Pir bêrîya hev kiribûn.
Serê resepsîyonîst di ber de, dixebitî odeyekê ji wan re hazir bike, lê ew her du mîna du pizotên êgir newêrîbûn xwe nêzîkî hev bikin;
bi zorê li ser nigan disekinîn; ji awirên wan azwerî difûrîya.
Odeya ji wan re veqetandibû, hîn ne vala bû.
Li du kesên ji xwe kewişîtir rast hatibûn; bi ser wexta xwe xistibûn; lê hîn kurmê xwe neşikenandibûn, nîv seeta din ji xebatkarên hotelê xwestibûn.
Resepsîyonîst lêborîn ji wan xwest û ew derbasî jêrzemînê kirin; heta ode hazir dibû ew ê li wir rûniştana;
jixwe ew jî odeyek ji wan odeyan bû.
Jinê cixareyek pêça û vêxist; mêr jî xwe bi vexwarina bîrayê şitexiland.
Ji wan wê de xortek dixebitî; pirsgirêkeke teknîkî qewimîbû, arîze ketibû kombîyê, hewl dida çareser bike.
Hotel kevn bû, kirasekî estetîk kişandibûyê.
Hotel ji dema ermenan mabû; taxa hotel lê, di destpêka komarê de cî û warê ermenan bû.
Xwedê Teela meriv ji misilmanan bisitirîne!
Dikevin ku, ew der wêran dibe, dibe kavil, xêr tê de namîne.
Piştî pênc deqeyan xort karê xwe qedand, ji odeyê derket.
Her du kewişîyên agirpêketî tenê man li odeyê.
Bi zorê xwe digirtin, çavên wan di çavên hev de, guhên wan li derî bû...
Pênc deqe...
Deh deqe...
Kesî nehat li derî nexist.
Hew xwe girtin û lêvên wan bi hev ve zeliqîn û pev kelîyan.
Ji hêlekê ve hev dimêtin, ji hêlekê ve kincên xwe ji xwe dikirin;
di nava du deqeyan de li ser text, her du beden şilfîtazî bûn, mîna du maran xwe li hev pêçan;
geh mêr diket bin, geh jin...
Çil û pênc deqeyan li ser bedenên hev çêrîyan; cur bi cur pozîsyon ceribandin.
Di kêlîya dawî de jin derket ser mêr, li ser wî rûnişt, her du destên xwe mîna baskên teyran vekirin û bi aheng mîna reqaseyeke spanyolî li ber muzîka flamenko ji ser hişê xwe ve here, xwe bir û anî; ricifî, perpitî û bi qîrîna mêr re wê jî kir qîrînî!
Pişta wan bi hev re hat...
Ji qîrîna wan resepsîyonîst û jina paqijker bi lez revîyan, xwe li derî girtin û bû reqereqa derî...
Jinê di bin lihêfê de xwe kerr kir; mêr rabû destmal li nava xwe pêça û çû derî veke, hundirê odeyê di bin avê de mabû.
Bi vekirina derî re nigê xwe paş ve kişand, derket ser text.
Li jêr solên wan li ser gola avê mîna masîyan dilîstin.
Baş e ku kinc mincên wan neşemitîbûn nav avê...
Jina paqijker serê wê di ber wê de dixebitî. Piştî çend tas av bera binê satilê da, serê xwe bilind nekir, bi şêwazeke sîtemkar got, "Ma çawa hûn bi vê avê nehisîyane, hundir di bin gola avê de maye!"
Jina jihaldeketî hêdî hêdî bi ser hişê xwe ve dihat.
Li hêla jina paqijker nerî, lê mîna wê ne bi sîtemkarî, bi bişirîn got, "Di şûna min de tew ku tu di himbêza vî kafirbavî de bûyayî û di nav pêlên vê azwerî û şehwetê de nefes li te biçikîya, agir jî bi hotelê keta, tu yê bi xwe nehisîyayî...