Serê sibehê Sofî Eledîn bi dengê dîkê kofîsor bi xwe hisîya.
Di ber xwe de got, "Wey gidî! Bi telaq ne ji kofîsoro bûya, min bin xwe şil kiribû" û bi lez rabû ser xwe, berê xwe da tuwaletê.
Heta xwe gîhand tuwaletê, du sê çipik mîz ji serê kîrê wî niqutîn jî.
Sofî Eledîn jî, erê gundîyan jê re digot "Sofî" lê di eslê xwe de çendî nav Sofî be jî, ji alîyê qûnê ve ne safî bû; rêya qubleyê nedidît; sal duwazdeh meh bêdestmêj pê li erdê dikir.
Piştî kunê mîzê vala kir, çû dest û ser çav û rûyê xwe şuşt û hat li ser nivînên xwe bi haweyê çarmêlkî rûnişt.
Destê xwe avêt qutîya xwe ya tûtinê, lê hîn venekiribû, jina wî Menîfa hat sifre li ber wî raxist, bi şûn de vegerîya, çû ji ser tifikê rahişt beroşa şorbeyê, şorbeya xwe bera binê mesefê da û mesefa xwe anî danî ser sifreyê.
Dû re çû ji qaseya bin kulînê serîyek pîvaz jî derxist, ew jî anî danî ber Sofî Eledîn û li xwe fitilî.
Hîn negîhaştibû devê derî, Sofî Eledîn kevçîyek li binê mesefê xist û firînî ji şorbeyê anî.
Got:
-Haa Menîfa!
Menîfa li xwe fitilî...
Got:
-Keçê! Bi telaqên bêfitû heger ez Xwedê bûma, min ê rojeke te bi du rojan bihesibanda. Tu bi rojî yî û her sibeh berî ez şîyar bibim, tu radibî ser xwe, taştîya min hazir dikî, tu min bê firavîn nahêlî, berî fitaran jî tu dikevî dahdeloka şîfê û radibî ji min û xwe re şîvê çêdikî û tew ez qala karê malê, paqijkirina bin pez û dewêr û êmkirina wan jî nakim! Na na bi Xwedê heqê rojeke te du roj bê hesêb; heger Xweda ne kwîr be!..
Menîfa got:
-De bi Xwedê heger Xwedêtî bi rêya hilbijartinan bihata hilbijartin, min ê jî dengê xwe/reya xwe bida te û hew!