26 Şubat 2021 Cuma

îro û du serpêhatîyên temenkin

Peyivî... Peyivî... Peyivî...
Kêlîyekê devê wê neket tev û nesekinî; peyv li ser peyvê, hevok li ser hevokê, te yê sûnd bixwara nû bi ser nigan ketîye, nû ziman lê vebûye û dest bi xwenasîn û dornasînê kiriye.
Dû re...
Serê xwe berjor ve kir, çavên xwe girtin, her du destên xwe mîna baskên qulingekê ji hev ve fireh kirin û li dora xwe zîz bû.
Berî serî lê gêj bibe bi bêhnekê, sekinî, çavên xwe vekirin, destên xwe li dora stuyê min gerandin û lêva min a jêr di nav lêvên xwe de bi cî kir û mêt; çav lê qulipîn, mest û gêj bû, ji ser hişê xwe ve çû mîna sofîyek bi duayan bi cizbê ketibe, ricifî, ricifî, perpitî, perpitî û xwe paş ve kişand.
Heger wê kêlîyê xwe paş ve nekişanda, lêva min di nav lêvên wê de, bênêfes dima, dimir!
Lê lêvên xwe ji lêva min kişand û piştî li ser hev çend caran bêhn da û stend, da û stend, got:
"Tenê ji bo meriv kurdîya xwe bi pêş bixe mabe jî, divê hefteyê rojekê meriv te bera ser xwe de!" û kir hakehak, kenîya; 
dengê hakehaka wê û qarewara qaqlîbazan tev li hev bûn...

Ji dawîya metrobusê dest pê kir, li derekê nesekinî; xwe li qoltixa kêleka min a vala girt û hat.
Temenê wê li dora balixbûnê bû anku hîn nû ketibû sêzdehê xwe...
Hat di ser serê min re sekinî, lê bala min ne li wê bû; di paceyê re min li der ve dinerî.
Got:
"Apo!"
Bi navê "Apo" re ez veciniqîm, di ser stuyê xwe re li wê zîvirîm. 
Min got Xwedê neke vê bêbavê ez şibandim serokê sererd û binerd gelo!
Lê na, 
ji ber rîha min a spîboz bû...
Ez ê hîç wext bi boyaxa qundereyan rîha xwe nekim mijara qeşmerîyên zarokên nûgîhîştî.
Ya din jî, 
bêguman ev fikir û nerîna min e:
Rîha spî min seksî û karîzmatîktir dike...