Li Mêrdînê, min bi çend dînan re hevaltî kir, tenê rojekê jî ez li dînekî dîndar rast nehatim; hemû komunîst, hemû anarşîst, hemû tolaz û doxînsist û oportunîst.
Hemîdê Dîn!
Emînê Dîn!
Ehmedê Dîn!
Mahsûnê Dîn!
Fexrîyê Dîn!
Seydo! Seydo Qurişko!
Û çend ên din...
Lê...
Li Stenbolê, hemû dîn dîndar in, tenê bê kitêb digerin; heger kitêbekê jî di bin çengên xwe de bigerînin; bi telaq ew ê bi Muhamed jî qayîl nebin!
Îroj ez ê ji alîyekî rê derbasî alîyekî din ê rê bibûma, lê vizeviza tirimbêlan e.
Hew min dît yek li min dibihure.
Ez li xwe fitilîm nefitilîm, bi awireke cidî got, "Bê selewat pê li erdê neke! Ew ê te bieciqînin; çav ê ji serê te bipengizin, mejîyê te yê bi tekerên tirimbêlan ve bizeliqe!"
Û fiskirand, li paş xwe nenerî û çû!..
Gotina Dawî
Ne dînên me dişibin hev, ne dîndarên me dişibin hev, ne jî biaqilên me;
ji sibehê heta êvarî hûn bibêjin, "Em yek in, em birayên hev in!" jî, kes ê nekute wê yekîtî û biratîya we!