Xelkê benîşt, şekirên mêtinê, nok, dendik, qidam dixistin bêrîkên xwe, bi xwe re digerandin, Mistê Silo ji xwe re kiribû wek adetekê, çi cara ew ê ji malê derketa, berî ji malê derkeve, diçû ji mitbexê radihişt du firingîyan (bacanên sor) dixistin bêrîka çakêtê xwe û derdiket derve.
Di rê de heta digîhaşt sûkê hêdî hêdî dixwar; serê simbêlan bi ava firîngîyan şil dibûn.
Rojekê li gundekî cîran dibe dawet û xwedîyê dawetê dişîne pey wî jî.
Wek her car Mistê me dihere ji mitbexê radihêje du firîngîyan, wan dixe bêrîka çakêtê xwe û lê dixe, berî dide gundê dawet lê...
Lê vê carê ji heyecan û kêfa dawetê, di rê de ji bîr dike wan firîngîyan bixwe.
Axir...
Çawa digihêje cîyê dawetê, govend mîna miknatûzê wî ber bi xwe ve dikişîne.
Xwe nagire, dihere dikeve serê govendê û direqise.
Bi vingevinga saz û sewta Hemîdê Aşiq Mistê Silo ji ser hişê xwe ve dihere, bi hêç dikeve; mîna sofîyên li ber dengê erbaneyê bi selewatan bi cizbê dikevin, Mistê Silo jî li ber miqamê Hemîdê Aşiq bi cizbê dikeve.
Hingî hilor dibe û xwe li erdê dixe, her du firîngî ji bêrîkê pengiz dibin û li pêşîya govendê gindir dibin.
Û Hemîdê Aşiq li wan firîngîyan dinere û miqamê xwe diguhere:
"lo lawo mistê silo
gunê te gunê kero
lo lawo mistê silo
gunsoro mistê silo
jin dipelînin wek çilo
lo lawo mistê silo
ew gun çi dike li wir wilo
lo lawo mistê silo
eyb e şerm e fedî ye lo
gunê te dişibê gunê qolo
lo lawo mistê silo
ka bibêje gunê te çû ku lo"