10 Nisan 2022 Pazar

çep û rast paşopê û pêşopê

Teorîyeke klasîk heye, jixwe kêm zêde yên piçekî bêhna hubrê ji tilîyên wan difûre, hay ji vê teorîyê hene...
Heger di odeyeke tarî de tu çavên xwe li pisîkeke reş bigerînî, ev felsefe ye.
Heger di odeyeke tarî de pisîkeke reş tune be jî tu rabî çavên xwe lê bigerînî, ev metafizîk e.
Heger di odeyeke tarî de pisîkeke reş tune be, lê dîsa jî tu rabî biqêrî û bibêjî min min ew dît, ev dîn e.
Heger di odeyeke tarî de tu bi fenerê/fanosê li pisîkeke reş bigerî, ev zanist/ilm e.
Heger li welatê te, li ser axa te, zimanê te qedexe bikin, hebûna te bê înkarkirin, stranên te, çîrokên te, destanên te, efsaneyên te biguherin bikin ên xwe; her cara tu serê xwe rakî û bibêjî ez û ew jî te bikujin, di zindanan de êşkenceyê bi te bikin, te ji ser axa te celî bikin, bi hesreta welatê xwe li welatên gêwir tu emir derbas bikî û di ser vî derdê bêderman re tu pê li her tiştî bikî/çavê xwe ji her tiştî re bigirî û bibêjî, "Bijî biratîya gelan!" ev jî apocîtî ye.
Encam:
Dîn û apocîtî bi havênekî meyane û her du zîhnîyet pir dişibin hev.

Kesên li pêşîya navê xwe "mamoste, hozan, helbestvan, nivîskar, doktor, profesor" dinivîsînin, qey hûn bi sekn û helwest û kesayeta xwe ne bawer in, hûn radibin xwe diavêjin pişt wan nasnavan?
Yan hûn bi kar û xebatên xwe ne ewle û piştrast in, loma hûn wan nasnavan destnîşan dikin û dixin çavê me?
Ya bi xêr, lê...
Xweda çêke jî, hûn çênabin!..

Gotina Dawî
Çi sîyasetvan û çi rewşenbîr, çi stranbêj û çi hunermend, çi nivîskar û çi helbestvan, bi qasî kesên bi binhişîya xwe apocî ne lê bi sekn û helwesta xwe hewl didin xwe lîberal û serbixwe nîşan bidin, zirarê didin kurdîtîyê, kesên bi her haweyê xwe apocî ne, ew qasî zirarê nadin kurdîtîyê.
Ji ber ku...
Qet nebe meriv beşa duyem nas dike û li gorî wê meriv hewce nabîne enerjîya xwe li wan xerc bike, lê beşa yekem?
Mîna margîse/bukalemûn in; ku der ji wan re xweş be, li wir in; xwe ne ji dêrê dikin, ne ji mizgeftê!..