Enqere paytexta wan e,
di bin alaya tirko de bi tirkî hewtehewt û kewtekewta wan e,
di cejnên fermî de, li ber peykerê Misto bi rêzdarî sekinandina li ser nigekî karê wan e
û dû re...
ne eyb û ne fedî,
rabin zimandirêjîya başûrê welêt bikin û bibêjin hûn xayîn em qehreman in!
Ji qewla rehmetîyê apê min Miheme:
"Wey hebeş! Ha ji te re kutilkeke bênavik!"
Seydayekî îmankurd weha digot;
"Tirkan li ser pişta misilmantîyê ji xwe re dewletek ava kir.
Farisan li ser pişta misilmantîyê ji xwe re dewletek ava kir.
Ereban li ser pişta misilmantîyê ji xwe re dewlet ava kirin.
Û me kurdan jî xwelîya wan û sed û yek bavên wan li serê xwe kir û ji wan û sed û yek bavên wan bêtir misilmantî xweş û nerm û mezin kir."
Erê...
ji bo xeml û şeml û estetîzma metnê belkî min çend gotin lê zêde kiribin, lê bi kin û kurmancî şîrove û meala peyvê ev bû.
Mixabin,
karê me kurdan ev e; ji xelkê re şêr, ji xwe re em şilavil in.
Û şilavil jî her tim ji bo gezeke kurm û zîro xwe li derzîka şewkan diqewimîne û li ser sifreya masîgiran ditevize!..
Gotina Dawî
Rastîya gotinê ev e: Em ji xwe re kîsogir, ji xelkê re masîgir in.