ne kar, ne nan, ne av, hindik maye ji birçîna kîrê hev bimejin.
Piştî koronayê, kapitalîzmeke din ji hundirê kapitalîzmê derket;
dewlemend ji berê hindiktir in, lê êdî ji berê dewlementir in, dewlemendên mayî...
Sinifa jor leqîya...
Sinifa navîn hilîya...
Sinifa jêr pê girt!
Jîyîna li metropolan însanan ber bi berê ve diajo, lê berê jî êdî ne berê ye.
Ne gund gundên berê ne, ne xweza xwezaya berê ye;
meriv bixwaze jî êdî tahma berê tune ye.
Ax jardadayî bû...
Nirx dejenere bûn-lewitîn...
Însan di navbera xwe û meymûnan de bûn cinsekî din...
Û xweza nema wan qebûl dike!
Serîlêdana ji bo hemwelatîya Aborjînistanê jî sekinî;
kontenjan tije bû, aborjîn hew derîyên xwe li kesî vedikin.
Naxwazin bi nexweşîya însên bibin însan û ji xwezayê celî bibin.
Ji ber şewba koronayê, li seranserê Tirkîyeyê- welatên kurdan jî di nav de-, hemû kêfgeh, kafe, restorant, bar, meyxane û kerxane girtîne, lê reîzê sererd û binerd ji bo kongreya xwe mirîdên xwe li salonên sporê kom kiribûn.
Ji xelkê re qebhet e, ji reîzê sererd û binerd re adet e.
Lê him kêfa min, him kenê min tê, lewra reîzê sererd û binerd berevacî serokê sererd û binerd, ahd kirîye wê vê dewleta zêdeyî emrê xwe emir kirîye, hilweşîne.
Bi ruh, bi can, em bi te re ne, ey reîz!
Li başûrê welatê min hêdî hêdî xîret dizê.
Restorantên menuyên wan ne bi kurdî bin, derî li ser wan tê girtin.
Aqubet li bakurê welatê min...
Ji dêleva yekîtîya çar perçeyan, her perçe di hundirê xwe de azad û serbixwe bibe û dû re li ser yekîtîyê anku yekperçeyîyê bipeyivin, çêtir e,
bi min...
Ma bîst û du-sê-çar dewletên ereban tune ye?
Belê.
Hemû ereb bi erebî dipeyivin, lê wek hev nanerin, nafikirin, najîn, loma jî ji hev cîhê ne.
Em jî wek hev nanerin-nafikirin-najîn, lê heger rojekê nerîn û fikir û jîyîn bûn yek, jixwe problem nabîne.
Loma jî,
enerjîya xwe bi yekîtîyeke pînekirî xerc nekin; giranîya xwe bidin ser zanîn û êqil.
Aqil jî nabare ji jor de,
divê meriv derkeve parsa êqil, lê destê xwe li ber her kesî venegirin, pêyase tije aqilê protez e...
Hay ji xwe hebin!
Nehêlin kes di şûna we de bifikire...