Bi azana melê re şîyar dibe, heta tarî dikeve erdê nasekine.
Rebeno çawa ji kar tê malê, xwe dişo, piştî xweşuştinê sifreya nên tê ber, hîn têr şîv nexwarîye, li ser sifreyê di xew re dihere û roja din bi azana melê re dîsa şîyar dibe û berê xwe dide ser kar.
Tenê derdê wî ew e, bi pereyê qezenc dike ji zarokên xwe re xanîyekî bikere û ji kirê xelas bibin.
Lê ji ber misilman e û îmana wî temam e, ne pereyê xwe bi selefê dide kesî, ne jî dispêre bankeyên dewletê.
Li gorî nerîna wî selef û banke heram in.
Her meh piştî meaşê xwe distîne, nêvîyê meêş ji bo debara malê hiltîne, nêvîyê din jî dike zêr û dide jina xwe Kewserê.
De Kewserê jî Kewserê ye;
heger kesî nebîne, kare here li hewşê li ber pînika mirîşkan rûne û bi seetan bi mirîşkan re bipeyive.
Ji xêndî çend seetên xewê, wexta xwe gişî li kar û xebatê dibuhurîne;
nizane qûna xwe deyne erdê û rûne.
Tu yê sûnd bixwî li ser nigan çêbûye.
Heger kar mar nemîne jî, dihere ji selikan kincên şuştî derdixe, ji nû ve wan kincan dişo.
Zêrên Wehîd tîne dide wê, ew jî bêyî ku kesî bi xwe bihîsîne, wan zêran dibe li hewşê erdê dikole û vedişêre.
Bi vî haweyî meh, sal dibuhurin...
Piştî pênc salan,
ji demsalan zivistan e.
Rewşa Kewserê ne wek berê ye, sal bi sal li xwe kêm dike; êdî mejî sînyalan dide, aqil dihere û tê, digire û berdide...
Nîşane û semptomên xurufînê dest pê dike.
Wehîd jî fêhm dike rewşa wê ne baş e. Xwe bi xwe dibêje berî ev bêbav bixurife ez wan zêran ji bin wê bikişînim.
Êvarekê Wehîd çawa ji kar vedigere, berî here serşokê xwe bişo, ji Kewserê re dibêje wan zêran bîne, ez ê xurde bikim.
Baranê li erdê kirîye, seranserê hewşê bûye yekperçe, erd zepitî ye.
Kewserê dihere hewşê, lê dike nake nayê bîra wê bê li ku veşartîye.
Destên wê li paş qûnê li hewşê gêre dike.
Piştî 10-15 deqeyan Wehîd lê dinere deng û pêjna wê naye, ew jî berê xwe dide hêla hewşê.
Li devê derîyê hewşê disekine li Kewsera xwe dinere.
Kewser jî dest li paş qûne ji vî serî dihere serîyê dinê...
Wehîd dibêje:
-Kewserê! Tu li çi digerî lê?
Kewser dibêje:
-Ez li zêran digerim...
Wehîd li ser tutukan rûdine, serê xwe dixe nav lepên xwe û dibêje:
-Îja min pê girt!
Û Wehîd radihêje tevir û mer û bêrê û dest bi kolanê dike.
Heta nîvê şevê, di ber hev de wê hewşê mîna erdên cotkirî diqelêşe.
Tam zêran dibîne û ruh pê de tê, li derve dibe vîqevîqa tirimbêla polîsan.
Cîran li Wehîd gilî dikin.
Polîs digirin ser malê û Wehîd di ser "sûc" de zevt dikin.
Çendî Wehîd dibêje ev zêrên me ne, jina min veşartîye jî, kes lê guhdarî nake;
bi sûcê qaçaxîya paxir û entîkeyan Wehîd digirin, berê wî didin qereqolê û dest didin ser zêrên wan.
"Tahba Xelef çû ber telef!"
Dû re polîs wan zêran ji xwe re di nav xwe de li hev parê dikin,
lê...
Wehîd û zarokên xwe hîn jî di xanîyê kirê de kîrê hev dimêjin...
Gotina Dawî
Bêbavên dagirkeran bi genetîkan me lîstin; ne bext bi me re hiştin, ne ûjdan.
Êdî em ji sîya xwe jî dikevin şikê...