Vî zemanî kî baş bi genetîka peyvan bilîze, ew dibe helbestvan û civak, bi taybetî jî nifşê X- ne nifşê Z-, bi serê wî sûnd dixwe.
Wate heye, tune ye...
Metafor xurt in, ne xurt in...
Çi peyamê dide?
Pesnê kê-çi dide?
Li ser çi ye?
Hîç ne xema wan e; tenê li gor fonetîkê bi guhan xweş bê, bes e.
Jixwe li gorî fikir û nerîna van kesan, peyv û gotin çi qas ji naverok û mijarê dûr bin, ew qasî qure ne, xwe qure dikin.
Jixwe ne mecbûr e her kes ji her tiştî fêhm bike.
Yanî wexta helbesvan bibêje:
"ez ê bibim gulek
û serê xwe bişikînim,
heger ji serê min pengizî
ew ê serê te jî bişkîne"
Erê, hûn "gul" dixwînin, lê belkî helbestvan di serê xwe de ew gulê kirîye kevir.
Ya din jî, nebêjin çawa him xwe dike gul-kevir, him jî bi wî kevirî serê xwe dişikîne?
Hela hela!
Ma helbestvan mecbûr e metaforên ew bi xwe çêdike bi we bide fêhmkirin an we li ber xe?
Hûn jî li gorî kêfa xwe wateyekê li wan metaforan bar bikin û qedîya...
De va ye ez ê jî helbestekê li jêr binivîsînim û hûn jî li gorî zanîn û nezanîna xwe li metaforên min wete û peyaman bar bikin û xwe jî bikin helbestvan.
Fermo!
li bin konên ereban,
pîrebokên lezbiyen govend digerandin,
li ber senfonîya cizba sofîyên bîseksuel.
hecîyên serserî bonzayî dikişandin,
li pişt mizgefta gund.
û
meleyê pedofîl li ber fîlmekî erotîk li ser şujdeyê di xew re çûbû;
bi sed û yek oxên bi derb
morîkên tizbîya wî belawela bûbûn.
şêxê mêrê çar jinan bi xwe xweş dianî vê esirîyê,
bi bêhna delingê jinebîyekê.
û
bi niviştên şêx,
jinên kurdunde,
mêrên nemêr bera ser xwe didan,
bi hêvîya kurekî din li ser serê keçan zêde bikin.
li vê dinyaya ku,
jîn bi jinê diwelidî,
jîn ji jinê direvîya
û
li dinyaya din jî dibûn xelata bêehleqîyê,
jin.
pezên bê şivan ji şevînê vedigerîyan,
di bin çavdêrîya guran de.
piştî şoreşa keran,
kûçik civîyan,
ji bo hilbijartina şivantîyê;
bi navê elo elokek bû şivan.
û
ji bêhişîya mirîşkan,
jin derketin duayên aqil.
mirîşkan hew nikilê xwe li gû xistin,
dîkan terka azanê kirin,
wê salê çavê kesî bi hêkan nebû.
zivistana îsal,
ji jor de,
ji dêvla baranê aqil barîya,
tenê kurd ji malên xwe derneketin
û
xwe nedan ber.
li ser hêsirên kombûyî,
dengbêjekî bi zimanekî nedihat fêhmkirin kilam digot.
herfên qaçax yên ji nav lêvên wî dengbêjî difilitîn,
li kumên xwe digerîyan,
bi dizî.
û
berî roj hilê bi çar deqeyan,
jinekê ber avêt,
kur(d)ek ji ber çû.