2 Nisan 2022 Cumartesi

meha remezanê

Meha Remezanê, meha bazirganî û tucaretîya misilmanan dest pê kir.
Hinek ê bixwin, hinek ê dua bikin 
û yên dua dikin jî hemû reben û belengaz û feqîr in,
mixabin!
Dîndarên jîr ên megolaman ê li ser ekranên televîzyonan bi vegotina çîrokên fantestîk tûrikên xwe tije pere dikin;
şêx û sofî û meleyên terîqatperest ê li ser sifreya mûlidên dewlemendan bi goştê kehr û berx û elokan zikê xwe tije û têr bikin;
dîndarên dewlemend ên li ser pişta dîn û dîndaran bi fen û fûtên tucarî bin xwe tije kirine jî, ji bo gunehên xwe bişon, ew ê her hefte rojekê fitarekê bidin nas û dost û cîranên xwe.
Û bi gurmînîya topê re, ji xêndî wan reben û belengaz û feqîrên bi şev birçî bi roj birçî, her kes ê bi vekirina fitarê re di bin simbêlan de bimizice 
û ez ê jî bibêjim:
"Tu bi xêr hatî, meha xapandin û xwexapandinê!"

Remezanê di rojeke Remezanê de ji dawa dêya xwe ketîye, berî meha Remezana îsal dest pê bike bi rojekê, ji bo hazirîya vê mehê radibe sola xwe bi serê nigên xwe ve dike û berê xwe dide sûkê.
Ji bo sihorê ew ê ji xwe re nîv kîlo hinguv, nîv kîlo rûnê nivîşk û kolîyek hêk bikire.
Silavekê dide Hecî Çeçan û derbasî hundirê dikanê dibe.
-Kerem bike, Remezan. Çi lazim e?
Remezan çavê xwe li hundirê dikane digerîne û difitile ser Hecî Çeçan:
-Nîv kîlo hinguv, nîv kîlo rûnê nivîşk û kolîyek hêk...
Hecî Çeçan ji lawikê xebatkar ê li ber destê wî dixebite re dibêje:
-Berxê min, asûkên apê xwe jê re hazir bike.
Lawikê xebatkar nîv kîlo hinguv û nîv kîlo rûnê nivîşk diwezinîne, dixe kîsikan û tîne dide destê Remezan. Dû re li xwe dizîvire, dihere radihêje kolîyek hêk, wê jî tîne dide destê Remezan. Remezan li çavê Hecî Çeçan dinere, lê berî devê xwe veke, Hecî Çeçan dibêje:
-250 baxnot.
Çav di serê Remezan de dibin du tas. Ji nişka ve kolîya hêkan li erdê dixe, hêkek jî saxlem namîne, giş dişikên.
Hecî Çeçan bi haweyekî şaş û ecêbmayî dibêje:
-Wehh Remezan!
Remezan dibêje:
-Çi Remezan! Ji nuha pê ve ji min re nebêjin "Remezan!" bibêjin quzê kerê! Û ez ne misilman!

Gotina Dawî
Meha Remezanê ya kes nizane destê kê di bêrîka kê de ye, li kesên bi kirasê misilmantîyê bêbextî û bêûjdanîya xwe vedişêrin, pîroz be!