1 Nisan 2022 Cuma

heger ne 1ê nîsanê bûya

Evdila Ocalan, ji dê û bavên gerîlayan lêborîn xwest û soz da ku
ew ê ji nuha pê de ji bo Kurdistaneke serbixwe têbikoşe.

Hevserokên HDPyê soz da ku
di hilbijartina bê de tenê ew ê kesên kurdîzan wek namzet nîşan bidin û ew bi xwe yê jî tenê bi kurdî sîyasetê bikin.

Nivîskarên kurd ên kurdîya wan qels û lawaz, soz da ku
heta kurdîya xwe çê û xurt nekin, ew ê hew kitêban binivîsînin/çap bikin.

Nivîskarên kurd ên bi destê xwe kitêbên xwe wergerandin tirkî/erebî/farisî, piştî lê nerîn wergerên wan jî tenê ji alîyê kurdên asîmlebûyî ve tên xwendin, soz da ku
êdî ew ê hew kitêbên xwe wergerînin tirkî/erebî/farisî.

Stranbêjên kurd ên li ser dikê bilbilê kurdî, li binîya dikê kund û bûm, soz da ku
êdî li ser dikê jî, li binîya dikê jî tenê ew ê bi kurdî bipeyivin.

Sîyasetvanên kurd ên li ber sîya dagirkerên xwe sîyasetê dikin, soz da ku
ji nuha pê ve ew ê tenê li gorî hesasîyetên kurdan tev bigerin û êdî derd û xema wan ê ne demokratîzekirina Tirkîyeyê be.

Rewşenbîrên kurd ên bi eşqa populîzmê gêj û sersem bûne, soz da ku
êdî ew ê çavê xwe bera çend "like"an nedin û ji kultura şinekî, şelafî û qûnalêsîyê dûr bisekinin; ne ji bo dilê her kesî xweş bikin, ji bo dilê hinekan xweş, dilê hinekan reş bikin ew ê tev bigerin.

Jinên bi zimanê xwe anarşîst lê bi kirin û emelên xwe teng û sist û kaotîk, soz da ku
ji nuha pê de ew ê dev ji anarşîstîyê berdin û xwe bidin benda qismetê xwe û bibin kevanîya mala xwe.

Kesên li ser medyaya sosyal bi haweyekî veşartî şalûl û bilbil in lê di jîyana xwe ya rojane de ker û kundir in, soz da ku
ew ê dev ji vê teresîyê berdin.

Kurdên bi zîhnîyeta dagirkerên xwe herimîne û êdî ne kurdbûna wan belî ye ne jî tirkbûna wan, soz da ku
ew ê herin xwe bi axa sor helal bikin û ji bo ji wê zîhnîyeta teres rizgar bibin, ew ê mejîyê xwe bidin ber tava Kurdistanê da kodên wê axê li mejîyê wan bar bibin û di şûna wê zîhnîyeta teres de zîhnîyeteke kurdî çêbibe/bizê.

Rêvebirên Kurdistanê (Başûrê Welêt) soz da ku
ew ê êdî ne bi soz û gotinên tirk û ereb û farisan, ne jî bi wî dînê wan ê tu carî ji kurdan re nebûye yar û çare û derman bixapin.

Nêçîrvan Barzanîyê bejindirêj ê nigekî wî li Tirkîyeyê, nigekî wî li Ewrûpayê, soz da ku
ew ê bibe nêçîrvanê welatê xwe û êdî nehêle xelk li ser axa welatê wî nêçîrvanîyê bike.

Rêvebirên rojavayê welêt soz da ku
ji nuha pê de, di çalakîyên xwe de ji dêvla posterên Apo, tenê ew ê alayên Kurdistanê derxin û li ba kin.

Ê de law, heger ne 1ê Nîsanê bûya, min ê ji vî duayî re bigota Amîn, 
lê mixabin, Amen!!!

Gotina Dawî
Em dikarin gelek tiştên din jî li vê metnê zêde bikin, lê ne di 1ê Nîsanan de...