20 Nisan 2022 Çarşamba

berê gotin hebû

Min got: 
-Berxê, hêdî hêdî hewa germ û xweş dibe. Bila piçekî din jî germ û xweş bibe, ez ê werim Dîyarbekirê.
Got:
-Ma di kelekela germa Dîyarbekirê de çi karê te li vir heye, gêjo! Dîyarbekir nuha xweş e; her der şîn û şên e û jixwe tav jî zêde ne tûj e, meriv naxwaze ji ber rabe. 
Min got:
-Xem nake. Em zarokên rojê ne û zarokên rojê jî ji germê hez dikin.
Got:
-Êdî em ne zarok in û em çavên xwe li sî û sîberan digerînin. Û jixwe di germê de...
Sekinî, xwezîya xwe daqurtand û berdewam kir:
-Beden bedenê tehamûl nake! Di wê kelekela germa Dîyarbekirê de, ji pevşabûna bedenan tenê xwê û xwêdan dizê.
Li ser hevoka dawî ez piçekî fikirîm; xwe bi xwe min got helbestvanek sed û salekê bifikire ew ê metaforeke weha neyê hişê wî.
Min got:
-De bi xêr ku ez hatim Dîyarbekirê em ê du qedeh araq bi hev re vexwin.
Kenîya; ji ber ku dereng bersiva wê gîhaşt min, min wer texmîn kir. Nizanim belkî jî nekenîyabe.
Got:
-Di emr û heyata xwe de min araq venexwarîye. Nizanim!
Min got:
-Qey tu misilman î!
Got:
-Na, ne ji ber misilmantîyê; min hîç meraq nekirîye.
Min got:
-Agir bi mala te nekeve! Pêxember ji misilmanan re dibêje, "Îmana xwe bi min bînin û di rêya Xwedê de îbadetê bikin, wek xelat li hêla din (qesta wî ji hêla din, bihuşt/cenet e) ez ê di kefa destên horîyan de araqê bidim we û tu jî rabûyî ji min re dibêjî ez araqê venaxwim.
Min texmîn kir, him xweşîya wê çû û agir bi bedena wê ket, him jî bi mizawirî bişirî, lê bersiv nehat. 
Min got:
-Ya pevşabûnê dike pevşabûn araq e; bi araqê meriv bi ber pêlên şehwetê ve dikeve û di nav arezû û zewqê de avjenîyê dike. 
Û ziman singê xwe rakir...
Min got:
-Carekê ez mêvanê hevalekê bûm. 
Li şaneşînê em rûniştine, em şîvê dixwin.
Havîn e û ji mehan jî hezîran e. 
Piştî sura wî bayê li şaneşînê xwe li nav çavê me diqewimand û bi tesîra wê şeraba sor rehên canê me ji ser hev çûn, hew me xwe dît em her du jî şilfîtazî li ser nivînan in.
Û qedehên me yên şerabê jî di destên me de...
Memikên wê ne pir mezin bûn; mîna du purtuqalan, du purtuqalên nuhgîhaştî...
Min qedeha xwe piçekî xwar kir û bi dor min serê her du memikan di nav wê şerabê dakirin û mîna gêjekî sersem ez xirpişîm ser wan memik û sermemikan, min mêtin û hey mêtin...
Li hêla din çi diqewimî, nizanim, lê piştî kêlîyekê bersiva wê li ser ekrana telefona min xuya bû.
Got:
-Xwezî nuha ez di himbêza te de bûma!..

Gotina Dawî
Carinan tenê hevokek dibe tevnek û li ser wê tevnê meriv bi haweyekî fantestîk xeyalan dirêse...