di nava deh salan de Kurdistan ê qayîşê bi Israîlê re bikişîne û her weha ew ê li ber dilê ewrûpîyan jî pir şêrîn û delalî bibe.
Ew potansîyela Kurdistanê heye,
lê hewce ye kurd jî ber xwe bidin û êdî ne bi aqilê xelkê yê protez bi aqilê xwe û ji bo xwe tev bigerin...
Piştî şerê ûris û ûkraynayîyan rojhilata nêzîk ê bikele; va ye min got, hûn jî li ser dereke xwe binivîsînin...
Lê ne ku ez sêhrbaz an jî medyûm im û agirê bin wê kelê jî min danedaye;
dilê min zixtan li mejîyê min dixe
û zimanê min jî berdevkîyê dike ji her du lebatên min ên li xwe heyirîne!..
Neft...
Gaz...
Û tav jî...
Lê ne tenê neft û gaz û tav, hewce ye em mejîyê xwe jî bînin wê astê
û tenê mejî dikare me jî bike şirîkê wê bazarê.
"Bira bira ye, bazar xuya ye!"
Çi eleqeya wê bi meseleya me re heye, nizanim, lê hewce ye di vê bazarê de em nebin mal, em bibin bazarvan.
Te got çi?
Min got, "Hûn rojîyê digirin nagirin, hûn azad in, lê azadî ne mazat e."
Himm!
Ez texmîn dikim, we fahm nekir!..
Jixwe her kes ne mecbûr e ji her tiştî fahm bike;
lewra...
çi tê serê me ji ber vê quretîya me ya nepixî lê vala tê serê me.
Em zirtelîsekî vala ne, loo!
Û çi qasî em xwe binepixînin jî em ê her vala bimînin.
Min goooo!
Rehmetî digot, "Enerjîya xwe bi kesên û bi tiştên tu bi xwe jî dizanî ew ê hîç çênebin re xerc nekin; lewra Xwedê ew werê çêkirine!"
Û neft firîya û tekerên otomobîlan êdî hew digerin...
Çi? We got, "Rehmetî kî ye?"
De guh medê; jixwe rehmetî çûye, bûye rehmetî, ez navê wî bibêjim ew ê bibe çi, ez navê wî nebêjim ew ê bibe çi!
Xweş be meriv di saxîyê de navê hev ji bîr neke û her bibêje.
De axir...
Wer xuya ye, heger bi vê xezebê dewam bike, kapitalîzm ê merivatîyê ber bi serdema paleolitîkê ve kaş bike.
Gotina Dawî
Mala pîrê gora pîrê,
xweştir e ji mala mîrê!