Ma çend Kurdistan hene?
1?
2?
3?
4?
Heger 2+2=1 be,
wê çaxê Kurdistana başûr çi ye?
Qey zor e hûn bibêjin Kurdistan?
Yan jî...
heger ilhez hûn ê tiştekî pê ve kin jî, bibêjin,
"Başûrê Kurdistanê"
Haa!
Hêlên din hîn jî çima ne azad in, ew jî ne qebheta "başûr"ê Kurdistanê ye!
Gotina Dawî
Binhişîya we, we dipeyivîne anku binhişîya we, we dide dest;
ji ber vê jî...
hewce ye ewil hûn binhişîya xwe paqij bikin,
dû re...
bizirên neteweperwerîyê li ser binhişîya xwe bireşînin.
Heger na...
di navbera we û dagirkerên we de tu ferq namîne!..