PKKya Îranê.
PKKya Rûsyayê.
PKKya kurdan.
Hin ronakbîr û zanayên kurd ka bi zaneyî ye yan bi nezanî ye, PKKê kategorîze dikin û bi teorîyeke weha radibin serî li xwe jî, li kurdan jî tevlihev dikin.
PKK, wek ku serekê wê Evdila Ocalan bi devê xwe dibêje, "Di rêya berjewendîyê de anku bi şertê her du alî jî qezenc bikin, kî çi ji me bixwaze, dikare bi me re peywendîyê deyne."
Erê, belkî eşkere nabêje em taşeron in, lê ji gotina wî ev kifş dibe.
Ka îja ez ji we re meseleya "PKKya kurdan" ta bi derzîyê ve bikim.
Lê ji bo em baş ji hevdu fahm bikin, hewce ye ewil em PKKya legal anku HDPê tehlîl û kategorîze bikin.
Kerem bikin, ewil bala xwe bidin kurdên hur/resen ên nav HDPê bê di çi rewşê de ne!
Mîna gêrîkên karker ên tenê ji keybanûya gêrîkan re dixebitin û xizmetê dikin, kurdên hur/resen ku em dikarin van kurdan wek kurdên netewperest jî bi nav bikin, ew jî tenê dixebitin û xizmetê ji efendîyên xwe re dikin.
Efendîyên wan jî, di hêlînên xwe yên bi konfor de di navbera wan û dewleta dagirker de tenê li ser êş û jana wan tucaretê dikin.
Kurdên HDPê yên netewperest her li pêş in:
Di meş û çalakîyan de ew in!
Di hefs û zindanan de ew in!
Di hefs û zindanan de yên birçî û belengaz ew in!
Di hefs û zindanan de yên bêkes û bêxwedî ew in! (Ji xêndî dê û bavên wan ên kezebşewîtî kes bi ser wan de naçe nayê)
Di êşkencexaneyan de yên ber xwe didin, ew in!
Yên dê û bav û zarokên xwe li ber dîwaran stuxwar dihêlin, ew in!
Piştî ji hefs û zindanan tên berdan, bi bedeneke seqet, bi ruhekî birîndar, bi hêvîyên têkçûyî dîsa ji bêçaretî yên li bin guhê dîwan dikevin, ew in!
Û...
Yên li ser ked û xizmet û fedekarîya van belengazan tucaretê dikin, dixwin, diçêrin jî belî ne bê kî ne jixwe.
Yên di nav HDPê de xwedan erk û xwedan wezîfe...
Ji van kesan ji sedî nod û neh hemû populîst in, megaloman in, konformîst in, tucar in.
Hemû di xanî û qesr û vîlayên luks de dijîn û ne ji gera xwe dimînin, ne ji kêfa xwe dimînin.
Û zarokên hemûyan ji zîhnîyeta kurdîtîyê dûr, li Tirkîyeyê di kolejan de, li welatên Ewrûpayê di zanîngehan de dixwînin; mîna ciwanên ewrûpîyan li ber pêlên jîyaneke lumpen bi vir û wê de diqulipin...
Bi kin û kurmancî,
derd û xema van kesan ne kurdî ye, ne kurdîtî ye, ne jî Kurdistan e;
jixwe pirê wan li dijî kurdî ye û bi kurdî jî najîn.
Konfora van kesan li ser esas û temelê Tirkîyeyê bilind dibe. Tirkîyeyeke perçebûyî li dijî konfora van kesan e,
loma jî heta ji wan tê hewl didin kurdan di nav zîhnîyeta tirkîyetîyê de bimehînin anku bi haweyekî asîmilasyonîst kurdan entegreyî tirkî û Tirkîyeyê bikin.
We got, PKKya kurdan!
Li hespên xwe yên spî siwar bûn û ber bi xeyalên xwe yên nîvcomayî ve pengizîn!
Hin ji wan bi destê dagirkeran hatin kuştin!
Hin ji wan bi destê "heval"ên xwe hatin kuştin!
Hin ji wan li ber serê hevalên xwe yên şehîdkirî, bûn nîv însan û hew bi ser hişê xwe ve hatin!
Hin ji wan mecbûr man, revîyan, çûn xwe li çîya û newal û zinaran qewimandin;
hin mirin, hin hatin kuştin, hin jî wenda bûn, heta hetayê man bêdeng!
Gotina Dawî
Ne dagirkeran, xwefiroşan, dozfiroşan, zimanfiroşan, welatfiroşan mala kurdan xera kir!