ŞEHWETA MIRINÊ
Li şaneşînê maseyeke darîn,
li ser wê maseyê rûyekî şîfonî
û bi ahenk li her du kêlekên wê dû findên bejinstûr.
Şerabê dibiriqand li bin ronîya heyvê.
Tarî nuh ketibû erdê;
bêdengiyeke zîz li taxa bajêr mîna fîstanekî transparan xwe bi ser şênîyên bajêr de berdabû.
Lê şeveke ji rêzê bû;
ne rojbûyîna min,
ne rojbûyîna wê,
ne jî salvegera mahrê bû;
jixwe îlegal bû têkiliya me,
li gorî nerîna fermî
û şert û mercên legal ên beradayî.
Bi hevkarî me şîveke xweş amade kiribû;
belkî ne xwarineke kurdî bû,
lê spagetîya îtalyanan ne pir dûr e ji xwarinên me yên netewî.
Li ser wê fîstanekî tenik î spî,
ku tangayê wê yê sor di bin de har bûbû;
jixwe pêsîr azad bûn, bel dikirin serên wan ên mewîjî.
Ez tena şort, şortekî her tim hazir
ji bo kêlîkên azwerî.
Lê ez ê qal nekim bê heta me ew şîv amade kir
çi tofanîya şehwetê qewimî.
Hema bi kin û kurmancî bibêjim,
bila nebe meraq, da ku hûn fêhm bikin bê bi çi eşq û şehwetê çêbûye ev xwarina egzotîk.
Li ber dezgehê mitbexê,
şipîya sekinîbû, pişta wê li min,
ji bo çêkirina xwarinê dixebitî, yara nazenîn;
ez li paş wê,
lêvên min li dora stuyê wê derketibûn rêwîtiyeke narînî
û destên min li ser sîng û berên wê,
hest bi cizbê diketin mîna nuhfirîna çivîkeke nuhgihîştî.
Sifre amade bû û rû bi rû em rûniştin.
Berî em çetelê ewil li sênîka spagetîyê ya li ber xwe bixin,
me qûna qedehên xwe yên şerabê li hevdu xist
û me ew şeraba xemrevîn bi haweyekî nazenîn bera ser zimanên xwe da,
bi nermî...
Li jor ronahîya heyvê,
li jêr jî pevşabûna bayê xerbî bi ava birkê re
û li şaneşîna ku li başûrê bajêr dinêrî,
ez, ew û em her du gunehkarên evînî...
Li ber nermayîya sohbeteke henûn hêdî hêdî xwarina ber me kêm dibû.
Ji tîna şerabê serî li me germ,
hest li me nerm dibûn
mîna şilbûna axa piştî barîna baraneke nîsanî.
Ji tîrêjên heyvê dibiriqî şeraba li ser lêvên yarê belavbûyî.
Hêdîka li ser xwe edilîm û min xwe dirêjî lêvên wê kir bi çavnebarîya gurekî birçî.
Ji spagetî û şerabê xweştir bû tahma lêvên wê yên hinguvîn.
...
ne cîranan,
ne jî kesekî dît,
lê berî em sifreya xwe bikişînin şaneşînê,
me odeya xwe hazir kiribû ji bo şehwet û cizbê.
Lambeya odeyê me bi çefiyeke rengîn xemilandibû,
ji bo em sîya bedenên xwe yên adem û hewayî bibînin li ser dîwarê tazî.
Ecela me tune bû;
ne em radibûn nimêja sibehê,
ne jî em mecbûr bûn herin derekê sibeha rojê;
rişma demê di destê me de bû û me çawa bixwesta, ew bû wê şevê...
Ji lêvên wê min dest pê kir heya navikê.
Li dora navikê min çend fetlok da xwe, nizanim,
lê ez baş zanim serê min gêj, hestên min hêç û zimanê min lal bû li ser sîng û berên wê.
Derî û şibake li ser piştê bûn,
nalenal,
axûwax
û qîrîna me diçû erşê Xwedê.
Hew min xwe dît, ez li bin im, ew li ser, dibeze mîna mihîneke boz î kihêlî.
Ji xwêdana wê kêlîyê, Xweda karîbû heft caran xwe helal bikira
û ya mayî jî bihişta ji bo fitarê.
Piştî her du beden bi cizbê ketin,
çav li min sist, nefes çikîya li yarê.
Yarê rabû binkirasê xwe yê spî yî tenik kişand ser bedena xwe ya ji nalenalê hîn jî diperpitî, rahişt cixareya xwe û derket şaneşînê.
Berê wê li heyvê,
di bin wî binkirasî de pêsîrên wê yên ji ramûsanan zepitî pêxember dibirin kufrê.
Fitilî, di ser stuyê xwe re li min nerî,
bi nîvkenekî helal î nuhbalixbûyî got,
"Heram e piştî vê pevşabûnê meriv nefesê bistîne li ser rûyê vê erdê..."
Û hew min dît mîna kevokeke boz ji şaneşînê pengizî erdê...