Rabû li ser qûna xwe rûnişt; di bin berfê de mabû;
ji êvar de xwe kifş hiştibû, bêyî ku xwe binixumîne, lihêfekê biavêje ser xwe, di xew re çûbû.
Li dora xwe nerî, Cibo (Berdevkê wî) û milyaketên din ên endamê konseyê li bin kon, lihêf kişandibûn ser serê xwe,xurexura wan bû, qûn li xewê diqetandin.
Bi hêrs bang kir!
Ji qîrîna wî li ser erdê û li bin erdê çi qas candar hene, hemû ji xewê çeng bûn ser xwe; tirs û xofê seranserê gerdûnê dîl girt;
baş zanîbûn wexta midûr hêrs dibe û diqehere, rewş diguhere, rewşeke awarte dest pê dike.
Cibo anku berdevkê wî bi qûnkişkê û bi tirs ber bi wî ve hat:
-Tu çima hêrs bûyî, kê tu aciz kirîyî, ezxulam?
Reb, berfa xwe li ser rîh û simbêlê wî girtibû, bi kefa destê xwe paqij kir û fitilî ser Cibo, awirek dayê, qudûmê wî şikenand:
-Ez midûrê vê gerdûnê bim, li vê naverastê serkifşbûyî di xew re herim û di bin berfê de biricifim, hûn jî li bin konê xwe lihêfan li xwe bipêçin û kêfa belek bikin! Ne ez ê di dîn û dîyaneta we nim ha!
Cibo devê xwe bir û anî, lê nizanîbû wê çi bersivê bidê; midûr pir hesas bû, ji mêşê hiltanî:
-Ya Reb, berî tu yê li me rep bikî, ka li min xulamê xwe guhdarî bike.
-Qûna xwe bi vir de û wê de nebû û neyne, Cibo! Guhê min li te ye...
-Ezxulam, xwe aciz meke, lê yê Midûr tu yî. Bêyî te kes nikare tirekê bike. Ma hed û kîloyê me çi ye em rabin aqil bifiroşin te.
-Kuro, min erd û esman çêkirin, min hemû candar afirandin, min hûn çêkirin û bêyî îradeya min ez nahêlim yek ji we tenê tirekê jî bike, lê dikim nakim aqilê min nagihêjê bê berf ê kengî bibare, loma jî pirê caran dema di xew de me ev berf dibare û sibehê jî dema ez şîyar dibim, ez dinerim tew min serma girtîye.
Cibo di ber xwe de got, "Te pê girtîye" lê deng neçû Midûr:
-Roja înê li ser çîyayê Alahuekber ez ê kongreya 99emîn çêkim, ji endamên konseyê re bibêje bila hazir û amade bin.
Hîn peyva wî bi dawî nebûbû, şeş caran li ser hev pişkîya;
bi pişkîna şeşan re ba bi ber wî ket, ne fis bû, ne jî tir, lê deng çû Cibo.
Cibo beyî ku Midûr bi xwe bihisîne, di bin simbêlan de kenîya û bi dengekî nizm got, "Weleh te bizinkî kir” û fitilî ser Midûr:
-Her bijî, ya Reb, xweş bijî, ya Rep!
Midûr li tîpa "p"yê hayîl nebû; jixwe vê pêla dawî guh jî lê giran bûbû...
...
Roja înê li ser çîyayê Alahuekber konsey civîya. Ji bilî Midûr di destê her kesî de berbarank-şemsîye hebû.
Midûr li wan û berbarankên nerî, li wan şaş ma û tirsekê seranserê bedena wî dîl girt:
-Ew berbarankên di destên we de çi ne? Xêr e, qey dilê we û darbeyekê heye?
Di nav wê qelebalixîyê de çavên xwe li Cibo gerandin.
Cibo ji nav qelebalixîyê rabû ser xwe, bi lez ber bi wî ve çû.
Midûr awirek tê de firand, ziravê wî qetîya:
-Ev çi berbarank in, Cibo? Qey hûn hazirîya şoreşekê dikin û hûn ê navê vê şoreşê jî bikin, "Şoreşa Berbarankê"?
-Na ezxulam. Heşa! Ma em karin bêyî te şoreş moreşan çêkin! Xweda tu yî! Reb tu yî û kes nikare li te rep bike...
Gotina dawî ya piştî "û"yê di ber xwe de bi dengekî nizm got; Reb peyva rep nebihîst.
-Lê ev berbarank merbarank çi ne, Cibik efendî?
-Ezxulam, doh bi şev meteorolojîyê got berf ê bibare, em jî bi tedbîr hatin, loma. Heşa! Îja darbe, şoreş! Em çi tahjî ne ku em ê rabin serî li ber te rakin! Tobe!
-Meteorolojî çi kîrê min e, Cibik? Tiştên ez nizanibim, hukm û qudreta min nikaribe, meteorolojî kî ye? Çawa kare? Tiştek bi xweber çênabe, her tişt bi min çêdibe, lê ev meteorolojî çi ye, ji ku derket? Çima haya min jê tune? Heger ne darbe ye, çi ye ev? Ma pêşîyên însên negotine, "Heger ne fen e, ev çi ben e!"
Cibo devê xwe xist guhê Midûr:
-Ezxulam, li jêrzemînê însan jê re dibêjin karê şeytanî! Li gorî zanîna vê zanistîyê meriv kare bûyerên xwezayê berî biqewimin jî texmîn bike. Doh em li ber televizyonê rûniştibûn, meteorolojîyê got sibê pişt nîvro berf ê bibare...
Berf ji nav lêvên Cibo filitî nefilitî, berfê dest pê kir.
Midûr li jor nerî, gulîyên berfê mîna guleyên mîtralyozê bi ser de dibarîya;
çav di serî de sor bûn û bi ser erd û esmên de qîrîya:
-Minnn pêêê girttttt!
Û textê wî di bin wî de hat xwarê.