Heger vê mê yê bigota, "Dema kurdên nêr bi fransî yan jî bi îtalî dipeyivin, şêrîntir dibin!" ez ê rabûma li ser xwe biedilîyama û min ê bigota, "Ementûbîllah!" çendî ne dîndar bim jî...
Kurdên nêr!
Erê, ji bo kesên werê hewce ye tenê "nêr an jî mê" bê gotin,
lewra...
tenê nêr an jî mê nafikirin û dipeyivin!
De ka kerem bikin em bi hev re ji kûrayîya nav kezebê keserekê bikişînin û bi hev re bibêjin,
"La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!"
Ya Rebê li vê civakê rep kirîye, ma çi gunehê me hebû te em kirin hevalnifşê vî nifşê qeşmer!
Axir...
Piştî serêşayîya van nêr û mêyan, ez rabûm min telefonî Seadetê kir.
Yên dizanin jixwe dizanin, ji bo yên nizanin ez bibêjim.
Seadet!
Dêya min e!
Mamosteya min e!
Feylesofa min e!
Xwedawenda min e!
Ya herî girîng jî,
Seadet!
Reh û ruhê min ê kurdperest e!
Min got:
-Seadet!
Got:
-Haa!
Min got:
-Tu nizanî dema kurd bi kurdî dipeyivin, çi qasî şêrîn dibin.
Bi qasî bêhnekê nepeyivî, deng jê nehat.
Got:
-Ma te got çi, Devlikeno?"
Min got:
-Dema kurd bi kurdî dipeyivin, tu nizanî bê çi qasî şêrîn dibin.
Got:
-Ma bi Xwedê, ji roja zimanê min gerîyaye heta nuha ji xêndî kurdî ez bi zimanekî din nepeyivîme; jixwe ez bixwazim jî ez nikarim, ez û ez im û zimanê min jî tenê ev e, lê hîn kesî ji min re negotîye, "Seadet tu çi şêrîn î dema tu bi kurdî dipeyivî!"
Min got:
-Hahew! Îro ro kurdî mîna esrarê ye, li her derê peyda nabe, Seadet!"
Got:
-Bi serê te, li vî welatî esrar mîna rêxa çêlekê li her derê belav bûye; kes hew cixareya normal vedixwe!"
Min got:
-De baş e gidî! Li cem we wa ye kurdî hîn jî piçekî buha ye!..
Gotina Dawî
Kurdên bi kurdî dipeyivin, kurd in, lê kurdên tenê ji bo quretî û megalomanîyê bi kurdî dipeyivin û pesnê kurdî didin, kundir in.
Û kurdên dema kurdek bi kurdî dipeyive, şaşomaşo dibin jî, nexweşên êqil in!