17 Şubat 2021 Çarşamba

tuwalet

Mîzê zor da min, ez çûm tuwaletê.
Ji tirsa prostatê ji mêj de ye hew şipîya dimîzim; mîna sofîyan...
Te dît sofî dibêjin mîztina şipîyakî guneh e.
Nizanim ka çi qasî rast e(!)
Nebû ez ê ji doktorê xwe bipirsim; 
Esero ji min re bibêje li ser piştê vekeve, rep bike û bireşîne hewa û bila mîna baranê bi ser te de bibare jî, ez ê wek wî bikim.
Doktor çi pêşnîyar bikin, ji bo çêya meriv e; divê meriv şîret û pêşnîyarên wan bike guhar û...
De îja hûn wî guharî bi ku xwe ve dikin, hûn serbest in.
Axir, ez zêde dernekevim derveyî tuwaletê, pardon, derveyî mijarê...
Ez li ser kevirê klozetê rûniştim.
Heşa ji huzûra we, eyb e meriv bibêje, li hundirê xênî du tuwalet hene, 
lê her du jî alafiranga ne; lewra kes ji me destmêj nagire; 
wexta bawermendek dadigere jî, heta ew xwedêjêsitend destmêj digire, deh caran pozîsyona qûna xwe diguhere.
Erê, li hundirê xênî du tuwalet hene, lê li yekê kitêb heye, li yekê tune ye; 
jixwe ya kitêb lê tune ye, bi piranî ji bo mîztinê ye.
Tebhekî min heye, çi kitêba bi darê zorê ez dixwînim, ez dibim datînim tuwaletê; 
ji mecbûrî mabe jî ez zanim ez ê rahêjimê û bixwînim.
De ez li tuwaletê rûniştime, nabe ez bi nav bikim, lê jixwe yên tenê li tuwaletan tên xwendin, ew xwe zanin, 
hewce nake em li rehetgehê wan nerehetîyan nerehet bikin.
Li hember min topeke ji pêlîstinê kevn bûye sekinîye, li min dinere, ez jî li wê; 
top mîna dinyaya em li ser in pîne pîne ye; tu yê sûnd bixwî her pîneyek welatekî sembolîze dike.
Çavên min li ser wê topê, ez ketim nav xewn û xeyalan û ponijîm!
Ji nişka ve ez veciniqîm!
Çavên min li ser topê, tew min dît ez di xeyalên xwe de derketime lêgerînekê; 
li nexşeya welatê xwe digerim.
Xwedê kesî bêwelat nehêle.
Bêwelatî zor e, mîna bêdêtîyê ye; ji awir û dilqê meriv sêwîtî difûre...
Berî ji nû ve mîza min bê, ez rabûm ser xwe, lê çîpê min ê çepê ji hişkbûna kevirê klozetê pûç bûbû.
Min destê xwe avêt çemilê derî, hîn min derî venekiribû, çavên min dîsa çûn ser wê topê û ji kûrayîya kezebê min keserek kişand...

Gotina Dawî
Heger berî mirinekê ez bibînim welatê min azad û serbixwe bûye, ez ê li şûna wê topê di şeklê topê de nexşeya dinyayê bibim deynim tuwaletê 
û her cara ez herim lê rûnim, ji dêvla xwendina kitêbê, bi deqeyan ez ê li nexşeya welatê xwe binerim û xwe rehet bikim; him jêra xwe, him jora xwe...