22 Nisan 2022 Cuma

başûristan an kurdistan

Bi wê şaşika sor hûn neheqîyê li serokê sererd û binerd dikin.
Ka ez niizanim bê hûn çi jê dixwazin!
Xwe aciz jî bike, 
biheside jî, 
xwe bixeyidîne û kirasê xwe biçirîne jî, 
ji vir heta mala Xwedê heq e wîî!
Wan tirkên bêbav ew avêtîye wê girava xopan, ji xêndî çend personel û çend esker û çend çawiş û serbazên serpîrek çavên wî bi evdekî din ê Xwedê nakevin!
Û Nêçîrvan û Mesrûr jî bedlên xwe yên îtalyayî li xwe kin, krewatên xwe yên valentîno û versace li dora stuyên xwe bigerînin û qundereyên xwe yên bi fîyaqe têxin nigên xwe û qûna wan erdê negire, bi vir de û wê de zîz bibin; 
geh bifirin herin xwe li nav welatên ereban deynin, şêx û mezin û serekên ereban bi tereheyên sor wan pêşwazî bikin û di hotelên 5-6-7 stêrk de kêfê li kêfê biqewitînin;
geh bifirin herin Parîsê, li retorantên Hotel Şenalîzeyê bi serekkomarê Fransayê Macron re şerabên Bordoyî vexwin;
geh derbasî Londrayê bibin, bi Borîs Johnson re li hespên îngiliz siwar bên û li sikak û kolanên Londrayê bigerin;
geh bifirin herin li Amerîkaya xopan bibin mêvanên xalê me Joe Bîden û li qesra spî bi hev re goştê berêz bixwin û bi vexwarina şampanyayê re çeqilkêf bibin  
û em rabin bibêjin çima serokê sererd û binerd xwe aciz dike, diheside, dixeyide û kirasê xwe diçirîne!
Weleh wa ye dîsa bi xwe kare û dil milê wî nasekine!
Kî di şûna wî de bûya, nuha ji zû de bûbû Baba Tahirê Uryan û şûtûrût xwe li çol û çîyan qewimandibû. 
Rebeno!
Serê sibehê çavê xwe vedike, eskerekî qûncilikî dibîne.
Nîvro wextê firavîn tê, dihere bi memûrekî îstixbaratê re firavînê dixwe. 
Heta dibe êvar û tarî dikeve erdê, radihêje şewqa xwe, dihere li qiraxa behrê rûdine, bi wê şewqa xwe ya eyretî hewl dide masîyan bigire, lê masîyên digire jî, pisîk tên bi dizî jê didizin û dixwin. 
Tehba Xelef çû ber telef!
Bi şev piştî xew digire ser çavan, radibe xatir ji çawîşekî belengaz dixwaze û dihere serî diavêje xewê, radikeve, 
lê vê carê jî, heta xew dikeve çavan Nêçîrvan û Mesrûr ji ber çavên wî wenda nabin; 
Kurdistan Kurdistana Nêçîrvan û Mesrûr di hundirê serê wî de olan dide; xew lê dibe xem!
Û ku lê dibe sibeh jî, 
bi azana Melê re ji xew çeng dibe ser xwe, bi çavên ji bêxewî werpişî bûne şîyar dibe û bê destmêj radibe dihere nimêj dike.
Etehyato çawa lê hato!
Û em dibêjin ev reben çima ew qasî xwe aciz dike!

Gotina Dawî
Heger ne derew be, ez dibêjim ew ê ji vê dîplomasîyê tiştek bizê!
Lê...
Em ê nav bikin Başûristan an em ê bikin Kurdistan, heger em nemirin, bi hev re em ê bibînin.