyên te yên li ser hevalan pir hişk û tûj bûn. Xwe bi xwe min ji xwe re got, “Ev ciwamêr teqez barzanîperest e.” Çend roj derbas bûn nebûn, ne bi wê hişkî û tûjîyê be jî min dît te zîhnîyeta başûrîyan jî bi tundî rexne kirîye. Şaş mam! Tu ne apoyî bûyî, ne jî barzanîyî.
Dû re…
Piştî çend rojên din te li ser nezanî û bêvîzyonîya neteweperestan jî xwe aciz kiribû û ew rexne kiribûn. Min nekarî bigota tu sîxwir anku ajan î jî, lewra ji bilî kurdî te bi tu zimanî jî nedinivîsand. Ez li te mame heyirî. Nema dizanim ez ê bi çi çavî li te binerim. Ev tu ji min re nabêjî, tu çi yî, tu kî yî? Tu li ser çi îdeolojî û dînî yî?
Di bin simbêlan de kenîyam, lê bêguman wê ez nedidîtim. Tenê min ev peyam nivîsand û jê re şand:
-Mejîyê min heye û ez difikirim!..
Dû re…
Bêguman me rûbirû jî hevdu nas kir û …
Axir!

Gotina Dawî
Nebin mirîdê tu kesî, tenê bibin mirîdê mejîyê xwe, lê heger hîn bi nav mejîyê we de nemîstibin!..

6 Ocak 2025 Pazartesi

stratejîya peredîgmayî

Me got, 
“Heyran heger ne fen e, ev çi ben e?”
Got,
“Na. Ew benê doxînê ye, ne xem e!”

Evdilayê ku doh bi eşqa Kurdistaneke azad û serbixwe keç û lawên kurdan kişandin çîyê, îro li ser xwîna wan keç û lawan bingeha paradîgmayeke nû diavêje.

Di vê paradîgmaya nû de, Evdila serê govendê dikişîne, lê jixwe kî xal be, Evdila heval e, ji qewla pêşîyan.
Û êdî gîyha jî hew şîn tê li ser gorên pêşîyên me, lewra mirîd diherin diçêrin li wê derê.

Selahattîn Demîrtaşê ku carinan dibû Selo, carinan dibû Selo başqan û carinan jî di xewn û xeyalên xwe de bi ser pişta hespê xwe diket û dibû Silahedînê Eyûbî, li Edîrneya xopan li ber lambeyên gazê romanan dinivîsîne, bi tirkî…
Û heger ev paradîgmaya Evdila bi ser nekeve, îhtimal e Edîrne ji destê Tirkîyeyê derkeve, têkeve destê Yewnanîstanê.
Lê ez bawer nakim sebra Selo li Yewnanîstanê bê. Ditirsim wek rehmetîyê Ahmet Kaya lê bê û debar neke, dil milê wî bisekine, loma jî berî ku Edîrne têkeve destê yewnanan, bi îhtimaleke xurt ew ê ji hefsê firar bike û here xwe biavêje bextê Enqerê.

Sirrîyê ku kes nizane bê bi çi sirrê bi vir û wê de dibeze, derî bi derî, qul bi qul digere ji bo efûyeke giştî. 
Erê navekî li van çûyinhatinan anku civîn û hevdîtinan nakin, lê wer xuya ye dilê wan heye rojevê pîne bikin.
Ka aqil!
Ma pîne li tavê anku li royê dikeve?
Na.
Pîne li du tiştan nakeve:
1-Tav/ro
2-Qûna çirîyayî
Îja heyran, 
ev ê ku wek garana ker û golik û ciwange û dewar mewaran bi vir de wê de zîz dibin û qûnê li xwe diçirînin, tenê nan diçînin şorbê û hew.
Û kurd jî êdî fentezî bûne jixwe, hew şorbê dixwin bi nêta şîvê.
Axir…
Heger berî mirinekê ev paradîgma nebe pere û neşewite, li Tirkîyeyê pirê tirkan ê navê zarên xwe bikin Evdila, pirê kurdan ê jî navê zarên xwe bikin Dewlet.
Û Dewlet ê jî bibe dewlet ji me re, di berdêla dewleta me de.

Gotina Dawî
Armanc û hedefa vê paradîgmayê ew e, bi stratejîyeke peredîgmayî kurdan kêm, kurdkokenlîyan pir bikin.
Û hûn sax, ji qewla seydayê min Laleş Qaso.

5 Ocak 2025 Pazar

zeman xerab e însan çênabin

Heger birçîbûna seksê ne bi vê xezebê bûya, ev keç û jinên li ser medyaya sosyal mîna fêkîfiroş û zebzefiroşan qûn û quz û pêsîrên xwe radixin pêş çavên me ango pêşkêşî me dikin, dê çi xwelî li serê xwe bikirana!
Di esasê xwe de,
çendî hin jin xwe aciz bikin jî, civakên paşverû û nezan bi kêrî jinan jî tên, loma jî pirê jinan ji vê sîstema mêrane ku mêr hov û birçî ne, acizîyan nakin;
nakin, lewra…
ew bi xwe jî baş dizanin di civakên pêşketî, medenî û modern de fêkîyên wan ê pere neke.
Axir…
Bijî azadîya paşverû ya postkîrquzîst!

Azadî!
Di vê serdema me ya kes nizane bê kîrê kê di qûna kê de ye, “Bijî Azadî!” slogana herî populer e,
lê belê… 
tu kes jî ji azadîyê hez nake, 
mixabin; 
her kes (çi takekes çi partî çi rêxistin çi sazî) hewl dide te bike mirîdê xwe
û jixwe ew bi xwe jî mirîdê hin kesên din in.
Axir…
Herin ji Azadan bipirsin, 
Azadên ku navên wan Azad in jî ew ê ji we re bibêjin, “Mixabin, lê ez ne azad im!” 
Îja heyran…
Heger gen genî bin, xwelîserî genetîk e.

Ez bi xwe…
li dijî desthilatîya kurdan im!
Heger sibê, bi saya Xwedayê jêrîn anku Amerîkayê Kurdistan azad û serbixwe bibe, divê amerîkî, cihûyan anku israîlîyan deynin ser textê desthilatîyê,
lewra…
vî zemanî bi zîhnîyeta kurdan dewlet mewlet nayê birêvebirin anku îdarekirin. Hewce ye pêncîsalekî li ber destê cihûyan/israîlîyan hînî sîyaset ê politîka û lobî û dîplomasîyê bibin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
birêvebirina dewletan naşibe quretîyên qesr û qonax û mizgeftan.
Axir…

Gotina Dawî
Kuro lawê Hecî Sînan, emrê te sê tirên keran maye, êdî bes xwe bihetikîne loo! 

4 Ocak 2025 Cumartesi

şanogeha îmralîyê

Nav= Heger Ev Ne Fen e Ev Çi Ben e
Cîh= Şanogeha Îmralîyê
Şanonivîs= Mît
Mijar= Xurtbûna Ruhû Eşmeyê
Derhêner= Sirri Sureyya Onder
Lîstikvan= Apo, Altan Tan
Muzîk= Ozan Arîf

Perde ji her du alîyan ve vedibe. Li paş maseyê li ser kursîyeke textikî Apo rûniştîye. Li ser maseyê, li ber Apo perçeyek cebeş, ecûrek, du qitî, sê xîyar û tasek av heye. Altan Tan xuya dibe û ber bi Apo ve dimeşe. Tê li ber maseyê şipîya disekine. Di destê wî de kîsikekî naylon heye. Di binê kîsik de kulmek ax. Altan Tan bi ken wî kîsikî datîne ber Apo.

Apo
-Ev çi ye, Altan?

Altan Tan
-Ji Amarayê min ji te re kulmek axa pîroz anî, qudretlî serok.

Apo
-Tu ciwamêr î. Spasîya te dikim, Alto. Ka kursîyê bikişîne bin qûna xwe, rûne dîlimek cebeş, xîyarekî an ecûrekî bixwe, dû re em ê li ser rojevê bipeyivin.

Altan Tan
-Na ezxulam. Berî ez werim cem cenabê te, ez û hevalên di heyetê de me nan çand şorbê û me zik li xwe kir kelek. Spasîya cenabê qudretlî serok dikim. Bijî.

(Apo radihêje xîyarekî û diepişîne devê xwe, qertekê lê dixe û dibe xirmexirma wî, dixwe)

Altan Tan
-We li ser çi li hev kirîye? Dewlet çi dibêje?

Apo
-PKK yê çekên xwe teslîm bike. Efûyeke giştî yê çêbibe. Astengîyên li pêşîya zimanê kurdî yê rabin. Hêdî hêdî ber bi xweserîyê ve gav ê bên avêtin û hin tiştên din jî… 

Altan Tan
-Naxwe tu yê jî bê berdan anku azad bibî, ne wer qudretlî serokê min?

(Apo hêrs û aciz dibe)

Apo
-Te çi ji min e? Hi ii! Serê xwe bi kitekit û detayên te eleqeder nake re neêşîne. Ew ne problem e. Ez qudretlî me. Hundir an derve, ji min re her der qada berxwedanê ye.

Altan Tan
-Protokol an peymaneke nivîskî? 

Apo
-Hewce nake. Wek min got, serê xwe bi kitekit û detayan re neêşîne. Ez qudretlî me. Berê min xwe wek pêxemberekî didît, lê êdî min qonaxa pêxemberîyê derbas kir, nîvxweda me ez. Wek min berê jî dubare û nizanim çendbare kir, ez qudretlî me.

Altan Tan
-Birêz û qudretlî serokê min, tu çêtir dizanî, lê bawerî bi dewleta tirko nayê. Xwedan fen û fût e. Wek min got dîsa cenabê te dizane, lê protokolek an peymaneke nivîskî hebe, pir baş e. Ma ne gotineke me ya pêşîyan ya pir xweş heye…

Apo
-Çi ye?

Altan Tan
-Bira bira ye, bazar xuya ye.

(Apo hêrs dibe. Destê xwe bi hêl li maseyê dixe. Ew cebeş, qitî, xîyar û ecûrê ser maseyê dipengizin, li erdê belawela dibin. Apo çeng dibe ser xwe. Bi rabûna Apo ya ser nigan re Altan Tan diqutife, ew jî wek refleks ji nişka ve çeng dibe ser xwe)

Apo
-Kêfa min ji pêşîyên we yên paşverû û feodal re jî nayê, kêfa min ji wan gotinên wan ên beradayî re jî nayê. Ez qudretlî me û peyv li ser peyva min nayê kirin. Qedexe ye û hew! Here fermana min bigihîne Hevalê Cûma, bila çek mekên xwe teslîmî dewletê bikin û ew jî tava gerîlayan derbasî hêla Îranê bibin. Li wê derê dewleta Îranê yê têra kantonekê erd bide wan. Û heya ez nebêjim jî, bila ji kartol martolan û pîvaz mîvazan pê ve tiştekî din neçînin. Bi taybetî jî bila ji xeşxeşê dûr bisekinin. Û hevalên legal ên nav bajêr jî bila bi çalakîyên xwe, ji nû ve esas û temelê biratîya gelan deynin.

(Apo bêyî xatir ji Altan Tan bixwaze, li xwe dizîvire, ser dikê terk dike. Altan Tan destê xwe yê rastê diavêje paş stuyê xwe, kejika stuyê xwe dixwirîne û perde ji her du alîyan ve bi çepikên mêvanan re hêdî hêdî tê girtin)

Gotina Dawî
Axir…
Gelî belengazan,
bi kin û kurdîya kurmancî,
Apo xwestîye bi sibûta Altan Tan ji mirîdên xwe re bibêje, “Ez dewlet bi xwe me. Ez xwedan qudret im û qudreto me. Li min nefikirin, min çi ji we re got, wê bikin û hew!”
De îja ka aqil!

3 Ocak 2025 Cuma

quzjinge

Ferdî Tayfûr jî mir, koç kir, çû û di binê tûrikê xetire û bîranînan de kulmek xetire û bîranîn jî bi xwe re bir.
Erê, leheng û bilbilê dilxweşî û dilêşî yê nûxortanîya min bû!..
Û balkêş e, şeva ku Ferdî Tayfûr mir, evînek jî emirqutî bû û mir!
De îja gelî dost û hevalan, ka hûn ji min re nabêjin, ez herim serê xwe li kîjan keviran xim an kîjan keviran li serê xwe xim!
Ez rabim li ser Ferdîyê xwe bigirîm an li ser yara ku bêwext lê xist û çû bigirîm😂
Erê…
Zemanê min dibistana navîn û amadeyî anku lîse dixwend, li ber stranên wî min dil xist kê û nexist kê? 
Li pey eşq û evîna çend qîzan min dilê xwe bi sewta wî ya kelogirî kewand!
Wî zemanî jî min ji şoreşa apoyîyan hez nedikir û hez nekir. 
Bi min xav dihatin…
Pismamên min jî di nav de, pir bi benda min ketin ji bo nigê min bişemitînin, 
lê destê min ji cotmemikan nebû û ez mam li pey hevalan.
Gelek hevalên xwendekar bi stranên Ahmet Kaya û bi îdeolojîya Yalçin Kuçuk û Dogû Perînçek bi cizbê ketin û berê xwe dan çîyê, tev li ometa Evdila bûn, 
lê min li Ferdî Tayfûr guhdarî kir û kêfa xwe ji lîska futbolê û tolozîyan re anî.
Belkî wî zemanî ez kêmê hevalan dihatim dîtin, lê nuha ez li ber wê kawiktî û xeşimîya wan dikevim ku her yek wek fêrizekî, her yek wek xezalekê bû û hemû jî ji kîsê dêya xwe çûn, mixabin.
Axir…
Îşev ez ê mirina Ferdî Tayfûr ji xwe re bikim mahne/behane û li ser çûyîna yarê û bidawîbûna dewrekê, qedehek dudu araq vexwim, 
bêguman şelxem ê jî li ber be🙂🙂🙂
                             ***
wexta ku te got hezkirin bi te re nemaye
kelemên peyvên te li kezeba evîna min ketin
xwîna lokekî jê çû
ne ew tav bûya
evîna min a birîndar nedibû leylan
û li ber çavên reş winda nedibû
ew çav talde bûn
çilê havînê li ber siya wan
çilê zivistanê
ii ber pûk û bandebê tê de distrîm
                               ***
Cemîlê pismam jî ruhê helbestê çikandîye, haa!
Na na, ji bo rewşên zîz û evînî Cemîl jî ne kêmî Ferdî Tayfûr e😂
De îja îşev…
li ber stranên Ferdî Tayfûr ez ê helbestên Cemîl bixwînim û araqê vexwim, 
heya ku meleyê sibehê mizgînîya yareke din nede min, ez ê ji ser sifreya araqê ranebim û nerim nekevim nav nivînên xwe.
Min got…
yan meleyê taxê yê mizgînîya yarekê bide min yan jî ew ê rabe bi destê jina xwe bigire û jina xwe ji min re bîne.
Ditirsim tew bi destê wê bigire, wê bîne û bibêje ka were em bi hev re ango grubseksê çêkin🫢
Ku meriv bixwaze ji grubseksê re navekî bibîne, ez bawer im ji garankî xweştir tune ye,
anku nîyhandina garankî.
Axir…

Quzjinge!
Wê rojê li ser peyva “quzjinge” ez û Erdêl ketin qirika hev- di kurmancîya me mêrdînîyan de “ketin qirika hev” di şûna nîqaşê de tê bikaranîn-.
Berî hûn bibêjin Erdêl kî ye, ez bibêjim. Erdêl ji pişta Cemîl û ji bedena Seadetê ye anku birayê min e.
Axir…
Got, “Devliken, li derekê te li ser peyva quzjinge nivîsandibû, lê bi min wateya wê ne wek te ye. Quzjinge anku yên jina wan mêran bera ser xwe didin û ew jî xwe li kerrî datînin, wek ku hayê wan jê tune ye; xelk û alem giş dizanin, tenê ew nizanin qaşo.”
Dû re…
Careke din ez li ser wateya wê kûr û dûr fikirîm û min heq da Erdêl, eynî wek Erdêl e.
Qizjinge!
Yên hayê wan ji jina wan heye jina wan xelkê bera ser xwe dide û teva ku pê dizanin jî serê xwe bera ber xwe didin û xwe li nezanîyê datînin û cilika bênamûsîyê dikişînin ser serê xwe.
Bêguman,
ev jî cureyeke ji cureyên bênamûsîyê ye.
Îja quzjingeyên postmodern jî berbelav in, vî zemanî…
Jixwe axa meriv, welatê meriv namûsa meriv e.
Îja her kî axa xwe, welatê xwe bi destê xwe têxe bin konfora dijmin û dagirkerên xwe, quzjinge ye 
û hûn sax!

“Anuha li rojhilata navîn 50 mîlyon kurd hene û berê hemûyan jî li Tirkîyeyê ye, xwe wek perçeyekî Tirkîyeyê dibînin.”
                                                      Ahmet Turk

Gotina Dawî
Bi telaq rehmetîyê Ferdî Tayfûr ji Dîyar gelekî çêtir bû. 
Heyran, qet nebe li ber stranên Ferdî Tayfûr meriv dikare du qedeh araq vexwe, lê li ber stranên Dîyar?
Li ber stranên Dîyar, meriv ê tenê dîyar dîyar gêj û sersem bigere!..

2 Ocak 2025 Perşembe

xwedê û hunermendîya wî

Min bikarîya terka sporê bikira, baş bû, lewra çavên min bêbextîyan li hişê min dike û dû re rebena piştê di bin barê wan ê fehş de diweste.
Hin jin ne jin in, lê jinên din çi ne?
Yan jî…
yên ne jin çi ne?
Û bextê Xwedê jî tune ye;
jixwe di sîstema wî de navê heq qedexe ye, edalet jî tenê navê çend qehpikan e,
li kerxane û pawyonên metropolan.
Anuha ez li sporgehê me, sporê dikim, lê ji kerema xwe re min nericimînin û bi çavê sapiqane li min nenerin.
Axir…
Jinek di ber min re derbas bû…
Ya star!
Çavên min ji qotê serê min bazdan, çûn xwe li ser wê qûnê danîn,
lê qûn jî…
na na, gunehkarî ye meriv ji wê re bibêje qûn!
Erê, ez ji pisporî û hunermendî û sinhetkarîya Xwedê ne xweş û razî me, lê rêzdaro heqê vê qûnê daye, haa!
Ka îja nizanim temenê wî çi qas e, lê rehet nêvîyê temenê xwe bi çêkirina vê qûnê re bihurandîye û serê xwe pê re êşandîye.
Gotineke Têmûrê Xelîl hat bîra min, digot, “Karê meriv bi dilê xwe dike, ne serêşayî ye, kêf û kêfxweşî ye.”
Gotina rast jî, ji Xwedê bêtir Şeytan jê hez dike.
Heger îroj, 
vê gavê, 
vê kêlîyê,
anuha…
Van Gogh, Salvador Dalî, Pablo Pîcasso, Modiglîyanî, çi zanim Leonardo Da Vîncî û Çîdem Baran Maranê li vir bûna û bi çavên serê xwe ev şahberhema Xwedê bidîtana, ez dibêjim ew ê firçe mirçe û tuval muvalên xwe hemû bişewitandana û heya talîya temenê xwe ji dêr û mizgeft û sînagogan derneketana, bi dua û nimêj û îbadetan wan ê xêr ji temenê xwe nedîta.
Jixwe nedîtine!..
Wek min got, ew ne qûn bû, lê çi bû, ez nizanim.
Axir…
Ez herim avekê bi ser canê xwe de berdim, bila tîna canê min bişikê.

Gotina Dawî
Ez bikutim jîyanê. Zêde cidî tev negerin. Di ku de zirav bû, bila di wir de biqete.

1 Ocak 2025 Çarşamba

carinan sînema jî hewce ye

Neh deh sal berê ji bilî nivîsên edebî, mîzahî, sîyasî, her weha carcaran li ser sînemayê jî min dinivîsand, 
lê ez xerab ketim an zeman xerab ket, nizanim; dibe ku zeman jî bi min re xerab ketibe, ew jî mimkun e.
Lê divê ez giranîya xwe bidim ser vê beşê jî, êdî li ser sînemayê jî binivîsînim, 
lewra heqê min tune ye ez bi wê hêla xwe re xayîntîyê bikim; di ber sînemayê de, pir hindik kedeke min, tehbeke min heye, çendî ji bêderfetî min hin projeyên xwe taloq kiribin jî.
Axir…
The Help anku Alîkarî…
Îroj min li vî fîlmî temaşe kir. Cara ewil e ez li fîlmekî Tate Taylor temaşe dikim, lê ya hişt ez li vî fîlmî binerim bêguman Vîola Davîs e. Ez heyranekî vê xanimê me. Bi rastî jî di her fîlmê xwe de ruhekî nemir dide karaktera xwe. Pir serketî ye.
Lê…
çendî Vîola Davîs be sedema ku min li vî fîlmî temaşe kiribe jî, performansa Octavîa Spencer jî bêqusûr bû û têra xwe serketî bû. 
Bi gotineke me mêrdînîyan, di vî fîlmî de Octavîayê şekala Vîolayê di taqê re avêtîye.
De îja bifikirin, performansa her du lîstikvanên tenreş lê xwînxweş nehiştîye ez qala lîstikvana bedew Emma Stoneyê bikim.
Axir…
Derhêner: Tate Taylor
Senaryo: Kathryn Stockett
Lîstikvan:
Emma Stone
Viola Davis
Octavia Spencer
Dema ev fîlm qedîya, rewşa kurdan a li bajar û metropolên tirkan hat ber çavê min.
Kurd, li bajar û metropolên tirkan, ji ber zimanê xwe pêrgî êrîşên hovane yên tirkan dihatin, afrîkî jî ji ber tenê xwe yê reş pêrgî êrîşên tenspîyan dihatin.
Ku bextê meriv reş be, ew bext, ziman li meriv dike mar, ten jî li meriv dike ar!..

Hîn jî hin qeşmerên nîvlîberal û kêmdemokrat û postmostmodern ku xwe wek aqilmendên vê civakê dibînin, ne eyb û ne fedî dibêjin, “Birêz Ocalan-Sayin Ocalan”
De îja heqê van kurtêlxwirên konformîst çi ye, hûn dizanin?
Heq e her cara ku hatin dêrê jî meriv bikute wan û ji dêrê derketin, çûn mizgeftê jî meriv bikute wan!

Gotina Dawî
Zeman ne xerab e, însan rast nabin!..