23 Şubat 2021 Salı

dermanê silhedîn û rebena kerê

Dewrêş da dû kera xwe û hêdî hêdî xwe bera binya gund da...
Silhedîn jî li derveyî gund rûdinişt; wexta meriv ji bajêr dihat gund, li ser devê gund mala ewil a Silhedîn bû; di navbera wî û malên din de sed gavek hebû.
Hîn Dewrêş ji gund fireh neketibû, Silhedîn revî revî xwe li derîyê hewşê qewimand, ber bi Dewrêş ve çû.
Perçeyeke kaxet di destê wî de bû.
Dewrêş li xwe fitilî Silhedîn ber bi wî ve tê. Ji kerê re got, "Şooşşş!" û sekinî.
Silhedîn kaxeta destê xwe dirêjî Dewrêş kir, got:
- Dewrêş, bi xêra gora mirîyên xwe vî dermanî jî bikire lo.
- Dermanê çi ye, Silhedîn?
Silhedîn devê xwe bir û anî, lê nizanîbû wê çi bibêje. 
Berê xwe guherî, di ber xwe de got, "Çi ye ne çi ye, ma bi serê te ketîye! Tobe tobe!" lê deng neçû Dewrêş:
- Tu çima nabêjî? Ma kulîyan zimanê te xwarîye Silho!
- Derman e, dermanê serêşê ye.
Dû re destê xwe avêt bêrîka xwe, ji bêrîka xwe pere derxist, ew jî da destê Dewrêş.
Dewrêş pere xist bêrîka xwe, lê kaxet di dest ma. Bû "ço ço"ya wî û meşîya:
- V... Vvvîîî... Vîe... Vîeg... Vîeggg...
Temam nekir. Kaxet li hev pêça, xist bêrîka xwe û da kezeba rê.
Dewrêş dibistana seretayî heta sinifa duda xwendibû; baş-xerab direqandê, dixwend, bi kin û kurmancî cilka xwe ji avê derdixist, lê vê carê zimanê wî baş negerîyabû navê dermên serast bike.
Dewrêş gîhaşt bajêr.
Berî asûkên xwe bikire, dagerîya loqanteya Mehmed Elîyê Xursî. 
Tasikeke şorbe bi nanekî semûn dewisand ser zikê xwe û rabû yek bi yek dest bi kirîna asûkan kir. 
Herî dawî derbasî dermanxaneyê bû, dermanê Silhedîn jî kirî û zêde xwe neştexiland, berê xwe da gund.
Taveke tûj hebû û Dewrêş dabû kezeba rê.
Piştî kêlîyekê tavê li serî xist, serî lê sincirand; êşekê mejîyê wî leqand.
Dermanê Silhedîn ê serêşê ket bîrê; destê xwe avêt dermanê di kîsik de, hebek jê derxist û avêt kemçika devê xwe, daqurtand.
Piştî çend deqeyan xwêdanekê bedena wî dîl girt û kîr lê rep bû.
Li xwe şaş ma. 
Di şevên har û ar de wexta bêrîya Zerga dikir, Zerga xwe li pêş çavên wî şûtî tazî dikir jî, bi vê xezebê lê rep nedibû.
Devê xwe xwaromaro kir, lêvên xwe qermiçandin, di ber xwe de got, "Çi bi vî mîratî hat!" û dû re serê xwe hejand.
Fêhm kir qulopuloyek di dermanê Silhedîn de heye.
Dewrêş kir û nekir kîr lê sist nebû û her çû daxwaz û azwerî û şehwetê pêl bi pêl xwe li mejîyê wî qewimand.
Nahletek li çavê Şeytên anî, bi serê kera xwe girt, ew bir taldeyekê û têr nîyha kera xwe.
Bi qasî panzdeh deqeyan meşîya nemeşîya, dîsa kîr lê rep bû. 
Careke din bi serê kera xwe girt, bir di taldeyekê de têr nîyhayê.
Heta Dewrêşê me xwe avêt nav gund, şeş caran nîyha rebena kerê; pişta xwe xist ber xwe. Rebeno bi zorê li ser xwe diedilî, hal tê de nema bû.
Li devê hewşê bi dev û rûyan çû erdê, li ser dev tûşî erdê bû; kîsikê dermên ji bêrîkê pengiz bû.
Jina wî Zerga bi rev xwe li wî girt.
Ket bin çengê wî, ew ji erdê rakir; Dewrêş li ser xwe edilî.
Zerga destê xwe dirêjî kîsikê erdê jî kir; lê nerî qutîya dermên e, got:
- Ev derman ê çi ye, Dewrêş?
Dewrêş devê xwe bir û anî, got:
- Dermanê Silhedîn e; ji bo serêşê ye.
Peyva serêşê ji devê Dewrêş derket derneket, Zerga destê xwe da ser enîya xwe, got:
- Ji sibeha Xwedê de êşek ketîye serê min, tu yê sûnd bixwî Cemîlê Aşiq di hundirê serê min de li defê dixe...
Tam hewl da qutîyê veke û hebekê biavêje devê xwe, Dewrêş bi qîrîn got:
- Keçê wê jahrê nexwe! Bi elawekîl tu wê jahrê bixwî, tu mêrên gund gişan bera ser xwe dî jî, agirê te yê venemire û kurmê te yê neşikê! 

Gotina Dawî
Hûn hûn bin, 
tu carî kirasê ji bedena we re mezin e nekişînin ser bedena xwe û li xwe nekin; hûn ê bihetikin.
Dermanê we netewperestî ye; bi îdeolojîyên beradayî û fahş bêhiş nekevin.
Hûn kîrê hemû serdestnetewan di xwe kin jî, "êş"a we yê derbas nebe...