Aqil aqil gotîye, lê heger mentiq mentiq be...
Li Kurdistanê, ji fantayê re dibêjin, "Qola Zer"
Dema ez li kafeyeke kurdan rûdinim û "Lezo" dixwazim, (Lezo navê markayê ye; li ser şûşeyan dinivîsî) her kes bi çavekî ecêbmayî û bi awirekî biçûkdîtin di ser stuyê xwe re dizîvirin, li min dinerin.
Yanî li nav kurdan vexwarina lezo wek qebhetekê tê dîtin.
Ma mêr û lezo?
Pêwîst e mêr çayê vexwe.
Û ne çayeke normal, têra xwe giran...
Haa!
Çaya zirav û qalind tune ye.
Çaya sivik û giran heye.
Bi mentiqa xelkê mentiqê nefroşin hev.
Mentiq?
Te go mentiq?
Ew çi ye?
Tiştekî çawa ye?
Dişibe çi?
Kurd û mentiq?
Na lo! Ne ew qas jî!..
Heger mentiq bi kurdan re tune bûya, nuha ji zû de kurdan ji lezoyê re gotibûn "Çaya Zer"
Ka ez rabim ji xwe re qedeheke "qola zer" dagirim, lê di sermê de lezo xweştir e.
Yan çaya zer?
Na na, lezo...
Bi mentiqa bêmentiqan çaya zer e.
Di kurdî de qeydeya herî girîng mentiq e...
Heger meriv bi mentiqa kurdî nizanibe, yan jî meriv bi mentiqa tirkî-erebî-farisî bi kurdî bipeyive-binivîsîne, kurdî meriv dihetikîne.
Di zimên de hukmê serdestîya mentiqê, piştî demekê zorê li hukmê serdestîya peyvên bîyanî dike.
Mentiq kare te li xwerûtîyê vegerîne, lê heger mentiq têk çûbe, tu bi zimanê ferhengî bipeyivî-binivîsînî jî, filitandina te tune ye ji hetîketî û mirinê.
Loma jî...
Mentiq mentiq û dîsa mentiq!
Her tişt derew e, ji bilî hez û eşqê...
Seadetê li nigên min nêrî û piqînî pê ket.
Şaş û ecêbmayî sar sekinîm.
Hela! Hela!
Di ber xwe de min got Seadetê bi çi dikene gelo?
Hayloo, ez çi bibînim!
Min li nigên xwe nerî, her fereke gore bi rengekî, bi celebekî ye.
Û ez û civat jî keniyan.
Lê weleh min ne ji fiqurî wer kiribû, li ser ecelê ji malê derketibûm, loma...
Baş nayê bîra min, lê belkî jî di tarîyê de min xistibin nigên xwe!
Nizanim.
Lê heyran, dema bêhn û pêjna Seadetê tê, dest û nigên min li hev digerin.
Ew gure tam sêzdeh seet û nîvan di nigên min de bûn, lê ne ez, ne jî kes lê hayil bûbû.
Seadetê got,
"Ma tu tu yî; êdî hingî tu xwe fahş dikî, kes hew diwêre tiştekî ji te re bibêje. Heq bin jî, neheq bin jî, tu wan dibî li paş kerê disekinînî. Ew feqîrê li gorê hayil bûbe jî, belkî ji tirsa fiqurîya te dengê xwe nekirîye. Ma ku te bigota 'mode ye' ji bavê kê zêde bû bigota 'ma modeya weha jî dibe?' Xwedê hefza xwe ji te bike û hew!"
Min got,
Seadetê, weleh ne ji fiqurî ye; eşqa te serî li min kir tara bêjingê, ezxulam. Dua bike ez başewala-tazî derneketime...
Lê eşq pirê caran caran mentiqê jî têk dibe.
Gotina Dawî
Dîsa jî dema hûn bi kurdî peyivîn, we bi kurdî nivîsand, dernekevin derveyî mentiqê, lewra hetikandina zimên ji hetikandin gorê hetiketîtir e.
Bikin guhar û têxin guhê xwe; heger guh ne qul be jî, xeman nexwin, ez ê qul bikim.