mafê nivîskarekî bindest tune ye ji netewperestîyê şerm bike û bi ber bayê "îzm"ên beradayî keve.
Di şert û mercên îroj de,
mafê hunermendekî bindest tune ye ji netewperestîyê şerm bike û bi ber bayê "îzm"ên beradayî keve.
Di şert û mercên îroj de,
mafê rewşenbîrekî bindest tune ye ji ber netewperestîyê şerm bike û bi ber bayê "îzm"ên beradayî keve.
Nivîskarino, hunermendino, rewşenbîrino!
Netewperestî çi ye hûn zanin?
Netewperestî, hebûna te bi xwe ye.
Ziman, nirx, kultur û rengên wê axa tu li ser dijî, hebûnê dike hebûn.
Û xwedîderketina li hebûnê netewperestî ye.
Zimanê we di nav qîlên sê zimannetewan de qetqetî bûye, kultura we di nav qîlên sê kulturnetewan de perçe perçe bûye, nirxên we ji we dizîne, kirine malên xwe û hîn û hîn di bin sîya zimanên wan de hûn doza hebûna xwe ya sexte dikin.
Hûn ji dagirkerên xwe doz û daxwaza fermîyetê dikin.
Fermîyet çi ye?
Qebûlkirina nasnameya te ye.
Nasnameya te çi ye?
Zimanê te ye.
Û zimanê te jî hebûna te ye.
Heger dagirkerên te zimanê te bikin şirîkê zimanê xwe,
anku zimanê te bikin zimanê fermî û wek zimanên wan zimanê te jî bibe zimanê perwerdehîyê, wê çaxê hebûna te jî qebûl dikin,
lê belasebeb xwe nexapînin, zimanê te yê tu carî nebe zimanê fermî û di dibistanan de ew ê nehêlin ew ziman veguhere hebûnê û kesayetên pak biafirîne;
lewra hebûna wan li ser nebûna te ava bûye.
Ya din jî, meriv bi rêya demokrasî û medenîbûnê dozê li dewletên demokrat û medenî dike;
dewletên hov ên bi destê dîktatoran îdare dibin, guh nadin doz û daxwazên demokratîk û medenî.
Lê...
Ez fêhm dikim bê çima hûn ji netewperestîyê ditirsin!
Ez baş fêhm dikim, lewra efendîyên we bi genetîka we lîstîye, êdî hûn ne xwe ne.
Konfora we di nav hebûna wan de veşartî ye, loma hûn nikarin hebûna wan înkar bikin;
hûn hebûna xwe dikin qurbana hebûna wan û di bin sîya hebûna wan de hûn bi sîya xwe dixapin.
Lê di esasê xwe de hûn bi xwe jî zanin,
hûn zir derewek in!
Her tiştê we derew e;
sekn û helwesta we,
doz û doktirînên we,
îdeolojî û felsefeya we...
Derew e, lewra heger meriv bi xwe re ne durist be, meriv nikare bi duristî bibe neferê doz û dahweyekê jî.