13 Şubat 2021 Cumartesi

fahşîtîya min û durûtîya civakê

Dema ez li ser mijarên nîyhanîst-seksîst dipeyivim-dinivîsînim, endamên malbatê xwe aciz dikin; 
li gorî fikir û nerîna wan, dema ez qala mijarên zayendî-cinsî dikim, li ber çavê civakê ez dibim tolazekî bêkêr û xwe biçûk dixim; 
loma jî endamên malbatê; 
çi dê, 
çi bira, 
çi xwişk, 
hewl didin min li ber çavê civakê pêjinxweş-sempatîk bikin.
Ne ku li ber min dikevin, ew bi xwe xwe ne baş hîs dikin, loma vê daxwazê li min dikin.
Ez ê zimanê xwe di ber di jêkim û bi mejîyê xwe re bixeyidim, da ku li ber çavê malbatê reş nebim...

Dema ez li ser mijarên dînî dipeyivim-dinivîsînim, dîndar xwe aciz dikin; 
li gorî fikir û nerîna dîndaran, pêwîst e meriv dîn neke benîşt û necû; 
dîn ne mijarek e ku meriv li ser nîqaşê bike; bibêje, "Estexfurallah" û ne xwe biêşîne, ne jî bihêle dîndar meriv biêşînin. 
Civak dîndar e û hesasîyetên dîn û dîndaran hene;
heger meriv qerf û tinazên xwe bi van hesasîyetan bike, civak qebûl nake; 
ji van hesasîyetan bêhna civakê teng e; 
heger meriv guh nede van hesasîyetan, civak ê li meriv jî teng bibe...
Loma jî...
Divê ez qerf û tinazên xwe bi dîn û dîndaran jî nekim, da ku li ber çavê civakê wek şeytanê nahletulah xuya nebim.

Dema ez li ser sîyaset û îdeolojîyan dipeyivim-dinivîsînim, vê carê jî mirîd xwe aciz dikin; 
li gorî fikir û nerîna wan, heqê kesî tune ye meriv partî û rêxistina wan li ber çavê wan reş bike; 
karê ne karê meriv be, divê meriv li ser nepeyive, nenivîsîne.

Tu yê sûnd bixwî mesele tune ye ez ê rûnim li ser kîr û quz bipeyivim-binivîsînim, ez ê rabim li ser sîyaset û dîn û dîndaran bipeyivim-binivîsînim?
Qey heta ez xwe fahş nekim sebra min nayê?
Çima wek her kesî pêjna xwe xweş û xwe sempatîk nakim?
Ma ez dijminê xwe me ez xwe bêhuzûr dikim?

Gotina Dawî
Jixwe çi hatîye serê vê civakê, ji ber pêjinxweş û sempatîkên durû hatîye serê vê civakê.
Li nav malê bi "edeb" in, lê li ser dilê qahpikan pûştên bêehlaq in;
li cem dîndaran "dîndar" in, lê li cem xwedanenasan kurkure û kuşkuşe û megaloman in;
li cem serxwebûnxwazan, "serxwebûnxwaz" in, lê ji bo berjewendîyên xwe karin serxwebûnê bikin qurbana serê xwe;
li cem çepgiran "çepgir" in, lê ji bo qoltixekê rastgir in û rast tevdigerin;
li cem lîberalan "lîberal" in, lê ew bi xwe lîberlal in;
li cem jinan feminîst in, lê li ser dilê jinan mêrsîstên oportunîst in;
Loma jî...
Ez ê her ez bim û ez ê nehêlim ez li ber çavê malbat û civak û mirîdan bibim pêjinxweş û sempatîkekî durû...