Ji mizgefta taxa jêrîn bîst gavekî wê de,
li ser xanîyekî axînî,
jinek temenê wê li dora mirinê,
pişta wê li bakur,
berê wê li başûr,
serê wê di ber wê de,
piştxûz,
bi herîyê destmêj digirt li ber azana meleyê ku
ji bo nimêjê xelk li xwe vedihewand, wê esiriyê.
Ne Xwedê li ser bala wê bû,
ne mele,
ne jî nimêja wê kêlîyê.
Bi wan destên xwe yên kedê li ser wan li xwe dixist,
bi herîyê ser pişta xanîyê xwe yê mîna rûyê xwe yê qelişî diseyinand ji bo zivistanî xwe biparêze ji xezeba Xwedê.
Borîna çêlekekê bilind dibû
û bi ser dengê melê diket wê esiriyê;
yan ji bo teşteke ka bû
yan jî digot ka avê.
Ji borîna çêlekê dengê melê neçû kevanîya malê;
gunehê wê rebenê ket stuyê çêlekê;
ne ji borîna wê bêxwedîya çêlekê bûya,
nimêja wê lê nediçû wê esirîyê.
Jina piştxûz rabû ser xwe,
destê xwe ji nav herîyê derxist
û xist newqa xwe, got,
"Haa Gozê! Ma qey dengê wê çêleka reben î bêziman nayê te tu rabî xwe bikî qurbana wê û kulmeke ka bidê, lêê!"
Dû re,
du niqut av ji jor de niqutî nav herîya ber wê.
Li ser xwe li jor nêrî,
her du destên xwe bilind kirin û got,
"De îja bigirî li ser bêkêrîya xwe, ya Xwedayê êşê!"