Û kurd ne qeşmer in; jixwe tirkan laz ji xwe re kirine qeşmer, hûn jî qayîşê bi lazan re nekişînin.
Bibin xwe û bila tirk bibin qeşmer û ji we re qeşmerîyan bikin.
Ma hewce dike ez rabim ji we re ta bi derzîyê ve kim?
Yanî nebin teqlît!
Û teqlîtê qeşmerîyê jî ji qeşmerîyê qeşmertir e.
Haa!
Bila qeşmerên bi haweyekî qeşmerî qeşmerîyê dixin bin xizmeta hunerê dilê xwe negirin; jixwe hûn dizanin qesta min kî ne!
Heyf!
Hingî me gir û rik avêt ser tirkan û me enerjîya xwe li giravêtin û rikavêtina wan xerc kir, me tu tehm ji emrê xwe yê çûyî fahm nekir.
Û emrê me yê çûyî jî emrê me yê herî xweş bû, mixabin.
Nuha em dev ji her tiştî berdin û ji nû ve dest bi jîyaneke nuh bikin jî, bedena ku lê bûye zivistan ê nikaribe xwedîyê xwe bigihîne qonaxên biharî û havînî...
Ax ax tirkino!
Hûn xêrê ji bedena xwe nebînin, tirkino!
Ma tu Alain Delon î?
Dinya ne hêja ye boçika cixareyê!
Lehengê zaroktîya me Alain Delon jî koç kir û xatir ji vê dinyaya gewrik xwest.
Hew Xweda dizane bi di ser kê re derbas bû û nebû!
Hew Xweda dizane bê agir bi navrana çend hezar jinan xist!
Û hew Xweda dizane bi çend hezar jinan di xewn û xeyalên xwe de ji dêvla mêrên xwe ew bera ser xwe da!
Erê, bi zaroktî me bi wî forsa xwe diavêt!..
Ez wek Alain Delon im!
Lê dinya û jinên vê dinyayê ji Alain Delon re jî neman, mixabin!
Heger malbata Barzanîyan bi dil û can Kurdistanekê dixwazin, hewce ye pir baldar û li hal, hereket, tevger û kirinên xwe miqate bin.
Û her weha ji her gilî û gazinê re jî hewce ye bersiveke wan a maqûlane hebe;
heger na, tu ferqeke wan ê ji baron û dînozorên bakurê welatê min namîne.
Heger ev nûçeya ji alî rojnameyeke amerîkî hatîye nivîsandin û li ser medyaya sosyal belav bûye rast be, divê du gotinên we jî hebin.
Yek; yan bi belge û argûmanên xwe vê nûçeyê pûç bikin yan jî heger rast be, wek mêran rabin destê xwe li sînga xwe bixin û bibêjin, "Erê, ev tiştên tên îdakirin rast in, lê em vî mal û milkî ji diz û teres û çeqel û keleşan diparêzin da roj were em vî mal û milkî di ber pêşxistin û xurtkirina bingeh û esasê Kurdistanê de bi kar bînin!"
Lê tenê ne bi gotinê, divê hûn bizirên wê bawerîyê li ser dilan bireşînin; heger hûn bêdeng bimînin, ew kurdên bi dil û can li hêvîya Kurdistanê ne, ew ê hêvîya xwe ji we jî, ji Kurdistana we jî bibirin.
Em di dema teknolojîyê de dijîn û tiştek veşartî namîne.
Ka kerem bikin pêş ve werin û ji min xwarzîyê xwe re bibêjin.
Esasê vê nûçeyê çi ye?
Heger rast be, çima rast e?
Heger bêbextî û derew be, bi vê bêbextî û derewê kî dixwaze çi bike?
Min got, fermo!
Gotina Dawî
Kurdistan pir mezin e; loma xew li hinekan diherime!