Erê, li ser meselê:
Ji dêvla ev partîyên kurdan bi barê qemyonan pere li vê sîyaseta ji xêndî kurdan ji her kesî re xêr e, xerc dikin, salê fîlmek çêkirana, ne çêtir e?
Bi sedan, bi hezaran çîrok, hîkaye, serpêhatî, destan, efsane û bûyerên trajîk hene-qewimîne.
Îroj em dest bi çêkirina-kişandina fîlman bikin, heta sed û salekê dawî nayê, lê...
Erê, lê em nakin;
em nakin, ji ber ku em hînî xizmeta ji bo xwe nebûne;
ji ber ku aqilê me ji kîsê xelkê ye, bi aqilê protez em radibin, rûdinin, tevdigerin, difikirin, dinerin...
Êê!
Dema aqilê me ji kîsê xelkê be, anku em bi aqilê protez bifikirin, binerin û tevbigerin, kar û xebatên em bikin jî ew ê ne di xizmeta me de, di xizmeta xelkê de bin.
Û jixwe di xizmeta wan de ye jî!
Cihû berî bibin dewlet, bi rêya xebatên edebî-kulturî êş û trajedîya xwe li seranserê dinyayê belav kirin;
êş û trajedîya xwe xistin her malê.
Edebîyat li hêlekê, bi rêya sînemayê em hemû bi êş û trajedîya cihûyan hisîyan.
Anuha tu herî li bajar û bajarok û gundên Kurdistanê bigerî, tu di ber kîjan tenûrê re derbas bî, ew jinên, ew pîrekên ser tenûran ê zanibin Hîtler kî ye, çi anîye serê cihûyan û cihû li ser vê erdê bi çi qas kuştin û jenosîdan rû bi rû mane.
Bi dehan fîlm hene li ser êş û kuştin û jenosîd û trajedîya cihûyan.
Bi xêra van fîlman dilê her kesî li ser cihûyan êşîya û nahlet li sebebkaran barandin.
Çima berpirs û rêvebirên kurdan çavên xwe ji xebatên kulturî re digirin?
Nizanim, divê meriv ji wan bipirse, lê tiştek tê aqlê min; aqlê min bi xwe ha, ne yê protez...
Gelo ew jî mîna dewletên mezin ji kaosê diçêrin, loma?
Îhtimal e.
Kê ji xebatên kulturî têr xwarîye ku ew têr bixwin!
Jixwe dewleteke kurdan çê bibe, konfor û textê îroj li ser diçêrin ê bi destê wan nekeve.
Û huzûr û konfora welatîyan jî ne xema wan e.
De ya min jî xewn û xeyalek e lo!
Te dî ew aqilê min ê ne protez carina dihêle ez li ser van tiştan bifikirim.
Ez jî difikirim, lê fikirîn vediguhere ponijînê û tenê di ser efendîyê xwe de diponijim.
"Ger dê hebûya me îttifaqek..." gotîye gorbihuştê Xanî.
Erê, ne tifaq heye, ne jî aqil,
mixabin!