Law hat li ber serê wî rûnişt, devê xwe xist guhê lawê xwe, got:
-Berxê min, wesyeta min e: gunehên min di stuyê te de, ku ez mirim, kîr û gunê min jêke, bila neyê huzûra Rebê alemê; vî kîrî pir bênamûsî û bêehlaqî kirîye.
Û roja din destê sibehê serî danî û mir.
Law revîya cem mele, got:
-Seyda!
Seyda got:
-Haa!
Law got:
-Weleh bavê min weha got û gunehên xwe kir stuyê min.
Mele got:
-Madem gotîye, tiştekî ez bikim tune ye. Hûn ê jêkin!
Law got emrê min ji Xwedê re û rabû kîr û gunê bavê xwe jêkir, xist kîsikekî naylon û ew kîs bir, danî ser dolabê.
Piştî sê rojan bav hat xewna law, got:
-Berxê min, rehma Xwedê çi qas pir e; ez efû kirim û 72 horî jî li min mahr kirin, lê îja kîrê min tune ye law! Ez çawa di van horîyan nim? Heyf e!
Law got:
-Ê te got jêke, me jî jêkir yabo!
Bav got:
-Ka ji min re bişîne law! Wer nabe. Heyfa van horîyan!
Law got:
-Ez ê çawa bişînim, ezxulam?
Bav got:
-Wa ye xalê te li ber mirinê ye, dike bimire. Ku xalê te mir, di qûna wî ke, li vir ez ê ji qûna wî derxim û dîsa bi xwe ve bidirûm. 72 horî kuro! Ew kîr neyê, serê min ê berjêr be, ez ê nikaribim li rûyê wan binerim. Eman eman ji bîr neke...
Ricky Gervais, standupê îngiliz...
Bi nav û deng e û bi qerf û henekên xwe xwedîyê serweteke mezin e.
Li ser dikê, li pêşîya bi sedan kesan- ji bilî yên li ser ekranên tv û bi rêya înternetê temaşe dikin-, bi deqeyan qala kîr û gunê xwe dike, qala nîyhandinê dike, li ser dikê, li pêş çavê mêvan-temaşevanan mîzansena nîyhandinê çêdike û her kes bi hakehak dikene û li çepikan dixe.
Ew îngiliz in; zarokên Xwedê yên herî delalî ne û em jî ji Eyşika Ereb in...
Wek min berê jî gotibû, ewrûpî ji kîsê me diçêrin; ji kîsê me diçêrin, ji ber ku heta doh jî digotin şaristanî ji yunanan li seranserê dinyayê belav bûye, lê piştî lêkolînên zanistî derket hole ku ew şaristanîya ewrûpî û amerîkayî serê xwe pê mezin dikin, ji ser axa me derbasî yunan û ji wir jî li seranserê Ewrûpa û Amerîkayê belav bûye.
Gotina Dawî
Û îro ro em ji ber kultura xwe şerm dikin, lê rojavayî jî bi kultura em ji ber şerm dikin xwe şareza û medenî dibînin.