"Xîreta netewekê zimanê wê ye.
Tenê qîmetê kesên rûmeta xwe diparêzin heye. Tu kes bi çavekî cidî li bêrûmetan nanere.
Ziman nebe, kultur jî nabe;
kultur nebe, nasname nabe
û nasname jî nebe, heysîyet û rûmet nabe."
Ma dêlegur hey ji min re nabêje.
Jixwe ez ne muxatabê wê me û ne jî cîranê wê me.
Yên ji sibehê heta êvarî di bin çengê hev de mîna mişk û pisîkê li dora hev zîz dibin, belî ne, anku dîyar in.
Min got dîyar, stranbêj Dîyar hat bîra min.
Lê xwezî nehatibûya bîra min!
Kêfa min ne ji dengê wî re, ne ji stranên wî re, ne jî ji sekn û helwesta wî re tê.
Xav e, xav û ji wê xavbûnê durûtîyek difûre.
Wek hin kesan ew jî li ser dikê bi kurdî distirê, li binya dikê jî bi enternasyonalîstkî direpînê.
Û jixwe jinên kurd jî ji enternasyonalîstan hez dikin...
Pirs:
Meral Akşener ji kê re dibêje bêrûmet?
q- Ji tirkan re.
w- Ji kurdan re.
û- Ji dîwêr re.
ê- Ji bûkê re.
x- Ji parlamenterên HDPê re.
Her kî rast pê derxe, Dewlet Bahçelî yê wan li pişta xwe bike û bi slogana "Bijî biratîya gelan!" li kuçeyên Mêrdînê bigerîne...
Xwe ji şer û pevçûnên fahşan bisitirînin!
Li Îskoçyayê jin û mêrek pev diçinin.
Mêrek bi navê James Mckenzie û jinek bi navê Bethanay Ryan...
Hevdu nas nakin û ji nişka ve pev dikevin.
Teqez tiştek qewimîye, yan na ma ne ehmeq in rabin belasebeb pev kevin!
Axir, mêr lê dinere cira jinê ne xweş e, paşîya xwe didê, hewl dide here, jin bi xezebekê xwe çend dike pêxîla wî û mîna mezeloqê lêvên xwe bi lêvên wî ve dizeliqîne û dimêje.
Mîratê, lêv jî pêt û agir in, ma kes kare xwe jê dûr bisekinîne!
Bi mêrik jî xweş tê û mêrik jî lêvên xwe li lêvên wê dijidîne û zimanê xwe li zimanê wê digerîne.
Hîn tam bi mêrik xweş nehatîye, ji nişka ve jin dev li serê zimên dike û serê zimên jêdike-hildiqetîne.
Piştî serê zimên hildiqetîne, ji pêxîla wî dikeve, berê xwe diguhere û tif erdê dike, serê zimên teva wê tûka bi xwîn diavêje erdê.
Ji wan wê de jî qaqlîbazeke mezin sekinîye; qaqlîbaz xwe li wê tûkê digire û dihere nikilê xwe li wî perçekê zimên dixe û dixwe.
Li hevdu gilî dikin, lê yê pê digire mêr e.
Heger qaqlîbazê ew perçekê zimên nexwaribûya, wê pê ve bidirûtana, lê rebeno yê heta talîya emrê xwe lalûte bimîne, mixabin.
Dadgehê ceza li jinê birîye, lê çi ceza lê birîye, hîn ne belî ye, anku ne dîyar e.
Jixwe min çîroka Dîyar ji we re gotibû...
Gotina Dawî
Lêvên her jinê nayên mêtin...