Lê heta nuha ji vê rehm û xêr û bereket û alîkarîyê kê çi bi dest xistîye?
Nizanim.
Mesela:
Hîn min nebihîstîye sibeha vê şevê birçîyek şîyar bûye û li ser sifreya xwe ya her sibeh nanê tisî diçîne çayê, penêr, hêk, to, hinguv û zeytûn dîtîye...
Hîn min nebihîstîye piştî keçekê destên xwe li ber Xwedayê xwe vekirine û li ser daxwaz û duayên wê, sibeha vê şevê bavê wê ji dêvla pismamê wê ew daye dildarê wê...
Hîn min nebihîstîye sibeha vê şevê li ser bergerîna zarokeke berşîr, Xwedê destê xwe ji pêxîla dêya vê zarokê kişandîye û nehiştîye ev zarok sêwî bimîne...
Hîn min nebihîstîye sibeha vê şevê li ser gilî û gazinên bindestan, bindest ji zilma serdestan xelas bûne...
Hîn min nebihîstîye sibeha vê şevê kedkaran têr xwarine û di çavên kedxwaran re derketîye...
Hîn min nebihîstîye sibeha vê şevê li ser bergerîn û daxwaza dêyeke bindest, law an jî keça wê ji nav destê serdestan rizgar bûye û ji mirinê filitîye...
Bi kin û kurmancî:
Hîn min nebihîstîye bê sibeha vê şevê ev rehm û xêr û bereket û alîkarî li gorî kîjan pîvanê û kî li kê û li ku belav dike?
Û bi qasî min bihîstîye tenê birçî, sêwî, ketî, bindest û kezebşewitî di vê şevê de destên xwe li ber Xwedê vedikin û dua û îbadetê dikin.
De bila destên we her vekirî, enîya we jî her li erdê be;
belkî dora rehm û xêr û bereket û alîkarîyê bê we jî...
We got "Regaîb!"
Ew jî rojeke ji rojên din e; ne kêm, ne zêde;
tam 24 seet...