Felît ji xewê çeng bû ser xwe.
Xewna kêlîyeke berê bêhn lê çikandibû;
berî şeytan pê bikene bi kêlîyekê bi zirezira kerê şîyar bûbû...
Lê hîn jî di bin tesîra wê xewnê de bû.
Jineke mîna horîyan ji nav lepên wî filitîbû.
Pir li ber diket.
Kir "Ufeuf!"
Jina wî Wesîla mîna telîsekî kayê, ji wî wê de di xew de xurexura wê bû;
wê û kerê diavêtin ber hev.
Lê hîn dor nehatibû azana melê.
Pirê caran jî bi azana melê kêfa wî lê qewitîbû; vê carê kerê ya xwe bi ser a melê xistibû.
Wesîla lihêf ji ser xwe avêtibû; hundir germ bû.
Li ser kêlekê veketibû, her du ferşên qûnê mîna kevirên aşekî di bin binkirês de bang dikirin.
Felît ji mecbûrî xwe li wê girt û bi çarpîkan ber bi nivînên we ve çû.
Xwe li paş wê dirêj kir û xwe pê ve zeliqand.
Jixwe Wesîla bi qilafet, du caran li Felît bû;
wexta dinîyhan hev jî, Felît di himbêza wê de mîna zarokekî berşîr xuya dikir;
loma jî mîna mêş di mêşê ne, pirê caran Wesîla ji nîyhandina Felît tişt hîs nedikir.
Ha Felît pê ve danîye, ha kelmêşekê pê ve daye, heman tişt bû ji bo wê...
Felît di bin kirês re destê xwe dirêjî nav pêsîran kir û firkand.
Xurexura Wesîla sekinî, bi xwe hisîya.
Destê wî ji nav pêsîrên xwe derxist û rabû li qûn rûnişt.
Fitilî ser Felît, got, "Tew ne eyb û ne fedî, şeva çûyîn piştî nîyhandina kerê, te nêt xera kirîye tu îşev jî di min nî! Mahra min û te betal e, êdî ne Wesîla, kera cûn e jina te. De rabe here nav nivînên xwe, hîn min tu nepelçiqandîyî mîna kêçekê, deyûzê deyûz!"
Felît fiskirand, rabû ser xwe, lê neçû nav nivînên xwe.
Rahişt qutî û agirê xwe, derket hewşê; li ser tutukan rûnişt, ji qutîya xwe cixareyek pêça, xist nav lêvên xwe û vêxist.
Hilmek, du hilm ji cixareyê kişand û xwe bi xwe got, "De bi Xwedê tenê zimanê kerê nagere, heger zimanê wê rebenê bigerîya û bipeyivîya, di nav eşîra we de jineke wek wê tune ye."